Abdullah Ocalan: Dê ev dem bi azadiya jinê ve xurt bibe
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya sersalê de got: “Dê ev dem bi azadiya jinê ve xurt bibe, di nav aştiyê de gel dê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.”
Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî sala nû parve kir. Di peyamê de Abdullah Ocalan têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Mitabeqeta 10'ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de hatiye mohrkirin, peyamên girîng da.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
"Em dikevin saleke nû. Em neçar in dîsa bi bîr bixin ku di seranserî sedsala bihûrî de êrişên emperyalîst û nîjadperest di nav hev de li pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar. Vî şerî rê li ber wêranî û hilweşînên civakî vekir. Mezhebperestî û neteweperestiya etnîkî ya îro li herêmê tê kirin, tevek jî kokên xwe ji vê dîroka nêz û tije êş digire. Mixabin stratejiya 'dabeş bike, sor bike û birêve bibe' ya pergala hegomonîk, bi şêweyên cuda tê berdewamkirin.
Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me tam jî ji ber vê yekê pêş xist, ne tenê vebijêrkek e. Her wiha weke mecbûriyeteke dîrokî li pêşberî me disekine. Heke ev perspektîf rast were famkirin û were nirxandin, dê bikare pêşî li şer û pevçûnan bigire. Ev perspektîf, jehrkujek e ku dê zemîna jiyaneke bi hev re, aştiyane û azad ava bike. Berpirsyartiya me ya sereke ya ji bo dema pêş; pêşîlêgirtina pevçûneke îxtîmalî ya nû û encamên jêneveger e.
Krîz û pevçûnên polîtîk ên li Rojhilata Navîn roj bi roj kûrtir dibin, encama teqez a xitimîna feraseta şaristaniya despotîk, îktîdarê esas digire û dewletperest e ku bi hezaran sala ye didome.
Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî tenê dikare bi aştiyeke civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Hewceye pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlekariyê lê li ser zemîneke demokratîk ku îradeya gelan esas ji xwe re digire were çareserkirin û bi vî awayî were destgirtin girîngiyek jiyanî ye.
Divê em ji bîr nekin; heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe, ev ne mimkûn e. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakarê civaka demokartîk û rêgeza jêveneger digirim dest.
Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyeke demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûne bidome û ev yek daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera HSD'ê û rêveberiya Şamê de Peymana 10'ê Adarê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modeleke siyasî ya demokratîk e ku hemû gel anku netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî, dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemîneke entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10'ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de li pêş bixe.
Pir girîng e ku Tirkiye di vê pêvajoyê de bi roleke kar hêsan dike, çêker û rê li ber diyalogê vedike rabe. Ev yek hem ji bo aştiya herêmî hem jî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî pir krîtîk e.
Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroka ‘şoreşên neyînî’ ne. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekê jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Anku ji nû ve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî ye. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkeke nû. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de tê meşandin dê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesê deriyê jiyaneke nû vebike.
Bi vê zanebûnê; sala nû bila nebe sala şer, hilweşîn û cihêkariyan, hêvî dikim bibe sala îradebûna avakirina lihevkirina demokratîk, aştiyê û bi hev re bikin îradebûna hevpar a avakirina paşeroja gelan.
Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilta Navîn û cîhanê, rê li ber aştî azadî û paşerojeke demokratîk veke. Di serî de sala gelên ku têdikoşin, ez sersala hemû dostan pîroz dikim.
Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke birûmet bîne, heskirin û silavên xwe radigihînim.
Dê ev dem bi azadiya jinê ve xurt bibe, di nav aştiyê de gel dê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.
30'yê Kanûna 2025'an
Abdullah OCALAN
Îmrali."