Aktîvîstên Jin ên Iraqî bi gelê Kurd re di nava hevgirtinê de ne
Hevgirtina jinên li ser derveyî sînor veguheriye rastiyeke şênber û ev yek di hevgirtina jinan a bi Xeza, Yemen, Libyayê û îro jî bi jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê re jî hat dîtin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq- Aktîvîst û xebatkarên medyayê yên jin ên Iraqê, li dijî dorpêç û êrîşên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê, piştgirî dan jinên Kurd.
Piştgiriya jinên Kurd û ragihandina dijwarî û berxwedana wan a ji bo raya giştî ya herêmî û navneteweyî, bi saya hevgirtina jinan a derveyî sînor xurttir bû. Ev hevgirtin, bi piştgiriya têkoşîna adil a hemû jinan didome. Rojnamevan û aktîvîsta Iraqî Brian Ehmed Zerduşt, diyar kir ku di warên zanistî û çandî yên curbecur de beşdarî komên dilxwaz bûye û serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî bajarê Hesekê kiriye û destnîşan kir ku rewşa heyî ya gelê Kurd li dijî hêzên navneteweyî yên mezin, têkoşîna bidestxistina mafên xwe ye.
Brian Ehmed Zerduşt, diyar kir ku sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi neheqiya pergalî û hedefgirtina rasterast re rûbirû ne û sedema bingehîn a vê yekê jî felsefeya jiyanê ya vî gelî ji ya hêzên serdest û pergala kapîtalîst a cîhanî cuda ye. Brian Ahmed Zerduşt, destnîşan kir ku ev gel tenê daxwaza mafên jiyanê û hebûna bi rûmet dike.
Brian Ehmed Zerduşt, destnîşan kir ku şert û mercên heyî yên dorpêçkirin, pevçûn û çarenûsa nediyar barekî giran li ser jinan e, jin di dema şer de barê herî mezin digrin û diyar kir ku şert û mercên hewaya sar û dorpêça li ser herêmên Rojava zehmetiyên ku malbatên herêmê pê re rûbirû dimînin, girantir kiriy.
‘Di navbera jiyan û mirinê de têkoşînek ji bo hebûnê ye’
Brian Ehmed Zerduşt, bang li jinên herêmê kir ku hevgirtinê bi gelê Kurd û bi taybetî jî bi jinên Kurd ên li Rojava re nîşan bidin û destnîşan kir ku jinên Kurd di parastina rûmeta jinan û gelên herêmê de rola sereke dilîzin û divê ev qencî niha bi piştgirî û hevgirtina ji pêkhateyên cuda bê bersivandin.
Brian Ehmed Zerduşt, diyar kir ku herêmên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dorpêçeke dijwar de ne û niha li bajarê Kobanê xizmetên av û înternetê qut bûne. Brian Ehmed Zerduşt, bal kişand ser girîngiya bihîstina dengê gelê Kurd a ji aliyê civaka navneteweyî ve û diyar kir ku tiştên li dijî Kurdan tên kirin, şerekî bêedalet e û got: “Ev gel tenê daxwaza jiyanê dike û ev têkoşîn di navbera jiyan û mirinê de têkoşîna hebûnî ye. Divê cîhan rastiyên ku ev herêm dijîn bibîne.”
Brian Ehmed Zerduşt, diyar kir ku piştgirî û hevgirtina ji bo gel û pêkhateyên din pêdiviyek e û got: “Ev piştgirî dikare bi riya kampanyayên li ser medyaya dîjîtal, hashtagan an jî tenê bi gotina daxwaza mafan be. Pêwist e hêzên ku sedema bingehîn a êşa gelan in, fêm bikin ku gelê vê axê, jin, ciwan û zarok bi axa xwe ve girêdayî ne û li wir li ber xwe didin."
Brian Ehmed Zerduşt, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Çareserkirina van qeyranan pêwistiyek lezgîn e û li şûna domdariya tundî û bikaranîna çekan ji aliyê hemû kesan ve divê ev pirsgirêk li ser maseya danûstandinên siyasî û diplomatîk werin nîqaşkirin.”
‘Jin bingeha edalet û aştiyê ne’
Parêzvana mafên jinan û seroka Rêxistina Jin û Malbatê ya El-Yas Meryem El-Fertûsî jî diyar kir ku jin di şer û pevçûnan de bedela herî giran didin ji ber tundî, koçberî, xizanî û bêewlehiyê û berpirsiyariyên wan zêde dibin. El-Yas Meryem El-Fertûsî, wiha axivî:
“Jin bi rastiyeke dijwar re rûbirû ne. Jinên Kurd ên li Sûriyeyê bandorên şer dijîn lê rolên xwe yên girîng ên di parastina malbat û civakê, parastina nasname, rûmet û berxwedana xwe de didomînin.”
Meryem El-Fertûsî, bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinên li derveyî sînor û diyar kir ku piştgiriya jinan a ji hev re û mîsogerkirina mafên jinan beşek bingehîn a çareseriya siyasî yan jî mirovî, di bidestxistina edalet û aştiyê de gaveke girîng e.
Meryem El-Fertûsî, bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe di parastina jinan, hesabdayîna sûcdarên ku binpêkirinan dikin û misogerkirina beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de bi cih bîne.
Meryem El-Fertûsî, hevgirtina xwe bi jinên li herêmên şer re nîşan da û got: "Têkoşîn yek e û edalet û aştî bêyî beşdariya jinan nayê mîsogerkirin.”