Akademiya Şehîd Aqîde hewl dide jinan û ciwanan bike xwedî hêz
Akademiya Şehîd Aqîde ya Perwerde û Fêrkirina Jin û Ciwanan bi perwerdeyên ku dide hewl dide jinan û ciwanan bike xwedî hêz.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Perwerde, kilîta deriyê pêşerojek geş ji mirovan re vedike ye û pêvajoya hînbûn û bidestxistina zanînê ye. Bi vî rengî em agahdarî, jêhatîbûn, nirx û têgihîştina li ser cîhana li dora xwe digrin. Akademiya Şehîd Eqîde ya Perwerde û Fêrkirina Jin û Ciwanan a li ser navê Yadê Aqîde ku di êrişa dewleta Tirk de sala 2019’an hatibû qetilkirin li Navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vekirin, xwedî armancek bi vî rengî ye. Akademiya Şehîd Aqîde, ji bo ku jin û ciwanên civakê zane bibin perwerdeyên curbecur dide û derfetên fêrkirinê ji wan re diafirîne.
Rêvebera Akademiya Şehîd Aqîde Nîroz Esed behsa kar û xebatên akademiyê ji ajansa me re kir.
‘Ev akademî bi xwe xweser e û beşek bi edaleta jinê ve girêdayî ye’
Nîroz Esed da zanîn ku ev demeke dirêj e amadekariyên vekirina akademiyê hatine kirin û wiha got: “Lê bi awayê fermî, ev saleke me dest bi xebatên wê kiriye. Di beşa me ya vir de perwerdeya îdeolojîk dihat dîtin. Di nav de beşên edalet, rêxistinkirina civakê û xebatên mala jinan jî tê de cîh digirtin. Ev akademî bi xwe xweser e û beşek bi edaleta jinê ve girêdayî ye. Heya salekê jî perwerdeyên me wek semîner, carnan hefteyek bû. Bi piranî di aliyê zagonî û civakî de li ser dihat seknandin. Lê piştî salekê me di hin mijaran de li ser perwerdeya xwe hîn beşên din jî zêde kirin.”
‘Ji bo başkirina rewşa jinan em dixebitin’
Nîroz Esed bal kişand er derfetên perwerdekirinê yên ku ji jnan re diafirînin û wiha berdewam kir: “Rewşa ku em niha tê de ne, rewşeke ji bo jinan zehmetiyên wê pir zêde ne. Di vê mijarê de me xwest ji bo jinan em hîn beşên din bipêş bixin. Gelek jin hene ku nikarin di mal de debara xwe bikin, bi rewşên zor re rû bi rû dimînin û nikarin xwe birêxistin bikin. Rewşa ku niha em tê de ne, li ser derûniya mirovan gelek bandorên neyînî dike û ev li ser rewşa jinan bêtir bandorê dike. Bi rêya vê akademiyê me xwest jinan ji wê rewşa heyî dûr bixin. Gelek jin hene ku tenê mayîna wan a di malê de bandorê li ser fikir û derûniya wan dike. Lê bi vê perwerdê re gelek pêşketinên ku di aliyê van jinan de dibînin hene.”
‘Herî dawî me beşa ragihandinê lê zêde kiriye’
Nîroz Esed beşên perwerdeyê yên ku vekirine jî vegotin û wiha pê de çû: “Beşên ku me destpêkê vekir, beşa dirûtinê bû. Piştre me beşên wê zêde kirin. Niha çend beşên wê hene. Yên wek beşa kuafor, beşa sof, beşa teknîkî ne. Herî dawî jî me beşa raghandinê lê zêde kir. Bi vekirina van beşan re gelek kes jî ji vê xebatê bandor dibûn û bi xwe dihatin serlêdan dikirin ji bo tevlî vê xebatê bibin. Dema ku di ciyekî de kar û xebat lawaz dikeve, gelek kes berê xwe didin derveyê welat. Ji bo em pêşî li van pirsgirêkan jî bigrin, me xebatek wisa da pêşiya xwe.”
‘Em dixwazin li herêmên din jî bipêş bixin’
Nîroz Esed diyar kir ku ji bo beşên akademiyê li hîn bajar û nevçeyên din jî vekin, di nav hewldanan de ne û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dema ku me dest bi vê xebatê kir, di aliyê aborî de me hinek zehmetî kişandin. Lê bi pêşxistina kar û xebatê re me gelek destek ji vê xebatê girt. Wek akademiya yadê Aqîde, hewldanên me bi piranî li ser mijara dayîk çawa dikare ji vê civakê re bibe mînak bipêş dikevin. Ji bo ciwan hîn bêtir bikaribin rolek mezin bilîzin, projeyên me yên demên pêş jî hene. Em dixwazin li heremên din jî van xebatên xwe yên akademiyê bipêş bixin.”