Abdullah Ocalan: Asta qanûnîbûnê wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewî bike

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina Heyeta Îmraliyê de wiha got: “Derbasbûna merheleya qanûnîbûnê wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewîn bike.

Navenda Nûçeyan- Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn buldan, Mîthat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî wiha ye: 

“Di 3’ê Mijdara 2025’an de me li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke gelekî erênî pêk anî nêzî sê saetan berdewam kir. Tenduristî û moralê wî gelekî xurt bû. Di hevdîtinê de bi kurtasî ev nirxandin kir:

Ji bo pêvajoya heyî bi pêş bikeve divê dîrok û sosyolojî bi rengekî cidîtir bê nirxandin. Girîng e tesbîta wê yekê bê kirin ku têkiliya Tirk-Kurdan weke du sitûnên du hezar salî gihîştiye vê serdemê. Pêwist e ev herdu sitûn bên dîtin, fêmkirin, sererastkirin û bi vî awayî yekîtî bê xurtkirin.

Ne bi destnîşankirina xêzikan lê bi afirandina asoyeke ku pirsgirêkên me yên rojane jî dihewîne divê em tevbigerin.

‘Em hewl didin bigihîjin asteke erênî ne neyînû û hilweşîner’

Di nava şert û mercên kêm û sînorkirî de ji bo meseleyeke dîrokî em di nava hewldaneke cidî de ne. Em hewl didin asteke erênî biafirînin, ne neyînî û hilweşîner. Divê diyardeya Kurd bi her alî di nava qanûnîtiya komarê de cihê xwe bigre û ji bo vê jî pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin. Derbasbûna li nava qanûnîbûnê ya bi rengê diyardeyeke tevahî wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewîn bike.

Derfetên entegrasyona demokratîk ku îro ji aliyê serdemî ve li ber destên me ne, hem herêmî ye hem jî gerdûnî ye. Ji bo em bikaribin derbasî asta pozîtîf bibin, gelekî girîng e ku di vê pêvajoyê de her kes bi hesasiyet, cidiyet û têgihîştineke xwedî berpirsyarî tevbigere.

Bi rêzdarî.”