Aktîvîstên Mexribî: Wekhevî ne îmtiyazek e maf e

Aktîvîstên jin ên Mexribî der barê wekheviya rastîn û dayîna mafên jinan de gotin: "Wekhevî ne îmtiyazek e, ew mafek e û gava bingehîn a avakirina Mexriba demokratîk e."

HENAN HARÎT

Mexrib – Tevî dehsalan ji têkoşînê, wekheviya di navbera jin û mêran de li Mexribê hê jî pêk nehatiye. Tevî destkeftiyên zagonî yên hatine bidestxistin, rastiya rojane valahiyên di maf û derfetan de eşkere dike û gelek jinan dihêle ku bipirsin gelo têra xwe hatiye bidestxistin û gelo hikûmet bi rastî xwedî îradeya siyasî ye ku mafên jinan misoger bike

Ji xewna duh heta bêhêvîbûna îro

Fatima C. Jinek pêncî salî ye ku li taxa Sidi Bernoussi ya Dar El-Baydaa dijî. Di salên 1990'î de beşdarî meşek jinan bû ku dirûşmeyên wekheviyê di mîrat, jinberdan û welayetê de bilind dikir. Îro, Fatima C. bi dengek tijî nostaljî û xemgîniyê diaxive: "Me xeyala jiyaneke cuda dikir, lê tiştê ku em dixwazin hîn dûr e. Me difikirî ku keçên me ne hewce ne ku ew qas têkoşînê bikin, lê niha ew bi cureyek din a cudakariyê re rûbirû ne."

Geşedan û tevgerên ku rû dane

Ji salên 1960'î vir ve, jinên Mexribî dest bi derketina ji siyayan kirin, êrîşî qadên siyasî û sendîkayî kirin û mafên ku nayên dayîn lê têne standin xwestin. Ev gaveke kalîteyî di salên 1980 û 1990'î de dest pê kir, dema ku tevgereke jinan a sivîl a rêxistinkirî derket holê û daxwazên zelal derxist holê ji bo wekhevî, edaleta zayendî û hêzdarkirina aborî û civakî ve.

Di sala 2004'an de Zagona Malbatê hate guhertin ku encama têkoşîneke dirêj bû, di gaveke ku wê demê wek dîrokî dihat binavkirin, lê têrê nekir. Îro, piştî bîst salan, pirsên mezin dîsa tên rojevê: Gelo tiştê ku hatiye bidestxistin têr dike? Gelo biryarder xwedî îradeya rastîn in ku rastiya jinan biguherînin?

'Riya têkoşîna jinên Mexribê hê jî dirêj e'

Çalakvana siyasî û civakî Hind Mumayaz da diyar kirin ku wêneya stereotîpîk a jinan ji ber kombûna têkoşînên rastîn dest bi hilweşînê kiriye û wiha got: "Bi sebir û berdewamiyê, em di afirandina şikestinên kûr di wêneya kevneşopî ya jinan de, ku wan bi malê ve sînordar dike û karûbarên giştî wek qada tenê ya mêran dibîne, bi ser ketin. Me di warê bihêzkirina aborî, beşdarbûna siyasî û gihîştina perwerdehiyê de gavên girîng avêtine, lê hê rêyek dirêj li pêşiya me ye ji ber ku hin avahiyên derûnî û çandî hê jî asteng in, taybet di mijarên wek wekheviya mîratê de. Rewşa heyî ferz dike ku em têkoşîna veguherîna wekheviyê ji sloganekê bo pratîkek berbiçav bidomînin, ji malbatê dest pê bikin û bigihîjin parlementoyê."

'Wekheviya zayendî mijareke civakî ye'

Aktîvîsta hiqûqî û siyasî Kalthoum Musteqîm tekez kir ku wekheviya zayendî ne daxwazek jinan e mijareke civakî ye û wiha axivî: "Wekhevî armanca mirovî ye û ev yek çiqas were xurtkirin dê civak ewqas bi pêş bikeve. Ji ber ku tu pêşketin bêyî edaleta civakî ya rastîn, pêk naye. Bê wekheviyê, em ê nebin xwedî civatek bexşker ku bikaribe hilberînê bike û xizmetê ji welat re bike. Mexrib ji bo baştirkirina rewşa jinan di riyeke rast de bû lê rastî rewşeke nû hatiye ku li gorî armancên çalakvanên jin nîn e. Nebûna wekheviyê bi berdewamiya nexwendin û xizaniyê di nav jinan de girêdayî ye. Wekhevî ne îmtiyazek e, mafek e û ew deriyê yekem e ji bo avakirina Mexriba demokratîk."

'Bê îradeya siyasî wekhevî nabe'

Aktîvîsta mafên mirovan û sendîkayan Esmaa El-Emranî da zanîn ku niha ceribandinek rastîn a îradeya dewletê ji bo guhertinê temsîl dike heye û got: "Di nava tevgera jinan de kêmasiyek di têkildariya bi pirsgirêkên jinan re heye. Ev kêliyek girîng a qanûndanînê ye lê ew dijwariyek civakî ye ku hewceyê aqilmendî û biryardana wêrek e jî. Çareserkirina rewşa jinan divê bi vê qebûlkirinê dest pê bike ku nebûna wekheviyê yekbûna civakî tehdît dike û cudakariya berdewam dibe sedema paşguhkirin û neheqiyê. Jinên Mexribî ne daxwaza îmtiyazan, edalet û rûmetê dixwazin. Em bang dikin ku guh bidin deng û daxwazên jinan û wekheviyê ne weke luks, wek kevirê bingehîn ê avakirina Mexriba dadperwer û hevseng bihesibînin."