Aktivîsta Iraqî: Li herêmên şer rewşa mirovî gelek xirab e
Aktivîsta Iraqî Nof Asî, bal kişand ku ji bo peywir wê şandine Darfûrê, da zanîn ku alîkariya mirovî li herêmên şer hem xweş e hem jî zor, bêhnfirehî, cesaretê dixwaze.
RECA HAMID REŞÎD
Iraq-Aktivîstî ıraqî Nof Asî ya ku li Darfûrê di warê alîkariya mirovî de dixebite, di bernameyên parastin û bihêzikirina jinan de pispor e. Nof Asî niha li herêma Darfurê peywira qadê dike. Berê jî li gelek welatan li herêmen bi şer û yên ku krîzên mirovî hebûn xebitiye û bûye xwedî tecrubeyek baş.
Nof Asî, diyar dike ku zêdetir di rewşên lezgîn de bi komen xebatên alîkariya mirovî re xebitiye, ji bo dest bi xebatên alîkariyên mirovî bike, bernameyan saz ike û xizmetên bingehîn domdar bikin bi du koman re wan şandine heremê. Nof asî wiha dibeje: “Destpêkê em ten, xizmetan dikin û heta ku em tên asteke bikaribin komên herêmî xebatan bimeşînin, em dixebitin.
Di nava şer û pevçûnan de peywira xwe dikin
Peywira Nof Asî li Darfurê di nava pevçûnan de dest pê kiriye. Ji bo zoriyên sereke yên jin û keçên ciwan dikşînin tesbît bike, lêkolîna qadê kir û li gorî vê bernameyeke guncaw a parastinê amade kir. Niha di merheleya avakirina komê de ye, ji bo bikaribin xizmetan ji jinan û zarokên keç re bikin amadekariyê dike
Kokên şexsî û malbatî
Dema ku pirs sedema xebata dê vî warî de jê tê kirin; dibêje ku li Iraqê di navbera du şeran û pevçûnên domdar de mezin bûye, bandor li ser kiriye û wiha didomîne:
“Nifşê me di nava şer de cavên xwe vekir. Bi alîkariya mirovî min dikaribû xwe îfade bikira. Bandora malbata min jî di vî warî de li ser min çêbû. Dayîka min di serdemên şer de bi dilxwazî hemşîretî dikir, bavê min mamosteye zimane Erebî bû, di sala 1970’yan de li gelek welatan tevlî kampanyayan bûbû. Xwişka min a mezin jî di Heyva Sor û gelek saziyên alîkariya mirovî de tevlî gelek kampanyayên ku li welat hatibûn lidarxistin bû. Ji ber ku di atmosferek wiha de mezin bûm bi xwezî ber bi xebatên wiha ve hatim.”
Ji dilxwaziyê ber profesyoneliya navneteweyî ve
Nof Asî, di temenê zarok de bi dilxwazî xebitî. Piştî sala
2003’yan bi zêdebûna tevgerên alîkariya mirovî yên li Iraqê re di salên xwe yên zanîngehê de û piştî wê gelek hewldanan kir. Yek ji wan jî projeya wê ya pirtûkxaneyê ya li Nexweşxaneya Zarokan a Bexdayê bû. Bi taybetî ji bo zarokên nexweşên penceşêrê di dayîna dersên psîkolojîk de dibû alîkar. Piştî ku mezûn bû, di saziyeke Iraqê de xebitî û destek da gelek projeyan. Projeya ku derket pêş a bi navê “Bexda Dar es-Selam” bû. Projeya wê deh sal domiya, hewl da dilxwaziyê teşwîq bike, di navbera ciwanan de çanda aştiyê belav bike û behreyên wan bi pêş bixe. Dûre li bajarên din ên Iraqê belav bû, bi navê (IQ Peace) hat nasîn.
Nof Asî diyar dike ku li ser bernameyên bihêzkirina jinan kûr bûye û ji xebatên herêmî ber bi xebatên navneteweyî ve çûye wiha dibêje: “Di krîza Irqa, Sûdana Başûr û Sûriyeyê de min peywir girt. Dûre min berê xwe da herêmên rewşa lezgîn. Vê qadê mudaxeleya lezgîn û amadekirina bernameyên di demên kurt de dixwaze. Di jiyana xwe ya pîşeyî de ez li welatên weke Bangladeş, Yemen, Libya, Zimbabve, Efganistan û Sûdanê xebitîm û li Xezayê min bernameya parastinê ava kir.”
Zoriyên ku jinan di xebatên alîkariya mirovan de dikişandin
Dema ku mirov pirs zoriyên kişandine dike dibêje ku di wê qadê de rastî pirsgirêkên weke gera jinan û xebata bêîstîqrar hatiye û wiha didomîne: “Li gorî xebatkarên mêr, pejirandina jinan ji bo van xebatan zortir e lê bi desteka malbata xwe min wan zoriyan derbas kir. Yek ji zoriyên din jî girtina pasaporta Iraqê û vîzeyê bû. Li hinek welatan ji ber astengiyên çandî, pejirandina jineke di pozîsyona pêşeng de zor e. Min vê yekê bi bêhnfirehî, bi koman re bi danîna têkiliyên mirovî û bi avakirina atmosfera hevkariyê ava kir.”
Li Darfurê rewşa mirovî zor e
Nof Asî diyar dike ku li Darfurê rewşa mirovî ya jinan û zarokên keç heta tu bibêjî xirab e û wiha berdewam dike: “Li kampan zarok di bin mercên zor de dijîn û gelek ji wan bi xeterên şîdet û destdirejiyê re rûbirû ne. Ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn û kêmasiya fînansmanê, kêmbûna saziyên mirovî pêdivî zêdetir dibin.”
Xeterên rojane û tecrubeyên zor
Nof Asî, diyar dike ku bi taybetî li herêmên ku ewlehî tune ye, her roj rastî rewşên zor tê, li herêmê nexweşiyên şewbê yên weke ta, kolerayê hene, rewşa ewlehiyê xirab e û bi rojan nikarin xwe bigihîjînin hinek herêman û wiha didomîne: “Her wiha jiyana di mercên zor de mayîna li konan, têkoşîna bi kêzik û dûpişkan re di wan mercên giran de gelek zor e her kes nikare tehemul bike lê li herêmê mer wiha ne.
Kêliyên mirovî yên nayên jibîrkirin
Nof Asî diyar dike ku yek ji kêliyên zêdetir bandore li ser kiriye ew bûye ku keçek 9 salî hatiye ba wê, giriyaye û wê hembêz kiriye û wiha dibêje: “Hat li ser çokên min rûnişt, heta ku hinek bêhna wê derket sekinî û dûre axivî. Van kêliyên wiha ji bîra min naçin û min ji bo berdewamiya xebatê motive dikin.”
Dersên jiyanê
Nof Asî diyar dike ku dersên ji xebata xwe girtiye ev in: Sebir, sazkirina ahengiyê, teqdîrkirina hûrgiliyên biçûk ên jiyanê, mutewazîbûn, famkirina mirovan û zanîna girîngiya desteka psîkolojîk. Nof Asî balê dikşîne ku girtina desteka psîkolojîk ne şerm e, dijberî wê ji ber tecrubeyên zor ên di vê qadê de pêwist e û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Alîkariya mirovî li herêmên şer, hem zor e, bêhnfirehî, cesaret û zelaliyê dixwazin lê tevî hemû zoriyan jî xelateke manewî ya bêhempa ye.”