Şukran Aydin: Em dixwazin dewlet sûcê xwe qebûl bike

Xizmên Windayan, li kiryarên Vedat Aydîn pirsîn. Şukran Aydin di daxuyaniyê de axivî û got: “Divê rayedar li ser navê dewletê derkevin û bejin: “Dewletê ev biryar da û divê qebşl bike.”

Amed – Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" berdewam dikin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 856'emîn a çalakiyên xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di binçav de hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, li kiryarên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê ku di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de hat qetilkirin, hat pirsîn. Ji bilî malbata Aydin, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. 

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amed Ercan Yilmaz, parêzvanên mafên mirovan ên ku hatine qetilkirin bi bîr xist û got: “Hevalên ku me navên wan bilêv kirin, ji bo ku Tirkiye bighêje pergaleke demokratîk, têkoşiyan. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Şukran Aydin: Dewletê biryara mirinê da

Di çalakiyê de hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û got: “Dema ez li malê bûm ew ji malê girtin, min ew dîtin, ez wan nas dikim. Biryar ji jor ve hat, dewletê bi xwe da. Serokwezîrê wê demê, serokkomar, serfermandarê giştî... hemûyan dizanibû. Ev biryareke hevbeş a hemûyan bû. Bi vî rengî wan 10 hezar kes winda kirin. Bi ya me, sûcdar ne 4-5 kes in, dewlet bi xwe sûcdar e. Îro dibêjin, 'Divê PKK çekên xwe deyne.' Em jî naxwazin kes bimre. Lê danîna çekan têr nake. Divê rayedar li ser navê dewletê derkevin û bêjin, 'Dewletê ev biryar da, destê dewletê tê de hebû.' Her çend em nebînin jî, divê zarok û neviyên me van belgeyan bibînin, divê dewlet qebûl bike. Têr nake ku PKK çekên xwe deyne. Em ji dewletê tezmînat an pere naxwazin. Em dixwazin dewlet vê yekê qebûl bike.”

Veysî Aydin: Kurdan bedelên pir giran da

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî got: “Kurdan bedelên pir giran dan. Wan 45 salan têkoşîna çekdarî meşand. Îro wan biryar da ku wê bi dawî bikin. Em piştgiriyê didin vê biryarê. Aştî bi qebûlkirinê dikare pêk were. Yên ku hebûna kurdan qebûl nekirin, piştî 100 salan ji vê xeletiyê paşve vegeriyan. Jiyaneke azad ji bo zarok û neviyên me bi qebûlkirin û lêborînê dikare pêk were. Divê dewlet sûcê xwe qebûl bike ku em jî efû bikin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê jî diyar kir ku ew ê her tim li aqûbeta hemû windayan bipirsin.

Çîroka Vedat Aydin

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman çîroka Vedat Aydin xwend. Çîroka Vedat Aydin wiha ye:

“Vedat Aydin di sala 1953’an de li gundê Kurthaci yê girêdayî navçeya Bismila Amedê ji dayîk dibe. Vedat Aydin ku di sala 1979’an de ji Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, Beşa Wêjeyê mezûn bû, di dema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Vedat Aydin ji ber axaftina xwe ya bi Kurdî di 3’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHD'ê ya di 28’ê Cotmeha 1990’an de li Enqereyê pêk hat, dîsa hat girtin. Vedat Aydin ê ku di çarçoveya lêpirsîna der barê wî de demekê di girtîgehê de mabû, piştre di Kongreya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ya ku di Hezîrana 1991’ê de pêk hat, bû Serokê Rêxistina Amedê.

Di şeva 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê kesên çekdar ku di destên wan de bêtêl hebûn û bi gotina ‘dê îfadeya te bê girtin’ xwe weke polîs dan naskirin ve, hat binçavkirin. Tevî hewldanên malbat û parêzeran jî nayê qebûlkirin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. Di 7’ê Tîrmeha 1991’an de li nêzî navçeya Madena Xarpêtê cenazeyê wî yê ku bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin, li binê pirekê tê dîtin.

Di 10'ê Tîrmeha 1991'an de dema ku cenazeyî wî anîn Amedê, ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîdan û bi deh hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Li dijî kesên beşdarî merasîma cenaze bûn, ji aliyê hêzên paramîlîter ve êrîşa çekdarî hat kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Parlementer û rojnamevan jî di nav de bi sedan kes jî birîndar bûn.

Tevî agahiya endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan ê ku bi îtirafên xwe di salên 2000’î de ket rojevê jî nasnameya kiryaran nehat ‘tesbîtkirin.’ Di sala 2021’ê de lêpirsîna cinayeta Vedat Aydin bi hinceta ‘demboriyê’ hat girtin. Kiryarên ku îşkenceyê kirin nehatin darizandin û cezakirin.”