Akademiya Jineolojî ya Qamişlo semînerek lidarxist

Îro akademiya Jineolojî ya Qamîşlo bi tevlêbûyîna 12 saziyan ve li ser amadekirina raporên sûcên şer semînerek lidarxist.

Navenda Nûçeyan – Îro li Qamîşlo ji hêla akademiya Jineolojî ve li ser amadekirina sucên şer semînerek hate lidar xistin. Di semînerê de li ser amadekirina tawanên şer û girîngiya amadekirina raporan nîqaş pêşket. Divê çi û çawa were ragihandin, bi awayekê berfireh hate nîqaş kirin.