Adalet Kaya: Riya sêyemîn dê bi têkoşîna hevpar a gelan ava bibe
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Edalet Kaya li ser şerê Îsraîl-Îranê nirxand, diyar kir ku rejîmên otorîter ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û got ku çareserî “Perspektîfa riya sêyemîn” e.

Amed - Îsraîlê, li dijî saziyên nukleer ên Îranê roja 13’ê Hezîranê dest bi êrîşên bi navê “Operasyona şêrê bilindbûyî” kir. Li ser bersivên Îranê serê Îsraîl-Îranê dest pê kir.
Di demeke ku şer bi êrîşên herdu aliyan de didome de serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, got ku şer tenê bi astengkirina hilberîna çekên nukleer bi sînor nemîne, hedefa wan “guhertina rejîma Îranê” ye.
Şerê Îsraîl-Îranê di roja 6’an de didome, ev rewş jî nîşan dide ku bi domandin û berfirehbûna şer re, mirin, koçberî, krîzên aborî, zêdebûna sûcên li dijî mirovahiyê, texrîbatên ekolojîk çêbibin.
Parlamentera DEM partiyê ya Amedê Adalet Kaya, li ser serê Îsraîl-Îranê û bandorên wê yên li ser herêmê nirxandin kir.
‘Şer her tişt hildiweşîne’
Adalet Kaya diyar kir ku şîdet, alozî û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn didomin, bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê re ketiye merheleyeke nû, wiha got: “Em şahidî ji pêvajoyeke ku şîdeta şer zêde bûye re dikin. Ger ev agir neyê vemirandin; dê gelê sivîl, kampên penaberan, mekanên ji dîrokê mîras mane û ekolojî texrîb bibe.”
Xezayê mînak da
Edalet Kaya bi gotinên; “Dirêjbûna şer, tê wateya kuştina mirovên sivîl, tunebûna pêdiviyên jiyanî û xelayê” û behsa trajediya li Xezayê didome kir.
Adalet Kaya bal kişand ser kûrbûna pevçûnên di navbera Îsraîl-Îranê û krîzên ku ji ber belavbûna wê li herêman çêbibin û wiha domand: “Bi zêdebûna pevçûnan re dê bi milyonan mirov ji warê xwe derbikevin, krîzeke din a penaperiyê çêbibe. Em mirovên li vê herêmê dijîn dizanin ku aboriya li herêmê çendî xirab e. Bi têkoçûna aborî re dê rêjeya bêkariyê zêde bibe û ev yek jî dê bêaramî û bêewlehiya civakî zêdetir bike. Ger şer kûr bibe dê ji bo herêmê bêîstîqrariyê zêde bike. Dibe ku ev şer ji bo welatên cîran Lubnan, Sûriye û Iraqê pêleke nû ya kaosê bi xwe re bîne. Ev yek jî dibe ku heta kendav û Derya Spî biçe. Ger şer dirêj bibe, tablo ji bo gelan heta tu bibêjî tarî û texrîbkar e. Zorî û travmayên ku ji ber şer çêdibin, bi xwe re perçebûna di navbera civakan de kûrtir dikin. Bi vê yekê dê tunebûna baweriyê, hestên bi nefret û tolhildanê bi xwe re bîne.”
Adalet Kaya wiha got: “Ji ber zext û înfazên rejîma Îranê yên li ser gel, li dijî van êrîşan desteka gel ji rejîmê re tune ye. Ev rewş dê bi xwe re bemeşrûyetiya civakî ya ku nikar barê şer bigre bîne. Ji aliyê aborî, civakî û mirovî ve dê krîzên ku heta niha nehatine dîtin çêbibin. Ev rewş, xwedî potansiyeleke wisa ye ku dibe bibe yek ji felaketên herî mezin di dîroka mirovahiyê de.”
‘Rejîmên otorîter li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin’
Adalet Kaya diyar kir ku rejîmên otorîter li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û wiha got: “Em dizanin ku Îran jî Îsraîl jî rejîmên otorîter in li gorî berjenwendiyên xwe tevdigerin û ji bo pêşeroja gelan tiştek baş nakin. Îran, li derve, xwe xwedî îmaja ‘eniya berxwedanê’ nîşan dide lê li hundir li dijî ciwanên Kurd, jinan û şoreşgeran polîtîkaya zext û înfazê dimeşîne. Ji ber vê yekê, polîtîkayên Îranê yên li herêmê û nêzikahiya mezhebî, dibin sedem ku desteka Kurdan jê re tunebe. Polîtîkayên dagirker û netewperest ên Îsraîlê ji bo gelên Rojhilata Navîn azadiyê naynin. Ji ber vê yekê ‘Riya Sêyemîn’ ji bo gelên Rojhilata Navîn, tekane riya çarsereriyê ye.”
‘Çareserî riya sêyemîn e’
Adalet Kaya, li ser riya sêyemîn jî wiha got: “Mebest bi vê yekê ev e: Li cihê pergalên navendparêz, pêdivî bi modeleke rêveberiyê ku ji binî bilind dibe, rêxistinkirinê diparêze, civakên cihî dikarin mekanîzmayên xwe yên biryarê ava bikin heye. Ev ne tasfiyeya dewleta navendî ye, naskirin û parvekirina rayeya bi awayê makezagonî ye. Bi vê yekê re dema ku bi beşdariya komên ji baweriyên cuda û nijadên cuda pergal were avakirin, cudahiyên civakî weke dewlemendî were dîtin dê zihniyeteke nû çêbibe. Divê li Îsraîlê welatiyên Ereb, li Filistînê kêmarên Yahûdî, li Îranê jî Kurd û Azerî bikaribin bi nasnameyên xwe li herêmên demokratîk xweser, di warê perwerde, çand, hiqûq û pergala xwe de xwe bi rêve bibin. Riya sêyemîn ne bi fuzeyan dê bi têkoşîna hevpar a gelan ava bibe. Kurdan bi tecrubeyên xwe, nîşan dan ku ne di bin siya dewletan de, jiyana ku bi îradeya hevpar a gelan şîn bibe pêkan e. Ji ber wê di serê Îsraîl-Îranê de sekna Kurdan dê li gorî perspektîfa riya sêyemîn be.”
‘Demokratîkbûn û aştî pêkan e’
Adalet Kaya, gotinên xwe wih bi dawî kir: “Li cihê ku aloziya li Rojhilata Navîn bidome û êşên berê hatine kişandin dubare bibin, a herî baş ‘veguherîna demokratîk’ e. Herêm dema ku bikaribe di nava xwe de rêgezên ‘welatîbûniya wekhev’ ‘biryarên xweser’ û ‘aîdiyeta piranî’ kûr bike dê başbûna kolektîf û aştî pêkan be.”