Abdullah Ocalan: Ji bo aştiya mayînde divê hiqûq ji nû ve were avakirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfa Siberojê” re şand û got: “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin.”

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê” re peyam şand û got, “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e.” 

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin: 

“Beşdar û dostên hêja 

Her kesê ku bawer dike pêvajoyeke avakirina civakî û aştiyê ya ku timî ked û biryardariyê dixwaze heye, di vê civînê de kom bûne. Ez we hemûyan silav dikim. 

QAD a ku li ser esasê vê armancê xebatan dimeşîne, bi taybetî têkildarî meseleya Kurd ji bo pêkanîna aştiyê û parastina wê, dikeve nava hewldanan, ev yek xwedî girîngiyeke mezin e. Aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li herêmê hêvî ye û bi nirx e. Ev hewldan tevkariyeke girîng e ku fêmkirina navbera gelan xurt dike; zemînê civakî ya jiyana bi hev re ya bi rûmet û aştiyê çêdike. 

Xebatên wiha divê zemînên bi tendurist ava bike ku nasname, êş û xeyalên pêşerojên cuda di asoyeke aştiyê ya hevpar de lê bicivin. Aştî di heman demê de rewşa lihevkirineke civakî ye ku edalet, wekhevî, azadî û hurmet dayîna hevdû lê sazî dibe.

Îro qonaxa dîrokî ya em têde, wê bandorê li çarenûsa Tirkiye, Rojhilata Navîn û civaka Kurd bike. Dema ku em di nav de, derfeteke welê pêşkêş dike ku ji pêvajoya negatîf derbasbûna pêvajoya veguhertinê ya pozîtîf mimkun dike; şer, jiderve hiştin û bêhiqûqî derbas bibe. Ev derbasbûn ne tenê tercîheke polîtîk e, di heman demê de hewldaneke ku rastiyên dîrokî û gerdûnî neçar dike. 

Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e. Ji vî alî ve pir girîng e ku dawî li pêkanînên kêfî were, pîvanên hiqûqa gerdûnî û biryarên saziyên navneteweyî demildest bên bicihanîn. 

Ez hêvî dikim ku ev konferans bibe gaveke ku ji bo zêdebûna derfetên aştiyê, kûrbûna rêyên çareseriyê û pêşeroja hevpar a gelan rêyên nû vebike. 

Ez her kesê ji bo aştiyê ked dide bi rêzdarî silav dikim, di xebatên we de serketinê dixwazim.

Abdullah Ocalan

Girava Îmraliyê”