Li Sûdanê niha jî li hember jinan terora girtinê destpê kir

Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Nyala Başûrê Darfûrê, çend jinên ku di nav wan de rojnamevan jî hebûn, piştî ku beşdarî komxebatek li ser mafên jinan ku ji hêla rêxistinên herêmî ve hatibû organîzekirin bûn, girtin.

Sûdan – Bi zêdebûna rêjeya binpêkirinên li dijî sivîlan a li Sûdanê ya ji destpêka şer ve, raporên mafên mirovan girtina hejmareke mezin ji jinan li gelek deveran belge kirine. Raporan diyar kirine ku ev binpêkirin di şert û mercên nepenî û bêyî prosedurên qanûnî yên zelal de hatine kirin, ku ev yek fikarên li ser rewşa jinên girtî zêde dike.

Duh Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li Nyala ya li Başûrê Darfûrê rojavayê Sûdanê hejmarek jinên di nav wan de rojnamevan jî hebûn, girtin. Piştî ku ev jin beşdarî komxebatekê ku ji hêla rêxistinên "Jinên Rojnameger ji bo Aştiyê" û "Em Diaxivin" ve bi hevkariya Rêxistina Pêşxistina Jinan a Sûdanê ve hatibû organîzekirin bûn, rastî terora RSF’ê hatin. Di komxebatê de, jinan li ser mafên xwe yên di peymanên navneteweyî û qanûnên neteweyî de, bi taybetî biryara NY 1325, nîqaşan kirin.

Nêzî 25 jin beşdarî komxebatê bûn û RSF’ê ew di sibehê de bi karanîna wesayîtên şer û hêmanên bi cilên sivîl ji malên wan girtin. Kesên girtî bêyî ku tu sûcdariyek li dijî wan were vekirin an jî werin darizandin, birin girtîgehan.

Çend rêxistinên jinan, di nav de rêxistina "Ji Zordariya li ser Jinan re Na", girtina jin û rojnamevanên jin li Nyala şermezar kirin û daxwaz kirin ku rêxistinên jinan û RSF tavilê hemû jinên ku di girtîgehên Hêzên Piştgiriya Lezgîn de girtî ne, serbest berdin.

Rêxistinên jinan nîgeraniya xwe li ser tenduristî û ewlehiya girtiyên li Nyala anîn ziman, bang li wan kirin ku serbest bên berdan û destûr bê dayîn ku parêzer bi wan re hevdîtin bikin û lênêrîna tenduristiyê ya pêwîst ji kesên nexweş re were peydakirin. Ev girtin bi girtinên din ên ku bandor li hejmarek ji xebatkarên Nexweşxaneya Pizîşkî ya Leşkerî li Nyala kirin û veguhestina wan bo girtîgehan bêyî ku sedemên girtinê û sûcdariyên li dijî wan werin zelalkirin re hevdem bûn.