Aktivîsta mafên jinan Alya Motabalzadeh hate berdan
Li Îranê aktivîsta mafên mirovan û wênekêş Alya Motabalzadeh piştî bi kefaletê hate berdan, şeva 13’ê Çileyê ji girtîgeha Vakilabad a li Meşhedê derket.
Navenda Nûçeyan – Alya Motabalzadeh ya girtiya berê ya siyasî ye, di dema merasîma cenazeyê parêzer Xosro Elî Kurdî li Meşhedê hatibû binçavkirin. Piştre Alya hatibû girtin û şandibûn girtîgeha Vakilabadê.
Keça Alya Motabalzadeh Xezal Abdullahî, derbarê rewşa dayîka xwe de daxuyaniyek da. Xezal diyar kir ku berdana dayîka xwe, bi rêya telefonê ji bavê xwe bihîstiye. Li gorî Xezal Abdullahî, tehliyeya Alya Motabalzadeh, piştî ku kefalatê razandine hate pêkanîn û bi vî awayî girtina wê ya li girtîgeha Vakilabad bi dawî bûye.
Alya Motabalzadeh berê jî gelek caran hatibû binçavkirin û rastî cezayên giran hatibû. Alya Motabalzadeh ku girtiyek berê ya siyasî ye, berê ji ber sûcên ‘li dijî ewlehiya netewî kombûn û hevkarîkirin’ û ‘propagandaya li dijî pergalê kiriye’ hatibû darizandin û bi giştî 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Berdana Alya Motabalzadeh, di demek ku li Îranê li dijî parêzvanên mafên jinan û aktivîstên civaka sivîl zext didome de pêk hat.