Şîdeta navmalî li Îranê zêde dibe
Wezareta Karûbarên Jinan a Îranê ragihand ku tundûtûjiya navmalî ya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê û li seranserê Îranê zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de; Cîgira Beşa Karûbarên Jinan Zehra Behrouz diyar kir ku şîdeta navmalî ya li dijî jinan ji sedî 30 zêde bûye. Zehra Behrouz got ku divê li ser vê mijarê lêkolîn were kirin û divê berî ku karesatên mezintir çêbibin, rêça xeternak a bûyerên di civakê de bi awayekî cidî were çareserkirin.
Ji ber nebûna lêkolînên berfireh li ser şîdeta li dijî jinan, tê texmînkirin ku rêjeya rastîn a şîdetê ji ya ku hatiye ragihandin pir mezintir e. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, tenê di meha Gulanê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 jin hatine kuştin. Hat ragihandin ku di heman demê de 9 jinan jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 158 jin hatine kuştin û 16 hezar û 567 jin jî li tundiya nav malbatê rast hatine.