Şox Mihemed: Sineta jinan çand û xwezilayî ye ne olî ye

Sineta jinan kirinek ne mirovane û ne tendurist e ku jiyana jinan dike xetereyê û binpêkirina aşkera ya mafên mirovan e. Koordînatora Rêxistina Wadî Elmanî Şox Mihemed got: “Li herêma Kurdistanê ev diyarde kêm bûye lê belê li hinek herêman hê maye.”

HÊVÎ SELAH

Silêmanî-
6’ê Sibatê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek Roja Navneteweyî ya li dijî Sinetkirina Jinan hatiye ragihandin. Ev diyardeyek e, her sal bi milyonan jin dibin qurbanê vê diyardeyê û encamên wê qet bi dawî nabin. Sinetkirina jinan, di sala 1989’an de ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafên mirovan a madeya 19 û 24’an, sinetkirina zarokên keç qedexe ye.
Sineta jinan her çiqas hêdî hêdî nemabe jî, li hinek herêmên başûrê Kurdistanê hê jî heye. Niha zanist û bijîşk diyar dikin ku ti sûdek tenduristiyê yê sinetkirina jinan tuneye, berovajî wê, zirarek mezin dide tenduristiya jinan. Ev mijar ne tenê pirsgirêkek bijîşkî ye, pirsgirêkek civakî û mafê mirovan e jî. Ji bo bi temamî bidawîkirina sineta jinan divê nêrînên civakê were guhertin û civak were hişyarkirin. Koordînatora Projeyên Rêxistina Wadî Elmanî Şox Mihemed têkildarî xebatên ji bo astengkirina sineta jinan, ji ajansa me re axivî.

‘Li herêma Kurdistanê diyarde kêm bûye, lê belê hê jî heye’

Şox Mihemed bi bîr xist ku 6’ê Sibatê Roja Navneteweyî ya li dijî Sinetkirina Jinan e û wiha got: “Ev diyardeyek cîhanî ye û mixabin li herêma Kurdistanê hê ev diyarde heye. Rêxistina Wadî bi fermî ji 2004’an ve li ser vê mijarê xebat dike û heta niha jî ev xebat didome. Ev diyarde kêm bûye. Li herêmên Germiyan, Helebce em dikarin bêjin bi rêjeyek kêm bûye an jî nemaye. Em bi salan e daneyan belav dikin, li van herêman ev çend sal in sinetkirina jinan li herêmên Helebce û Germiyan sifir e. Lê belê li hinek herêmên din wek Hewlêr, Ranya hêj xelk bawer dikin ku divê zarokên xwe yên keç sinet bikin û hê li wan cihan sinetkirin heye. Li pey jinekê digerin ku bê zaroka wan a keç sinet bike. Lê belê niha ji ber zagonên heyî û ji ber ku sinet hatiye qedekirin, dîtina kesek ji bo ku sinet bike, gelek zehmet e. Tevî van hemû rêgiriyan mixabin ev bûyer hê hene û bi awayek derzagonî encam didin. Em wek rêxistin çavdêrî dikin û ji bo dîtina çavkaniyên van kiriyaran em dixebitin. Ger em kesên ku van kiryaran dikin nebînin, em li wan herêmên ku ev diyarde lê hene, semîner didin û jinan derbarê vê mijarê de hişyar dikin.”

‘Rola jinan di guherîna vê nêrînê de girîng e’

Şox Mihemed di dewama axaftina xwe de li ser hişyariya civakê û bandorên neyînî û olî yên li ser sinetkirina jinan rawestiya. Şox Mihemed wiha got: “Hişyariya civakê bi taybetî di mijara sinetkirina jinan de gelek girîng e û bandorên demdirêj dihêle. Rast e derbarê karkirina li ser mijara sinetê salên yekem û duyem gelek giran bû û em rastî gelek astengiyan hetin. Lê belê salên piştî wê de bandorek mezin kir. Me li çend cihan xebat meşad, me jinên di navbera 50-60 salî de derbarê vê mijarê de hişyar kirin û ew jî gihane wê qinetê û gotine êdî em wan karan nakin.  Em hemû dizanin rola dayîkên mezin an jî jinên temenê wan heye û di nava malbat û civakê de xwedî gotin in û bandora wan heye, rola wan jinan gelek girîng e ku bikarin vê nêrînê biguherîn. Helbet ev jî pêwîstî bi asta hişyarkirina civakê û jinan heye. Ev diyarde ye ger em bêjin wek metirsiyekê, nemaye. Ji ber wek diyarde gelek kêm bûye. Lê belê rêjeyek zêde ya jinên ciwan û zarokên keç ên hatine sinetkirin e ne zewicîne. Ev jî bûye sedemên pirsgirêkên mezin ên civak û derûnî. Girîng e di aliyê tenduristî, derûnî û fîzîkî de kar li ser bê kirin. Ji ber hê li gorî me wisane ku bi temamî bi dawî nebûye û divê bi awayên nû kar li ser bê kirin.”

‘Li dibistanan gelek kêm li ser vê mijarê tê sekinandin’

Şox Mihemed da zanîn ku li dibistanan gelek kêm xebat li ser vê mijarê tê kirin û wiha pê de çû: “Ev jî pirsgirêk e. Gelek girîng e ku zarokek bedena xwe binase û bizane. Têkildarî mafê wan divê xwedî agahiyên tam bin. Gelek bi kêmî behsa vê mijarê tê kirin. Em di wê hêviyê de ne rolek zêdetir a hikûmet û perwerdeyê hebe. Lê belê ger di pêşerojê de kar li ser vê mijarê bê kirin, wê baş be.”

‘Sineta jinan çandî û xwezilayî ye’

Şox Mihemed di dawiya axaftina xwe de peyamek da jinan û wiha got: “Peyama min ji bo dayîkan e. Bi taybetî hinek dayîk gelek caran dikevin bin bandora gotinên berê. Ji jinan re hatiye gotin ava destê wan navexwin û xwarina destê wan heram e. Niha dinya hatiye guhertin, her zanyariyek bi dest dixî û dikarî bi xwe li çavkaniyên rast bigerî. Ev diyarde bi ti awayî di olê de nîne, ya ku heta niha hatî gotin tenê gotinên ne rast, an jî bûye beşek çandê û çavlêkirin. Gelek zirarên wê yên tenduristî heye, ji ber wê girîng e em hemû li pey agahiyên rast bigerin. Niha jinên hatin sintekirin û dixwazin bizewicin, divê alîkarî bigrin. Divê şerm nekin û netirsin, ji ber ku ev mijareke ku jê re çareseriyek demdirêj lazim e. Ne mijareke ku tenê yek jin wisan be. Bê guman li ser asta cîhanê jinên din jî hene û li ser vê mijarê dixebitin. Ez di wê hêviyê de me ku li pey çareseriyek rast bigerin. Ev yek rasterast û ne rasterast zirarek zêde dighîne pêşeroja jinan. Ez hêvîdar im ku hemû kes bizanin dawiya vê nîne û rast e ew rewş rû dide. Lê belê çareseriya wê heye û dikarin çareseriyê bigrin.”