Şoreşa jinan bi rojnemegeriya azad mayinde dibe

Rojnamegerên jin Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz kirin, destnîşan kirin ku jinan ji bo rastiya rabigihînin gelek fedakarî kirine û gotin: “Em jinên rojnemeger ên Bakur û Rojhilate Suriye li ser riya ku jinen wêrek ji me re vekirine be tirs dimeşin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd e, ev roj xwe dispêre tekoşîna jinên ku ji bo heqîqet, azadiya jin û civakê, rizgarkirina erdnigariya bê westandin ked û xebatan dane û bi wê berxwedaniyê xeta rojnamegeriya azad ava kirine. Di oxira rastiyê de Gurbetellî Ersoz û rêhevalên wê canê xwe feda kirin. Di salvegera roja rojnamegeriya jinên Kurd û qetilkirina Gurbetellî de, jinên rojnameger têkildarî rojnamegeriya jinan axivîn.

Nûçegihana Ronahî Tv Cûdî Elî da zanîn ku ew mîrateya rojnamegerên jin ên ku di oxira rastiyê de canê xwe feda kirine bi nirx dibînin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê mîrateyê karê xwe dikin, mîrateya jinên ku di oxira rastiyê de şehîd bûne mîna Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û hwd. Wan jinan destkeftiyên dîrokî di warê rojnamegeriya Kurdî de ji me re hiştin.”

‘Xebatên me xwe dispêrin mîrateya Gurbetellî û rêhevalên wê’

Cûdî Elî diyar kir ku roleke mezin a rojnamegerên destpêkê yên jin hebûye di pêşxistina çapemeniyê de li Rojavayê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Beriya avakirina sîstemek ango gavên destpêkê yên xebatên jinan ên çapemeniyê li Rojavayê Kurdistanê, destpêkê van jinan têkoşiyan û rê diyar kirin ji bo ku em bigihîjin van rojan. Bêguman ji ber vê yekê em wan pêşengên rastiyê dibînin û bandoreke wan li ser rojnamegerên jin hebû li Rojava.”

Cûdî Elî tekez kir ku xweseriyeke jinan di warê çapemeniyê de çêbûye li Rojavayê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: “Xebatên çapemeniyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balkêş e, di nav paşverûtiyan a paşguhkirina hebûn û rola jinan de gihîştina vê astê pir girîng e. Bi taybetî avakirina sazî û TV, kovar, ajans û radyoyên xweser ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye, em dikarin bi salan li ser bijîn.”

‘Gulistan û Hêro metirsî bûn li ser wan’

Pêşkêşvana Rojava TV Êva Hesê bal kişand ser bûyera dawî ya qetilkirina herdu rojnamegerên jin ên Kurd li Silêmaniyê bajarê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û wiha domand: “Dewleta Tirk her dem di nava hewldanan de ye ji bo şikandina îradeya jinan. Herî dawî li Silêmaniyê du rêhevalên me yên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Ev bûyer, paşve gav bi me nadin avêtin, berevajî wê hêza me mezin dibe em li ser wê şopê karê xwe didomînin.”

‘Têkoşîn û xwe avakirin bingehên rojnamegeriya jin in’

Êva Hesê destnîşan kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parvekirina rastiyê gelek têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Di vî warî de zanebûn û pêşketin girîng e. Bêguman rojnamegeriya jin xwe dispêre du bingehan. Yek jê têkoşîna ji bo gihîştina armancan û ya duyem jî xwe avakirin e. Li ser vê bingehê ez ji hemû rojnamegerên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dibêjim ku xwe bi pêş bixin, sînoran bişkînin û bingeheke baş çêbikin di warê çapemeniyê de.”

‘Êrîş li ser me zêde ne’

 Nûçegihana Nefel Production Lava Îbrahîm got ku di salên dawî de êrîşên li ser rojnamegeran zêde bûne li her çar hêlên Kurdistanê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji bilî şerê heyî yê ku li ser rojnamegeran tê meşandin, şerê taybet jî bi ziravî li ser jinan te meşandin. Ji ber vê yekê gere jin şiyar bin. Di vê salê de salvegera armancgirtina kenala Jin TV bû, di heman demê de bûyera armancgirtina herdu rojnamegerên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Silêmaniyê qewimî.

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê cezayê darvekirinê li rojnameger û çalakvan Pexşan Ezîzî û rêhevala wê hat birîn. Li kêleka wê bi sedan bûyerên ku veşartî ne û nehatine eşkerekirin, hene. Di girtîgehên dewleta Tirk de bi sedan rojnameger hene ku bi salan e girtî ne. Jixwe rojnamegerên ku nikarin wan bixin zindanê, bi teknîkê êrîşî wan dikin û digrin ser malên wan, binçav dikin. Ji aliyekî din ve li Başûrê Kurdistanê karê rojnamegeran tê astengkirin, hewl didin nehêlin kiryar û rastiya dewleta Tirk a dagirkirina axa Başûr ji raya giştî re ragihînin.”

‘Hebûna YRJ’ê ji bo me şansek e’

Lava Îbrahîm got ku tevî hebûna zagonên navneteweyî yên ji bo parastina mafên rojnamegeran, nayên pêkanîn û destnîşan kir ku Yekitiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) ji bo parastina mafên rojnamegeran dixebite û wiha bi dawî kir: “Pêwîstiya me rojnamegerên jin bi hevgirtinê heye ku em hemû yekitiya xwe xurt bikin. Rast e zagonên parastina mafên rojnamegeran hene, dezgehên pêwendîdar wiha bi nav dikin lê rojnameger nayên parastin lê em xwedî şens in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber hebûna YRJ’ê ku parastina mafên me dike. Ew hêzê dide me ku em bikaribin xebatên xwe xurt bikin, berdewam bikin û li pêşiya hemû hewldanên astengkirinê bisekinin. Helbet serkeftin û azadî dê bi riya rojnamegeran misoger bibe.”