Şeymaya di êrişê de lingê xwe winda kir: Dixwazim bibim parêzer
Şeyma li Yemenê bi guleya topê lingê xwe winda kir, bandora şer a welat li ser zarokan radixwe ber çavan. Şeyma tevî hemû êşên dijî, dixwaze dema mezin bibe bibe parêzerek ku ji bo edaletê têbikoşe.
RAHMA ŞANZOUR
Yemen – Li Yemenê ji ber pevçûnên ji 2015’an heta niha didome, êşên ku zarok dijîn kûr dike. Şer ne tenê zaroktiya gelek zarokan, dest û kêrhatiyên wan ên ku jiyana rojane pê bidome, ji destê wan girtiye. Ev zarok hem di aliyê fîzîkî hem jî psîkolojîk de bedelên giran didin.
Rêxistina Cîhanê ya Tenduristiyê, diyar kir ku li Yemenê, nêzî 4,5 miliyon kes bûne astengdar û ji ber pevçûnên didome ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Daneyên UNICEF’ê nîşan dide ku nêzî ji sedî 18’ê zarokên li welat di qadên bingehîn ên wek meş, lîstok û têkilîdanînê de zoriyan dikşînin. Raporên mafê mirovan destnîşan kirin ku mayîn û muhîmatên ne teqiyane ji bo sivîlan gefek cidî ye, tê texmînkirin ku tenê ji destpêka 2025’an heta niha herî kêm 40 zarok ji ber bermahiyên mayînan ziyan dîtine.
Li gorî daneyên Tora azadiyê û maf a Yemenê, di navbera 2017-2025’an de di encama çandina mayînan ji aliyên komên di nava pevçûnan de 387 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 738 zarok jî birîndar bûne. Ev dane, bandora hilweşîner a li welat li ser zarokan hê didome radixe ber çavan.
‘Piştî min lingê xwe winda kir bi temamî jiyana min hate guhertin’
Yek ji encamên pevçûnên li Yemenê ya herî hilweşîner, çîroka Şeyma Alî Ahmed a 15 salî ye. Şeyma hê di 7 salî de, bi guleya topê ya li ber mala wan a navenda Taîzê ketî de bi giranî birîndar bû. Şeymaya got “Wê rojê tu caran ji bîr nakim” da zanîn ku di 29’ê Gulana 2017’an de lingê xwe yê rastê winda kiriye. Şeyma ku wê demê di dema dibistana seretayî debû, piştî birîndar bûye jiyana wê bi temamî hatiye gihertin, di nava bê hêviyê de ketiye tarîtiyê. Şeyma ku îro xwendekara pola 9’eme. Şopên travmaya dijî hê dihilgire.
‘Wek her zarokê di meşî û beziyam’
Şeyma jiyana xwe ya beriya birîndarbûnê û rewşa derûnî ya di nav de wiha anî ziman: “Beriya bûyerê, her roj wek zarokan di meşî û beziyam. Dema rewşa min a berê tê bîra min ez gelek di êşîm û dikevim depresyonê. Piştî ji nexweşxaneyê derketim hefteya destpêkê ji bo min gelek zor bû. Min li zarokên li ber malê dilîstin di nava bê çareseriyê de temaşe dikir. Kengê min zarokek di meşî û dilîst bidîta ez diêşiyam, min ji xwe pirsa ‘çima ez wiha me?’ dikir.”
‘Desteka malbata min hêz da min’
Şeyma da zanîn ku tevî hemû zoriyan bi desteka malbata xwe baş bûye û got: “Min tedawî dît û dayîk û bavê min her tim li gel min bûn. Ji min re di gotin divê tu jiyanê bidomîn û wê min tu caran bi tenê nehêlin û kes dê min biçûk neke. Ev gotin bi rastî hêzek mezin da min. Piştî birîndarbûnê du sê mehan ez di êşiyam, hema bêje her roj digiriyam. Piştre min tedawiya psîkolojîk dît, ez kêmek din baştir bûm. Mîn hîs kir ku ez komî ser hev bûme û vegeriyame xwe.”
‘Ez fêr bûm li ser lingekê rêve biçim’
Şeyma anî ziman ku beriya lingê xwe winda bike ji ber nebûna otobusê her roj bi ling diçû dibistanê û wiha domand: “Ez ji vê rewşê gilî nakim, ez bi meşê diçûm dibistanê, min ji meşa pêpelîngan hez dikir, min zaroktiya xwe bi awayek normal jiyan kir. Lê belê piştî min lingê xwe winda kir, hûrgûliyên herî asan jî bûn barek nû. Ez neçar mam di dibistanek taybet de qeyd bibim û êdî ez bi otobusê diçim dibistanê. Dema ez havalên xwe yên polê dibînim di meşin, ez di êşim û li ser pêpelîngan sekinîn ji bo min tişta herî zore. Bi demê re alîkariya malbata min û desteka psîkolojîk kêm jî be min hevsengiya xwe qezenc kir. Ez fêr bûm li ser lingekê bi meşim û dema zarok kom dibûn min hewl da beşdarî zarokên taxê bibim û tişta ji zaroktiya min maye ji nûve ava bikim. Niha hê hinek êş heye, lê belê ez hewl didim jiyana xwe bidomînim. Destpêkê gelek zor bû, hinek havalên min ên polê henekê xwe bi min dikir, lê belê min biryar da çi dibe bila bibe ez dest ji dibistanê bernadim.”
‘Dixwazim bibim parêzerek ji bo edaletê têdikoşe’
Şeyma da zanîn ku dersên wê ji berê gelek baştire û wiha got: “Ez hîsdikim ku beşek ji yên min winda kiriye telafî bikim. Birîndarbûnê ez bi hêz kirim û xeyalê min ewe ku ez bibim parêzerek ku yên ku bûne sedemê binpêkirin û sûcên ku ez lingê xwe winda bikim bi darizînim. Şer ne tenê ez, hemû civaka Yemenê birîndar kir. Wê pêşeroke me ya çawa hebe? Em jiyanek bê mayîn û gule dixwazin. Em dixwazin wek zarokên cîhanê bijîn. Şer kêfxweşî, ling û gelek tiştên min ji destê min girt. Zarokên li çar aliyên dinyayê di nava aramiyê de di lîzin, lê belê dema em ji nişkave dengê çek û topan dibihîsin em neçar dibin vegerin malên xwe.”