Aktîvîstên TJA’yê bi çepikan hatin pêşwazîkirin
Jinên ku ji Doza TJA'yê serbest hatin berdan li Amedê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Jinan di pêşwazîkirinê de peyama berdewamkirina têkoşîne dan.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231111-20231111-823x463cc-amd-11-11-23-tjali-kadinlari-karsilama11-jpeg6a016e-image-jpgc302a6-image.jpg)
Navenda Nûçeyan– Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Figen Ekti, Mekiye Ormanci, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Amîne Demîr Çoban hatin tehliyekirin.
‘Em ê her tim li her derê têkoşîna xwe bidomînin’
Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî û Mekiye Ormancı îro ji hêla aktîvîstên TJA'yê, malbatên wan, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk ên Amed û navçeyan, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) ên Amed û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya 78'an li ser rêya Amed û Rihayê hatin pêşwazikirin.
Bedîa Akkaya, di pêşwazîkirinê de wiha got: "Em kesên ku me pêşwazî kirine spas dikin. Em ê her tim li her derê têkoşîna xwe bidomînin.
Pêşwazîkirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.