Aktîvîstên jin ên Tûnisê piştgirî berxwedana jinên Şêx Meqsûdê
Aktîvîstên jin ên Tûnisê piştî êrîşên li Helebê, hevgirtina xwe ya bi pêkhateyên Sûriyeyê yên rastî êrîşan hatin re anîn ziman.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Li hinek taxên bajarê Helebê yê Sûriyeyê, ji ber berdewamiya pevçûnên bi rêveberiya demkî ku li şûna çareseriyeke siyasî, çareseriya leşkerî hilbijartiye, alozî zêde dibin. Li taxên Kurdan, li dijî sivîlan gelek binpêkirinên çêbûn, avêtina ser malan û koçberkirina bi darê zorê hatin belgekirin.
Di ronahiya qeyranên hevdem ên di serî de Sûriye û Îranê û li deverên cuda yên cîhanê, bangên hevgirtinê ji bo civak û gelên ku rastî pêkanînên serweriya dewletê û zagonên navneteweyî binpê dikin tên, didomin.
Aktîvîstên jin ên Tûnisê, li dijî êrîş û binpêkirinên li ser sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hevgirtina xwe bi civakên li Sûriyeyê yên rastî zextên siyasî, civakî û olî tên re anîn ziman. Aktîvîstên jin, rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê ji ber binpêkirinên mafên bingehîn û rewşa mirovî ya xirabtir a li herêmê berpirsiyar girtin.
‘Em ji bo hemû gelên bindest dengê xwe bilind dikin’
Yek ji rêveberên Partiya Karkerên Tûnisê Rafîqa Raqîq, diyar kir ku yek ji prensîbên bingehîn ên partiye, hevgirtina bi hemû gel û komên bindest re ye û wiha axivî: "Em li kêleka hemû gelên bindest dengê xwe bilind dikin û bi hincetên curbecur desteserkirina dewlemendiya wan red dikin."
Rafîqa Raqîq, destnîşan kir ku Partiya Karkeran mîna aktoreke siyasî, li dijî neheqiyê mafên gel û neteweyan diparêze û li kêleka kesên ku rastî her cure zilm û tundiyê tên radiweste.
‘Jin di bin navê olî û mezhebî de rastî binpêkirinên giran tên’
Aktîvîsta siyasî ya femînîst Fadîla Muhammed jî diyar kir ku komên herî zêde ji pevçûnên li Sûriyeyê bi bandor dibin jin in û jin rastî gelek binpêkirinan mîna tundiya cot, koçberiya bi darê zorê û birçîbûn tên. Fadîla Muhammed, da zanîn ku êrîşên çêdibin, bi taybetî destkeftiyên jinan ên li herêmên Sûriyeyê yên ku bi cihêrengiya xwe ya mezhebî û olî tên nasîn hedef digre û got: "Îro jinên Sûriyeyê, ne tenê tên cezakirin, li ber çavên cîhanê tên qetilkirin û di bin navê ol û mezhebî de rastî binpêkirinên giran tên."
‘Tundî gihîştiye asteke pir giran’
Fadîla Muhammed, diyar kir ku jinên Sûriyeyê li gorî pênaseya xwe, yek ji demên herî dijwar ên dîroka xwe ya nûjen dijîn û da zanîn ku tundî gihîştiye asteke pir giran. Fadîla Muhammed, wiha got: “Di demên berê yên pevçûnê de jî rewş negihîşt vê astê komkujî û binpêkirinan."
Banga têkoşîna hevpar û hevgirtina herêmî
Aktivîsta ciwan Rahma jî da zanîn ku herêm di pêvajoyeke navneteweyî ya bi aloz de derbas dibe û komên civakî bi taybetî li Sûriye û Filistînê li gelek deverên pevçûnê rastî binpêkirinên cidî tên. Rahma, diyar kir ku pêkhateyên li Sûriyeyê bi şêweyên zêde yên zext û tundiyê re rûbirû ne û jin di nava kesên herî zêde bi bandor dibin de ne. Rahma, wiha got: "Tiştê tên jiyîn, binpêkirinên cidî ne ku bi taybetî jinan hedef digrin. Jin, zarok û sivîl rastî tundî, îşkence û pêkanînên zextê tên. Ev yek, encama jîngehên pevçûnê yên ji ber hikûmet û komên çekdar tên jiyîn e.”
Rahma ya hevgirtina xwe ya bi jinên Helebê re anî ziman û destnîşan kir ku jin ji ber nasname û taybetmendiyên xwe yên civakî û çandî rastî binpêkirinan tên.
Rahma, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevbeş û destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî êrîşên dubare yên li ser gelan li deverên cuda yên cîhanê, hevgirtina herêmî û navneteweyî rêbazeke bingehîn e.