Şîlan Seîd: Em dixwazin di qada werzîşê de astengiyên li ber jinan rakin

Rêvebera Navenda Werzîş û Ciwanan a Ranyayê Şîlan Seîd, behsa girîngiya cihê jinan a di qadên cûda de kir û got: “Hewldan û xebatên me ji bo ku werzîşa tenê wek qadeke mêran neyê dîtin e, bi rêya panel û semîneran em hewla bihzêkirina aboriya jinan didin.

Ranya- Li Başûrê Kurdistanê jin hewl didin ku di her qadên jiyanê de bixebitin û hebin. Niha gelek jinên bajaroka Ranyê yê devera Raperîn a girêdayî bajarê Silêmanî, hewl didin xwe di qada werzîşê de bipêş bixin. Rêveberiya Navenda Werzîş û Ciwanan a Ranyayê Şîlan Seîd bal kişand ser rola jinan a li sînorên îdareya Raperîn û hewlên xizmetkirina ji bo ciwan û keçan didin. Şîlan Seîd diyar kir ku erk û pêywir ji bo xizmetkirinê ne, ne tenê nav e û wiha got: “Ya girîng ew e ku mirov li her derê, bikaribe hêza xwe ji bo xizmetkirina welat û ciwanan xerc bike.”

‘Werzîş ne tenê ya mêran e’

Şîlan Seîd têkildarî beşdariya jinan a di qada werzîşê de wiha got: “Di civaka me de, werzîş wek karê mêran tê dîtin. Lê belê em ji bo ku vî fikrî biguherin, dixebitin. Me bingehek ji bo jinan ava kiriye da ku bikarin bên nava werzîşê. Ji ber werzîş ji bo herdu zayenda ne. Ciwanên navenda me di astên navneteweyî de biser ketine. Beşdarî turnuvayên Îspanya bûne, pileyên bilind bidest xistine û di lîstika tekvando de li ser asta Iraqê û derve beşdar dibin.”

Bingeh danîna aboriya serbixwe ji bo jinan

Şîlan Seîd da zanîn ku karê wan ne tenê werzîş e, girîngî didin derfetên kar ji bo jinan û wiha got: “Niha me dest bi rêzesemîneran bi navê ‘Ji bo jinan kar’ daye destpêkirin. Armanca me ew e ku jin fêrî karan bibin û bibin xwedî projeyên xwe yên biçûk, da bikarin li ser piyê xwe bisekinin. Plana me ew e ku bazarek taybet ji bo pêşandana karê destê jinan li Ranyayê vekin.”

Bêkarî, xeteriyek li ser pêşeroja ciwanan e

Şîlan Seîd dilgiraniya xwe ya ji bo bêkariya ciwanan, bi van gotinan anî ziman: “Pirsgirêka ciwanan, pirsgirêkek cîhanî ye. Lê belê li Kurdistanê û bi taybetî li Ranyayê ji ber nebûna derfetên kar, rewşa ciwanan gelek xirab e. Ger hikûmet û aliyên pêwendîdar ne xwedî bernameyek bi bandor bin, dê ciwanên me ji destê me derkevin û ev jî dibe sedema paşketina welat. Krîza aborî astengiyek mezin e li ber bicihkirina hemû projeyan.”

Banga ji bo jin û ciwanan

Şîlan Seîd di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanan kir û wiha got: “Divê xwe ji qadên siyasî û rêxistinan dûr negirin. Werin nava qadên siyasî û berpirsyariyê bigrin. Bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi fikrê nû yê ciwanan û beşdariya jinan dikare ji bo welatek rewşenbîr û avabûyî bingeh were danîn.”