Aktivîsta Tûnisî: Divê têkoşîna bi şîdetê re bi zanîngeh û ciwanan dest pê bike

Bi zêdebûna rêjeya şîdetê re xebatên hayjêbûnê û zanîna nirxên mirovî xwe ferz dikin. Ji bo vê yekê jî divê ku ji saziyên perwerdeyê were destpêkirin û ji nava ciwanan nêzikahiyeke berfireh were destpêkirin.

NEZÎHA BOSEÎDÎ
 
Tûnis-Saziyên sivîl hewldanên xwe bi paytext û bajarên mezin ên Tûnisê didin destpêkirin loma herêmên din di warê hayjêbûnê de kêm dimînin. Riya pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan, perwerde û zanîna nirx û rêgezan e.

Komeleyên jinan û saziyên civaka sivîl, ji bo kêmkirina şîdeta li dijî jinan dixebitin lê hewldanên wan, ji ber zoriyên di nava saziyan û yên civakî tên astengkirin. Yek ji astengiyan jî nêzikahiya malbatan a li dijî van xebatan e.

Aktivîsta mafên jinan Qamar El-Ziyadî, diyar kir ku rola komeleyan tenê bi afirandina hayjêbûnê bi sînor nîn e di heman demê de li paytext û herêmên din, ji bo ciwan û zarokên ku bi şîdetê re rûbirû dimînin, xebatê didin meşandin.

‘Li dibistanan di navbera zarok û ciwanan de jî bûyerên şîdetê çêdibin’

Qamar El-Ziyadî wiha got: “Ji ber ku van xebatan zêdetir li bajarên mezin tên kirin, herêmên din nayên dîtin. Kampanyayên hayjêbûnê hê jî bi sînor in û ber derfetên bi sînor vê dûrbûna erdnîgarî, ji ber kêmasiya derfetên madî komele nikarin xwe bi awayê bi rêkûpêk bigihîjînin hemû herêman. Yek ji riyên pêşîgirtina şîdetê ew e ku li ber zarok û ciwanan were hînkirin şîdet tiştek ku nayê pejirandin e û divê nêzikahiya li dijî jinan çawa be ji wan re were vegotin. Her wiha divê wezaretên perwerde, zanîngeh, perwerdeya pîşeyî, çand, tendirustî, ciwan û spore, zarok, jin û karên olî, ji bo parastina jinan ji şîdetê, hemû tedbîran bigrin.”

Qamar El-Ziyadî, bal kişand ku şîdet tenê bi kolanan re bi sînor nîn e; hinek kes ji ser medyaya dîjîtal bi navên lixwekirî şîdeta sanal li dijî jinan dikin. Li dibistanan di navbera zarok û ciwanan de jî bûyerên şîdetê çêdibin.

‘Li navendên ciwan û çandê rehbera ji bo têkoşîna bi şîdetê re hatiye amadekirin’

Qamar El-Ziyadî, diyar kir ku van tiştên diqewimin nîşan didin ku nirxên exlaqî pir kêm bûne û got: “Di çarçoveya pêkanîna zagona bi hejmar 58, ji sala 2022’yan ve heta niha ji bo mamosteyan, hem di warê hiqûqî hem jî psîkolojîk de bernameyên perwerdeyê tên lidarxistin. Bi saya vê yekê aramnc ew e ku darazên qalibgirtî werin şikandin, xwendekar û ciwan li dijî bûyerên şîdetê di warê mudaxeleyê de werin perwerdekirin. Her wiha li navendên ciwan û çandê rehbera ji bo têkoşîna bi şîdetê re hatiye amadekirin. Ev rehber, bi Komeleya Yekîtiyê re li wîlayetên Tûnisê, Aryanah, Manouba û Ben Arousê di çarçoveya projeyek di navbera delegasyonên ciwan û çandê de ji bo têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan a li navendên ciwanan û çandê ji bo hîndekar û rêveberan hatiye amadekirin.”

‘Divê di nava civakê de hayjêbûna ji şîdeta li ser jinan hebe’

Qamar El-Ziyadî der barê girîngî û armancên rehberê de wiha got: “Tûnis, di pêvajoyeke ku bûyerên kuştina jinan dubare dibin de ye. Zagona bi hejmar 58, her çendî ji bo parastina jin û zarokên keç û cezakirina êrîşkaran xwedî mekanîzma be jî; têr nake. Divê di nava civakê de hayjêbûna ji şîdeta li ser jinan hebe, çanda mafên mirovan bi jinan re zêde bibe, qalibên paşverû, cudakarî û şîdeta li dijî jinan bi dawî bibe. Ev yek dikare bi vegotinên olî di medyayê de, bernameyên perwerdeyê, perwerdeya malbatê, navendên lêkolînê, xebatên zanistî û zihnî, bi xebatên kêfxweşî û hînkirinê werin kirin.”

Sernavên di rehberê de ev in:
 
A yekemîn: Têkildarî têgeha aktîvasyon û tiştên ku divê werin kirin e. Ji aliyê civakî ve di nav de têkilî, yekbûna civakî, aheng, şahî û xebatên perwerdeyê hene.

A duyemîn: Di xebatên aktîvasyonê de li ser nêzikahiya zayenda civakî disekine. Ev sernav, di nava xwe de cudahiyên di navbera xebatên zayenda civakî û zayenda biyolojîk de dihewîne.

A sêyemîn: Têkildarî rola aktîvasyonên ciwan û çandî yên di pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinan de ye. Çand, nirxên civakî ji û têgihîştinê ji nû ve bi teşe dike, dikare pêşî li şikandina qalibên ku jinan biçûk dixin veke. Ciwan jî ji ber ku ji agahî û pêkanînên nû re vekirî ne, komeke dînamîk in û dikarin di civakê de guherînan çêbikin. Bi navbeynkariya çalakiyên li van navendan, xebatên huner, medya, atolye û têkiliyan dikarin werin kirin. Bi saya vê yekê ciwan dikarin bi van xebatan bibin xwedî tecrube û vê yekê ji civakê re ragihînin.

Peyama dawî ya rehberê jî ev: Pêşerojeke bê şîdet, xeyaleke pêknehatî nîn e. Hewldanên perwerdekarên ku îro rehberiyê dikin û îradeya wan a ji dil di warê parastina nifşê pêşerojê de dibe ku veguhere rastiyê.