Aktîvîsta Tûnisî: Tundî tê normalîzekirin

Aktîvîsta Civaka Sivîl a Tûnisî Rehmê El-Felahî derbarê belavbûna dîmenên tundiya li ser jinan de nerazîbûna xwe bi gotinên wekî "Em normalîzekirina bûyerên tundiyê ya li qadên giştî û elektronîk red dikin" nîşan da.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tûnis – Dîmenên tundiya li ser jinan ku di demên dawî de li ser medya dîjîtal tên weşandin, dibe sedem ku mêr ji bo berdewamkirina vê tundiyê cesaret bigirin.

'Li ser medyaya dîjîtal dîmenên tundiyê belav dibin'

Çalakvana Civaka Sivîl a eyaleta El-Qasrîn Rehmê El-Felahî derbarê belavkirina dîmenên ku jin tê de rastî tundiyê tên de nerazîbûnek tund nîşan da. Rehmê El-Felahî got ku “Dîmenên bi vî awayî, di nava komeleyên jinan de bûn sedema şermezarkirinê. Ev komeleyên ku bi lez ji bo hesabpirsîna kujeran ketin nav tevgerê, her tim di refên pêş de parastina mafên jinan kirin û li dijî tundiyê serî rakirin. Di vê demê de tundî bi dizî nayên kirin. Êdî aşkera bûne û li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin. Ev jî dibe sedem ku mêr teşwîqî berdewamkirina tundiyê bên kirin.”

'Em normalîzekirina bûyerên tundiyê red dikin'

Rehmê El-Felahî bal kişand ser sedemên belavbûna bûyerên tundiyê ya di nava civakê de, her wiha rola Komeleya Pêşxistina Pêşketinên Jinên Gundan a di parastina mafên jinan de. Rehmê El-Felahî wiha got: “Zêdebûna tundiya mêran a li ser jinê û bê cezakirina kujeran, bûye sedema belavbûna tundiyê. Komeleya me ev tundî û bûyerên ku li ser medyayên dîjîtan tên belavkirin, bi tundî şermezar dike. Em normalîzekirina bûyerên tundiyê li qadên giştî û elektronîk, red dikin. Em dixwazin ku parastina mafên jinan bê misogerkirin. Her wiha zagon û yasa bên pêkanîn û kujeran ceza bikin. Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku rê li ber belavbûna bûyerên tundiyê bigrin û hemû cureyên tundiya li ser jinan red bikin.”