Almaz Romî bû şaredara Kobanê

Hevseroka Komîteya Ekolojî ya Bajarê Kobanê Almaz Romî bû Şaredara Kobanê.

Navenda Nûçeyan – Di 29’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û hêzên hikûmeta demkî de peymanek hat îmzekirin. Li gor vê peymanê jî gelek saziyên Rojavayê Kurdistanê entegre bûbana lê hêzên hikûmeta demkî li gor vê peymanê tevnegeriya û di 2’yê Nîsanêde ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve şaredarek ji bo navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanê hat tayînkirin.

Gel daket qadan û xwe neqayîl kir

Ev yek jî bû sedema nerazîbûnan, gel bertekên xwe nîşan dan  û alozî li herêmê derket. Piştî van geşedanan, di navbera her du aliyan de rêzecivîn hatin lidarxistin. Her çend di dema danûstandinan de alozî zêde bû û gelê herêmê bertek nîşan dabe jî, di rojên dawî de aramiyek bi qismî hat jiyîn. Beriya ku hêzên kikûmeta demkî şaredarek ji aliyê xwe ve tayîn bikin, lihevkirinek hatibû çêkirin ku Şaredariya Kobanê radestî rêveberiya Bajarê Kobanê were kirin û şaredar ji aliyê rêveberiya bajêr ve bê destnîşankirin û tayînkirin.

Almaz Romî bû Şaredara Kobanê

Derbarê vê mijarî de jî, Rêveberiya Bajarê Kobanê piştî danûstandinên bi hemû saziyên xwe re, Almaz Romî wek şaredar tayîn kir. Tayînkirina Almaz Romî ji bo Şaredariyê duh bi awayek fermî hat ragihandin. Li gor agahiyan tê payîn ku Almaz Romî îro dest bi erkên xwe bike.

Almaz Romî berê wekî Hevseroka Komîteya Ekolojî û Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê xebat meşandibû.