Akademîsyenên zanîngeha Şîrazê çalakiyên xwe rawestandin
Ji ber ku daxwazên wan ên mafdar û sendîkayî nehatine bicihanîn, akademîsyenên Zanîngeha Şîrazê biryar dan hemû çalakiyên fêrkirin, lêkolîn û rêveberiyê rawestînin.
Şîraz – Ji ber ku mafên kesane û daxwazên sendîkayî yên akademîsyenan pêk nehatine, Sendîkaya Fakulteya Zanîngeha Şîrazê li Îranê ragihand ku ew ê hemû çalakiyên fêrkirin, lêkolîn û rêveberiyê rawestînin.
Hevdîtin bêencam man
Li gorî daxuyaniya sendîkayê, endamên fakulteyê ji bo çareserkirina daxwazên xwe bi rayedarên zanîngehê û Wezareta Zanistê re gelek hevdîtin pêk anîne. Lê belê sendîkayê diyar kir ku bi van hevdîtin û danûstandinan bi awayê tê xwestin bi encam nebûne. Ji ber vê yekê, endamên fakulteya Zanîngeha Şîrazê biryar dan ku çalakiyên xwe heya bicihanîna daxwazên xwe bidomînin.
Piştgiriya ji bo Yekîtiya Sendîkayên Îranê
Sendîkaya Fakulteya Zanîngeha Şîrazê her wiha piştgirî da çalakiyeke bi heman rengî ya ku ji aliyê Yekîtiya Sendîkayên Fakulteya Zanîngehên Îranê ve hatibû destpêkirin. Di daxuyaniyê de careke din bal hat kişandin ku pêwîst e daxwazên rewa yên akademîsyenan werin bicihanîn .
Banga ji bo rêveberiya zanîngehê
Sendîkayê bang li rêveberiya Zanîngeha Şîrazê kir ku pabendî peymanên bi Yekîtiya Fakulteya Navendî re bibe û sozên der barê çareserkirina pirsgirêkên akademîsyenan de hatine dayîn, bi cih bîne.
Bandora li ser serdema nû ya akademîk
Tê gotin ku heke rawestandina çalakiyan berdewam bike, ev rewş dikare bandoreke neyînî li ser çalakiyên perwerdeyê yên beriya destpêkirina serdema akademîk a nû bike.