Ambargoya li Xezayê berdewam dike

Xeza di bin êrîşên berdewam ên Îsraîlê de felaketeke mirovî ya birçîbûn, hişkesaliyê û kêmbûna pêdiviyên bingehîn dijî.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bênavber berdewam dikin. Şerîda Xezaya dorpêçkirî bi karesateke mirovî re rû bi rû ye, birçîbûneke berfireh û kêmbûna av, derman, pêdiviyên bijîşkî û berhemên paqijiyê heye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînî WAFA, pitikek 7 mehî yê bi navê Mihemed Îbrahîm Ades li Nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezayê ji ber birçîbûna giran û nebûna xwarina zarokan mir. Hejmara mirovên ku ji sedema birçîbûnê dimirin, bi taybetî zarok, li herêmê zêde dibe. Tê gotin ku Îsraîl birçîbûn û tîbûnê wek ‘çek’ bikar tîne. Tê ragihandin ku hejmara mirovên ku ji ber êrîşên Îsraîlê û fermanên dersînorkirinê li Xezaya ku nifûsa wê nêzîkî 2.3 milyon e ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûne, gihîştiye 2 milyonî û gelek kes gelek caran koçber bûne.

'Rewşa birçîbûnê roj bi roj girantir dibe'

Artêşa Îsraîlê rojane kon û stargehên xelkê ku ji cih û warên xwe bûne, bombebaran dike. Philippe Lazzarini ku Komîserê Giştî yê Partiya Alîkarî û Karkeran a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ye, got ku ji ber dorpêça Îsraîlê birçîbûna li Xezzeyê roj bi roj xirabtir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku ji destpêka şer ve herî kêm 134 Filistîniyên ku 88 ji wan zarok bûn, ji ber birçîbûnê mirine. NY’ê ragihand ku herî kêm 45 ji van mirinan di çar rojên dawî de çêbûne.

'Mirov bûne cenazeyên ku dimeşin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebatkarên alîkariyê yên li qadê jî ji birçîbûnê dikişînin û hat gotin ku, "Mirovên li Xezayê ne mirî ne û ne jî sax in, bûne cesedên ku dimeşin." UNRWA ragihand ku 6 hezar kamyonên tijî alîkariyên xwarin û bijîşkî li Misir û Urdunê hatine sekinandin,  Îsraîl nahêle ku alîkarî derbas bin.

Ji 27’ê Gulanê ve, hejmara Filistîniyên ku di êrîşên li ser xalên belavkirina xwarinê yên Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê ya ku Îsraîl û Amerîka piştgirîya wê dikin de hatine kuştin, ji 1000’î derbas bûye û hejmara birîndaran jî ji 7000”î derbas bûye.