Şokuh û Şahrûz Sadîdî piştî lêpirsînê hatin berdan

Du welatiyên Sabzewarê Şokuh Sadîdî û Şahrûz Sadîdî li mala xwe ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna çend saetan hatin berdan. Lê belê hêzên ewlehiyê dest danîn ser telefonên wan.

Navenda Nûçeyan – Şokuh Sadîdî û Şahrûz Sadîdî ku li Sabzewarê dijîn, di 30’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên Midûriyeta Îstîxbaratê ya bajar ve hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna çend saetan hatin berdan.

Li gorî raporên hatine weşandin, Şokuh û Şahruz Sadîdî roja Yekşemê, ji aliyê Yekîneyên Îsîxbarata Sabzewarê ve hatin binçavkirin. Herdu xwişk û bira piştî lêpirsînê hatin berdan. Lê belê hêzên ewlehiyê dest danîn ser telefonên wan.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêxistinên Mafên Mirovan ve hatibûn parvekirin, di dema lêpirsînê de pirsên bingehîn li ser xebatên xwişka wan Şehram Sadîdî ya ku li derveyî welat dijî bûne.

Şehram Sadîdî berê jî ji ber xebatên xwe hatibû binçavkirin û rastî darizandinan hatibû her wiha niha jî li derveyî welat dijî.