Şoreşger Zeyneb Erdem li Mexmûrê hat bibîranîn

Şoreşger Zeyneb Erdem (Jiyan) a di sala 1995’an de di êrişa PDK’ê de jiyana xwe ji dest da di 29'emîn salvegera xwe de li Wargeha Mexmûrê bi merasîmek hat bibîranîn. Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Mexmûr- Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de jiyana xwe ji dest da, di 29'emîn salvegera xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hate bi bîr anîn. Merasîma bibîranine li Saziya Malbatên Şehîdan tevlîbûna şêniyên wargehê hate li dar xistin. Beriya merasîma bîranînê di şexsê Şoreşger Jiyan de ji bo tevayî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî.

‘Divê em xwedî li têkoşîn û berxwedana pêşengên xwe derbikevin’

Bêrîvan Îşlek, di destpêka axaftina xwe di kesayeta Şoreşger Jiyan de hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîranî û wiha got: “Her şehîdek ji bo hêz û xeta azadiyê ye. Hevala Jiyan di demê penaberiyê de heta wargeha Etrûşê, pergal, hêz û civakbûna ku avakir, heta roja me ya îro didome. Hevala Jiyan li dijî êrîşên li ser gelê Kurd têkoşîn û berxwedanek mezin da û ji bo gel bû pêşeng. PDK’ê xeta îxanetê ku bi hevkariya dewleta Tirk salên 90’î dimeşand, îro jî dimeşîne. PDK’ê di xiyaneta xwe de bi israre. PDK’ê hewil dide yekbûn û îradeya gelê Kurd tûne bike. Lê gelê me li dijî van êrîşan bi îrade, perwerde û hêza xwe ya cewherî li ber xwe dan. Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd îro jî bi heman awayî didome. Em wek gelê wargehê xet û mîrayeta ku hevala Jiyan ji me re hişt, bi kar û xebatên xwe didomînin. Divê em xwedî li têkoşîn û berxwedana pêşengên xwe derbikevin û bibin şopdarên rêya wan.”

Piştî axaftinê, kesên ku Şoreşger Jiyan nasdikirin, têkildarî têkoşîn û berxwedana wê de axivîn.

Piştre sînevîzyona ku têkildarî jiyan û têkoşîna Şoreşger Jiyan hatibû amadekirin hat temaşekirin.

Merasîm, bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.