Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê hatin girtin

Aktîvîsta civaka sivil Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê Vefa Salehî, hatin girtin û sewqî beşên giştî yên du girtîgehên cuda hatin kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, Aktîvîsta civaka sivil Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê Vefa Salehî ji 18’ê meha Çileyê ve girtî ne. Afsûn Elîmardîan şandin Girtîgeha Evîn û hevjinê wê jî şandin beşa giştî ya Girtîgeha Mezin a Tehranê.

Di raporê de hate diyar kirin ku di dema binçavkirinê de amûrên wan ên elektronîkî û herdu zarokên wan hatine desteserkirin. Di hevdîtina bi malbatê re hate kirin de, hat ragihandin ku Afsûn Elîmardîan şandin Girtîgeha Evîn û hevjinê wê jî şandin beşa giştî ya Girtîgeha Mezin a Tehranê.

Çavkaniyên nêzîkî aktîvîstan, diyar kirin ku karûbarên berdana demkî ya bi kefaletê berdewam dikin.

Karsaz û aktîvîstek civaka sivil Afsûn Elîmardîan, di sala 1974’an de ji dayik bû û zêdetirî 15 salan di qadên sivîl û civakî de xebat dimeşîne.

Her hevjîn, di alîkariya deverên ku ji karesatên xwezayî bandor bûne, karsaziya jinan, piştgiriya zarokên hewcedar û misogerkirina berdana girtiyên bêsûc de rolek çalak lîstin.

Her wiha Afsûn Elîmardîan bi rêya koma "Yaran-e Nejat", di nava 9 salan de ji bo berdana zêdetirî 100 girtiyan û ji bo pêkanîna aştî û lihevhatinê xebat meşand.