Abdullah Ocalan ji bo Huseyîn Aykol peyam şand

Abdullah Ocalan, ji bo merasîma cenazeyê rojnameger Huseyîn Aykol peyamek şand û got: “Me pêşengekî enternasyonalîst winda kir. Di hemû jiyana xwe ya têkoşer de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.”

Enqere – Ji bo kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê merasîma cenazeyê tê lidarxistin. 

Di merasîmê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî Aykol hate xwendin. Peyam, ji hêla endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin. 

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye: 

“Em ji ber wefata Mamoste Huseyîn di nav xemgîniyek mezin de ne. Di serî de ji malbatê re, ji Çapemeniya Azad re, hevrêyê wî re, hezkirî û hogiran re sersaxiyê dixwazim.

Daxwaza wî ya dawî ev bûyê ku bi min re hevpeyvînê bike. Ew daxwaza wî ji bo min bi nirx û watedar e. Bi mamoste Huseyîn re me di sêr salên 90î de derfeta hevdîtin û hevpeyvînê dîtibû. Heke ev mirina bêwext nebûna min dixwest wî bibînim û pê re sohbet bikim.

Ew kesayetekî enternasyonal bû ku jiyana xwe ji şoreş û têkoşînê re terxan kiribû. Kesayetekî ji dil û kedkar bû.

Ev rewşenbîr û rojnamegerekî ku bûbû dengê heqîqete û şoreşgerekî ku şûna wî nayê tijekirinê ye. Me pêşengekî enternasyonalîst winda kir. Di hemû jiyana xwe ya têkoşer de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.

Li cem min ew jî weke Gurbetellî Ersoz û Sirri Sureyya Onder hevalekî têkoşînê yê bêhempa bû.

Jiyana Huseyîn Aykol nîşaneya şênber a lêgerîna heqîqetê û berpirsiyariya civakî ye. Li dijî tarîtiyê dengê heqîqetê bû û wî li ser rêya Çapameniya Azad qet serî netewand.

Wî jiyana xwe fedayî azadiya gelan kir. Ditêkoşîna wekheviyê de kêliyek jî dilgiranî nekir û bi baweriyek xurt heta henaseya xwe ya dawiyê vê alê ji destê xwe nedanî û tişta pêwîst bi laîqî bicih anî.

Têkoşîna wî, îdealên wî û keda wî, wê di wîjdana vê axê de heta dawiyê zindî bê hiştin. 

Em ê bibin peyrew û şopdarên îdealên wî ku li paş xwe hişt, raman, têkoşîn û keda wî ya mezin. 

Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin û bidin jiyandin.

Dubare ji malbatê, çapemeniya azad, hevalên wî yên têkoşînê, dost û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.

Îmrali”