Aktivîsta Efgan Nesîme Sadat li Pakistanê hat binçavkirin
Çalakvana Efganî Nesîme Sadat a ji ber zextên Talîbanê neçar ma ku welat biterikîne û çû Pakîstanê hat binçavkirin. Metirsî heye ku wê vegerînin Efganistanê.

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta mafên jinan û mafên mirovan a Efgan Nesîme Sadat a ji ber zextên Talîbanê neçar mabû welat biterikîne, li Pakistanê hat binçavkirin.
Li gorî nûçeya hatiye weşandin, Nesîme Sadat niha bi xetera bi zorê şandina Efganistanê re rûbirû ye. Aktivîstên mafên jinan, ji ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal agahî dan û bang li saziyên mafen mirovan kirin ku tedbîrên lezgîn û bi bandor bigrin.
Tevlî çalakiyên li kolanan bûbû
Nesîme Sadat, yek ji jinên tevlî çalakiyên kolanan li dijî zextên Talîbanê yên li ser jinan derdiketin bû. Piştî ku bi polîtîkayên zextker çalakî hatin rawestandin jî çalakî û berxwedana xwe domand lê di encamê de neçar mabû Efganistanê biterikîne.
Ji Pakistan û Îranê salek zêdetir e penaberên Efgan tên dersînorkirin loma der barê pêşeroja aktivîstên mafên mirovan, rojnameger, jinên muxalif û xebatkarên berê yên hikumetê de her diçe fikar zêdetir dibin.
Dersînorkirin binpêkirina mafên penaberan e
Dersînorkirina parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî jî jinên li dijî Talîbanê derketine, ne tenê binpêkirina mafên penaberan ên di zagonên navneteweyî de ye, di heman demê de ev kes bi xetera gef, girtîgeh, îşkence û şandina Efganistanê ya di bin rêveberiya Talîbanê de rûbirû ne.
Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’ê de careke din hat ser desthilatdariyê, bi taybetî jin, rojnameger, aktivîstên civaka sivîl û nijadên cuda, rewşa mafên mirovan pir xirab bûye. Talîbanê tenê pêşî li azadiyê negirtiye; di heman demê de bi binçavkirin, îşkence, windakirin û birandina dengê muxalifan serî li her rêbazê daye. Şandina bi zorê ya muxalifên ku li dijî Talîbanê derketine tê wateya teslîmkirina vê hêza xextkar.