‘Aboriyeke serbixwe rê li ber kêmkirina tundiya li dijî jinan vedike’

Doçenta Alîkar Mardîn Mûhsîn Ferec a li Zanîngeha Silêmaniyê erkdar e, destnîşan kir ku ji bo jinan pir girîng e xwedî aboriyeke serbixwe bin, da ku bikaribin ji tundiyê dûr bisekinin û di pirsgirêkên civakî de biryarên serbixwe bidin.

DÊRÎN REHÎM

 Silêmanî –Yek ji faktorên herî girîng ên avakirina hevsengiya zayendî, beşdariya jinan a di bazara kar de ye. Tevlîbûna jinan a di sektora taybet de, dahatiyeke serbixwe bi xwe re tîne. Aboriya serbixwe, ji bo kêmkirina pirsgirêkên civakî û ji bo ku jin mafên xwe bi dest bixin û biparêzin, mîna çekeke bihêz e. Jinên ku serxwebûna xwe ya aborî bi dest xistine, xwedî bandor û hêzeke mezintir in li ser malbat û civaka xwe.

Têkildarî mijarê, Alîkarê Profesor li Zanîngeha Silêmaniyê Mardîn Mûhsîn Ferec ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

‘Li Rojhilata Navîn aboriya jinan ne serbixwe ye’

Mardîn Mûhsîn Ferec di destpêka axaftina xwe de pênaseya aboriya serbixwe kir û wiha bilêv kir: “Aboriya serbixwe tê wê wateyê ku her jin xwedî dahateke taybet be ku bikaribe jê teserûfê bike. Ji bo serxwebûna aborî çend pîvanên sereke hene; wekî sedemên aborî, civakî, siyasî û sazûmanî. Mixabin li Rojhilata Navîn, aboriya jinan bi giştî ne serbixwe ye. Astengiyên herî dijwar jî sedemên aborî, olî û çandî ne. Ji bo jinan pir girîng e ku aboriyeke serbixwe hebe, da ku bikaribin ji tundiyê dûr bikevin û biryarên serbixwe bidin.”

‘Nirxên civakî bandorê li jinên xwedî aboriya serbixwe dikin’

Ferec di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dema behsa aboriya serbixwe tê kirin, divê jin biryarên rast û serbixwe bidin û wiha pê de çû: “Jinên li Başûrê Kurdistanê carna ji ber zextên hawirdorê nikarin bi temamî serbixwe bin. Ger mafên aborî û civakî bi zelalî di civakê de cih bigirin, her jineke xwedî aborî dikare biryarên xwe bi xwe bide. Ji aliyê xizmatiyê ve, dema jin di nav sîstema malbatên Kurd ên kevneşop de dibe xwedî aborî, girîng e ku mêr piştgiriyê bidinê. Lê belê pir caran astengî li pêşiya şiyanên jinan tên derxistin û ev yek dibe sedem ku enerjiya jinê di hundirê malê de winda bibe.”

‘Ger jin mafên xwe nizanibe, tenê aborî têrê nake’

Mardîn Mûhsîn Ferec bal kişand ser girîngiya hişmendiya hiqûqî û wiha got: “Divê her jineke xwedî aboriyeke serbixwe, bizanibe mafên wê çi ne, erkên wê yên li hember civakê û erkên civakê yên li hember wê çi ne. Di dîroka me de mînakên jinên Kurd ên pêşeng û jêhatî yên wekî Adîla Xan û Hafsa Xanî Neqîb hene. Divê jin maf û erkên xwe baş bizanibin, ji ber ku tenê hebûna aboriyeke serbixwe têrê nake, ger hûn mafên xwe yên destûrî, civakî, çandî û olî nizanibin.”

‘Divê jin xwe ji hemû waran ve bi çek bike’

Ferec destnîşan kir ku jin dikarin di her qonaxa jiyana xwe de, çi di dema dayîktiyê de çi jî di qada xebatê de destkeftiyên xwe biparêzin û wiha got: “Pirs ev e: Mafên we yên qanûnî çi ne? Hûn çawa dikarin li dijî tundiya navmalî rawestin? Divê her jin ji hêla qanûnî û çandî ve xwe çekdar bike da ku aboriya xwe biparêze û nekeve bin kontrola civakeke baviksalar. Çekdarkirina xwe, tê wateya naskirin û karkirina bi hemû qanûn û rêziknameyên ku mafên jinan diparêzin.”

Mardîn Mûhsîn Ferec axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku civak di asta navxweyî an derveyî de bi qeyranên aborî re rûbirû dimîne, divê jin bi xwe li hember van qeyranan rawestin û têbikoşin da ku serbixwebûna xwe biparêzin.”