Aloziya Îran-Îsraîlê di roja 4’an de ye: Êrîş bandorê li gelan dike

Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev, di roja 4’an de didomin. Hat diyarkirin ku êrîşan bandorê li gelê sivîl kiriye.

Navenda Nûçeyan –  Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê de bi êrîşa bombeyî ya Îsraîlê dest pê kiribû, di roja 4’an de didome.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê: Ji sedî 90’ê windayan sivîl in

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê anî ziman ku di êrîşên Îsraîlê yên heta niha li dijî Îranê pêk anîne de, 224 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 90’ê windahiyan sivîl in. Tehranê li dijî binavkirina Îsraîlê ya êrîşan ku dibêje ‘cerahî’ ye, xwe neqayîl kir û diyar kir ku li hinek waran hejmarek zêde jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîre parastina Îsraîlê: Wê welatiyên Tehranê bedêl bidin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz di daxuyaniya ku dayî de, diyar kir ku Îran gelek bi tirsnak êrîşan dike û welatiyên sivîl dike hedef û got: “Dê welatiyên Tahranê bedêla êrîşên li dijî sivîlan bidin.”

3 kes wenda ne

Li aliyê din saziya weşanê Kan giştî ya Îsraîlê ragihand ku, piştî pêla dawî ya êrîşên Îranê di santrala ceyranê ya Hayfa de şewat çêbûye, li bajarê peravê herî kêm 2 kes bi sivikî birîndar bûne, 3 kes jî wenda ne.

Hinek fuzeyên ku Îranê avêtine Îsraîlê, li derdora Tel Avîvê ketin û 25 kes bi giranî birîndar bûn.

Ji Îranê pêla 8’yemîn a êrîşên fuzeyan

Îranê li dijî Îsraîlê ji nû ve dest bi operasyona fuzeyên balîstîkî kir. Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, beramberî êrîşên Îsraîlê ku warên sivîl lê dijîn kiriye hedef, ji aliyê hêzên çekdarî ve pêla 8’emîn a êrîşên fuzeyên balîstîk destpê kiriye.  

 Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya dayî de, ragihand ku pargala wan a parastina hewayê, hewl daye pêşî li fuzeyên ku ji Îranê hatine avêtin, bigre.  Li gorî Ajansa Serwîsa Lezgîn a Neteweyî (Magen David Adom/MDA) a Îsraîlê, di encama êrîşên bi fuzeyên balîstîkî yên Îranê de, li navenda Îsraîlê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 74 kes jî birîndar bûne. 

 Serokê îstixbaratê yê Îranê hate kuştin

Medya fermî ya Îranê piştrast kir ku Berpirsê Îstixbaratê yê Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Kazimî û Cîgirê wî Hesen Muheqîqî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Îsraîl di 13’ê Hezîranê de li bajarên cûda yên Îranê êrîşên berfireh di destpêkê de tesîsên nukleer, fermandariya navendî ya artêşê hatiye hedefgirtin pêk anî. Serfermandarê giştî yê Îranê, fermarê giştî yê muhafizên şoreşê û hinek fermadarên di asta jor de û hejmarek zanayên nukleer, di êrîşan da jiyana xwe ji dest dane.