Abdullah Ocalan Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bibîr anî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam ji bîranîna li Tûzlûçayir re şand û got, “Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan – PKK’ê, li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", 12’emîn Kongreya xwe pêk anî û ragihand ku kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn şehîd bûne. Hat gotin ku Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de, Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî kongreya PKK’ê, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan di şîna Kaytan û Altûn de hate xwendin. Peyam, ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.
Peyama Ocalan wiha ye:
“Rêhevalên hêja,
Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane.
Ez ê piştre der barê bîranîna herdu rêhevalan nirxandineke berfireh bikim, ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.
Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.
Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû weke nirxên bingehîn ên îlhamê ew ê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin.
Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.
Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12’emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim.
Abdullah OCALAN
Îmrali / Bursa
12.05.2025"