‘Şîdeta li dijî jinan li Rojhilata Navîn bi kapîtalîzm û baviksalariyê tê gurkirin’

Çalakvanên jin ên Tûnisî diyar kirin ku pergala kapîtalîst û mêtingeriya baviksalarî şîdeta li ser jinê dimeşîne û bal kişandin ser hevpariya têkoşîna jinan a li ser asta cîhanê.

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis –  Jinên li çar aliyê cîhanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dadikevin qadan, binpêkirinên mafên mirovan ên ku tên jiyîn ragidihînin û daxwaza rawestandina tundiyê dikin. Di vê 25’ê Mijdarê de jin balê dikişînin ser êrîşên dewletên serdest, şerên ku diqewimin, jin û zarokên ku herî zêde ji van şeran bandor dibin.

Pevçûnên ku li Rojhilata Navîn û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewimin, bi şîdeta ku jin tê jiyandin re tê nîqaşkirin.

Derbarê rewşa jinan li herêmê de lêkolînera Tûnisî di zanista civakî de Dura Mehfûz got: "Jin li Tûnis, Lubnan, Sûriyê Filistîn û dewletên din ên herêmê li hember tundiyê têdikoşin. Mafên nerîn û derbirînê li cem wan tune ye tenê ji ber ku jin in. tundiya li dijî jinan bûye diyardeyeke cîhanî. Sîstemên emperyalîst li hember dengên jinan şer dikin."

Dura Mehfûz wiha dewam kir: "Jinên li Tûnisê bi kirîzên siyasî aborî û civakî bandor bûne. Rewş ji xirabûnê ber bi rewşekî xirabtir ve diçe. Jinên Tûnisê herî zêde ji tundiya aborî, bêkarî û xizaniyê bandor bûn. Ew jî bi sedema zihniyeta baviksalarî ya ku derfeta kar dide mêran ji jinan zêdetir bi hinceta zilam ji jinan zêdetir dikarin kar bikin. Lê belê hejmar berovajî isbat dike ji ber jin ên herî zêde ne berhem didin û di bazarê de aktîv in. Tevî ku zagona 58’an a têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan heye jî lê belê hîna rastî reş e. Rêjeya tundiyê 7 caran bilind bû û tundiya hevjîn jî di asta yekem de ye. Diyardeya qetilkirina jinan li Tûnisê ne nû ye lê belê ji ber beriya şoreşê ragihandin bal nedikşand ser ji ber weke siyaseta dewletê bû wê demê."

11 jin ji ber nerînên xwe yên siyasî hatin girtin

Derbarê çawaniya têkoşîna li hember diyardeya tundiyê de jî Dura Mehfûz got: "Zagon ji bo rawestandina diyardeyê girîng in lê belê divê hişyarî hebe. Danûstandina dê û bav weke mînak bi zarokên xwe re nifşekî tund ava dike. Lêdanê dixwin û bi awayên hişk tên cezakirin. Ev sedema yekemîn e civakeke tund were avakirin û ji jinan hez neke. Tundiya li dijî jinên Tûnisê zêde dibe. Ev jî di encama rastiya siyasî aborî û civakî ye ku heqaretê li jinan dike. Pêngaveke girtinên çalakvanên jin ên civaka sivîl û feminîstan bi sedema helwest û nerînên wan hat destpêkirin. Derdora 11 jin ji ber nerînên xwe yên siyasî hatin girtin û xistin zindanan de. Mijareke nayê qebûlkirin e û mirov nikare normal nêz bibe ye."

Dura Mehfûz a got "Di demekê de em li hember hemû cureyên tundiyê têdikoşin em her dem dibînin jin tên girtin û dikevin zindanan de” wiha pêl da axaftina xwe: “Tişta îro roj dibe me di demên berê de li Tûnisê nedîtiye. Ev yek me diêşîne. Îro roj çi jina nerîna xwe derbarê rewşa welatê xwe de bide dibe ku were girtin û bibe qurbana tundiya siyasî. Jin îro roj di refên pêş de ne ji bo parastina azadiyên şoreşê û demokrasiyê ji wan re pêşkêş kirine re bikin."

Destê xwe bidin hev

Dura Mehfûz bang li mafnasên jin û çalakvanan kir ku hîn zêdetir li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin ji bo mafên xwe bidest bixin her wiha ji bo li hember tundî û qetilkirina jinan bisekinin û diyar kir ku berxwedan ne tenê li Tûnisê divê bê kirin lê belê li hemû welatên herêmê ji ber rewşên jinan bi hev bandor dibin.

Dura Mehfûz teqez kir ku divê berxwedan bigihêje Lubnan, Xeza û Sûdanê û wiha domand: "Li wan deveran jin duqat azaran dikşînin ji ber qetilkirin dewam dike bêyî kesek rawestîne. Li wan erdnîgariyan tundî, tecawizkirin, birçîbûn û istîsmarkirin li jinan dibe. Girîng e jin li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn destê xwe bidin hev ji bo dengê wan û dozên wan bigihêje tevahî cîhanê."

‘Sînorê tirsê were şikandin’

Ji aliyê xwe ve çalakvana Femenîst û nûnera komeleyên Tûnisê ya jinên Demokratîk li Eyaleta Sefaqis li Başurê Welat Xilûd Meqnî got: "Li eyaletên Başûr di çend salên dawî de jin bi tundiyê re rûbirû ne. Bêdengî û tirsa gilîkirinê her wiha nerîna civakî ya xirab li jina tundî lê bûye hiştiye gelek jin gilî nekin û bi tundiyê re jiyan bikin. Wesiyeta bav yek ji awayên herî zêde ye tundiya li dijî jinan teşwîq dike. Mixabin ev fikrê baviksalar jinan weke milkekî taybet dibîne û maf dide her ferdekî civakê li dijî jinan tecawizkirinan bikin."

Xilûd Meqnî qedexeya gilî ji hin jinên tundî li wan bûye ji aliyê yekîneyên taybet ên qaşo li hember tundiyê têdikoşin şermezar kir. Xilûd Meqnî diyar kir ku hewildana teşwîqkirina jinên tundî li wan bûne gilî nekin mijareke ne qanûnî ye û li dijî zagona 58’an a girêdayî têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan e.

Di dawiyê de çalakvan Xilûd Meqnî bang li jinan kir ku zagon di ser her kesî re ye û zagon hene ji bo parastina hemû civakê bikin di nav de jin jî û bang kir ku sînorê tirsê were şikandin ji bo tundî were rawestandin.