Agirê azadiyê cejna Newrozê di bîra gelê Kurd de her dem geş e

Saliha Keleş a li bajarê Qamişloyê dijî, da zanîn ku tevî zext û desthiladariya dewleta Baasê jî wan bi îsrar Newroza xwe pîroz kirine, got ku îsal jî dê bi ked û têkoşîna bi salên dirêj Newroza xwe bi coş pîroz bikin

 ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Ji bo gelê Kurd Newroz ne tenê destpêka biharê ye, di heman demê de tê wateya agirê azadiyê. Tevî qedexe û astengiyên bi salan ên ji aliyê dewletên desthiltdar ve hatibûn ferzkirin jî Kurd heta roja îro di pabendbûna xwe de bi îsrar man û di 21’ê Adarê de cejna Newrozê weke sembola hêz û berxwedanê pîroz dikin. Ji bo gelê Kurd, Newroz ne pîrozbahiyeke demkî ye, peyameke nû ye nasnameyeke ku bi têkoşînê tê parastin qet nayê jibîrkirin e.

Îsal jî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê tevî êrşên berdewam ên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cejna newrozê pêşwazî dike. Saliha Keleş yek ji wan kesan e ku bi salan e Newrozê pîroz dike, ji ajansa me re diyar kir ku tevî zextên dema Baasê jî wan bi îsrar Newroza xwe pîroz kirine, îsal ji wê bi ked û têkoşîna salên dirêj Newroza xwe pîroz bikin.

‘Newroz ji bo me Kurdan roja serkeftinê ye’

Saliha Keleş diyar kir ku Newroz ji bo wan weke gelê Kurd rojeke nû ya azadî û serkeftinê ye, bi pêkhateyên herêmê re bi ruhê biratiya gelan agirê Newrozê bi hev re gur dikin û got: “Newroz ji bo me gelê Kurd rojeke nû û sembola têkoşîna me Kurdan e. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Çerkes bi hev re roja Newrozê pîroz dikin. Di wê rojê de bi ruhê biratiya gelan em agirê Newroza xwe gur dikin û soza têkoşîna xwe dubare dikin.”

‘Bi keda têkşîna me ya salan em Newroza xwe bi serfirazî pîroz dikin’

Saliha Keleş da zanîn ku gelê Kurd li hemberî rejîma Baas bi îsrar têkoşîna xwe domandiye, her sal Newroz xwe bi serfirazî pîroz kiriye û wiha berdewam kir: “Gelek cudahî di navbera Newrozên me yên beriya Şoreşa Rojava û piştî Şoreşa Roja de hene. Di dema rejîma Baasê de roja cejna Newrozê kiribûn roja 21’ê Adarê cejna dayêkê, ji bo ku gelê Kurd Newroza xwe pîroz neke. Ruxmî ku rejîma Baasê desthiladarî, zext û zoriyê li me dikir jî em bi îsras bi Newroza xwe ve girêdayî bûn. Dema ku dibihîstin Kurd li cihekî Newrozê pîroz dikin êrîşî wî cihê dikirin, bi lêdan gelek kesan dîl digrtin. Gelê Kurd li hemberî van êrîşan bi îsrar bû, bi salan têkoşiya da ku em bi serfirazî Newroza xwe pîroz bikin. Me ev roj jî dîtin bi ked, têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî hemû dewletên cîhanê em Newroza xwe bi serfirazî pîroz dikin.”

‘Em ê bi yekîtiyê dijmin têk bibin’

Saliha Keleş di dawî de cenja Newrozê li hemû Kurdan pîroz kir û da zanîn ku bi yekbûna Kurdan wê dijminê xwe têk bibin û wiha bi dawî kir: “Dema ku em agirê Newrozê geş dikin hesteke cuda di hundirê me de cêdibe, em bi ked û têkoşîna xwe agirê Newroza xwe geş dikin. Agirê Newroza sala 2026’an wê bi dirûşma “Yekîtiya Gelê Kurd” wer vêxistin. Em ê bibin yek ji ber ku dijminê me dijminekî hov e û qirkirina me Kurdan dixwaze. Em ê jî weke gelê Kurd bi yekbûna xwe  dijmin têk bibin û her sal bi coş û heyecaneke pir xurt em ê Newroza xwe bi serfirazî pîroz bikin, Newroz li tevahî gelê Kurd û malbatên şehîdan pîroz be.”