Abdullah Ocalan: Yekîtî hêzê ji civakîbûnê digire
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku peyam ji Lijneya Giştî ya Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk re şand, destnîşan kir ku yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştineke li ser bingeha îradeya civakan a dildarî û pirrengiyê esas digire.
Navenda Nûçeyan – Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin" 2'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Di lijneyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.
Abdullah Ocalan diyar kir ku yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştineke li ser bingeha îradeya civakan a dildarî û pirrengiyê esas digire. Di peyamê de ev xal hatin destnîşankirin: “Ev yekîtî ne pêkhateyên yekperest û navendî yên netew dewletê, rêxistinbûnek civakî ya tevlibûna demokratîk a xwecihîbûnê esas digire ye. Hêza xwe ne ji desthilatdariyê, ji civakîbûnê digire.”
Abdullah Ocalan diyar kir ku perçebûna Kurdistanê rastiyeke dîrokê îfade dike û wiha got: “Divê cihêwaziya her perçeyekê li ber çavan bê girtin û li gorî wê rêyên çareseriyê bên peydakirin. Pêwist e yekîtiya di navbera perçeyan de jî ne li gorî feraseta desthilatê, li gorî hişmendiya neteweya demokratîk bê avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku yekîtiyek mayînde bi îradeya jiyana hevpar, wekhevî û hevnaskirina dualî pêkan e û wiha domand: “Ji bo vê yekê ez bi taybetî dixwazin binê yekîtiyeke demokratîk destnîşan bikim. Bêguman dema ev xebat tên meşandin rêxistinbûna civaka demokratîk û siyaseta demokratik, rê û rêbaza esasî ye.”
Abdullah Ocalan anî ziman ku kongre dê bibe gaveke armanc û rêgezên yekîtiya demokratîk bi hêz bike.
Abdullah Ocalan di dawiya peyamê de baweriya xwe ya ji bo serkeftina kongreyê û silavên xwe ji pêkhatiye kongreyê re şand.