Şervanên YJŞ’ê: Em ê her tim bi rihê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşînê xurt bikin
Di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Emînî de, fermandar û şervanên YJŞ’ê bal kişandin ser girîngiya felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û diyar kirin ku ew ê her tim têkoşîna xwe xurttir bikin.
AVAŞÎN JÎNDA – DEMSAL WELAT
Şengal – Çar sal di ser qetilkirina jina Kurd a ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî re derbas bûn. Li çar perçeyên Kurdistanê û li seranserê dinyayê jin di çarçoveya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de rabûn ser piyan.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî tevahî civakan bi yek armancê anî gel hev. Hişmendiya hevjiyana azad, têkiliyên di navbera jin û zilam de ji nû ve li ser esasê rêzgirtina hevpar, hevkariyê û azadiyê datîne, ne li ser esasê desthilatdarî û bindestiyê. Lewra ev şoreş û felsefe li her çar parzemanîn bû têkoşîn û berxwedaniya jinan.
‘Zordariyeke pir mezin li Îranê heye’
Bi boneya salvegera çaremîn a Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’, fermandar û şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji ajansa me ra nêrînên xwe anîn ziman. Yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Helwa Feqîr, bal kişand ser têkoşîna jinan. Fermandar Helwa di destpêkê de jina Kurd Jîna Emînî bibîr anî û wiha got: “Li dewleta Îranê ya ku Jîna Emînî lê mezin bû, li jinan û li bedena jinan wekî şerm tê nihêrtin. Zordariyeke pir mezin li Îranê heye. Ev zordestî herî zêde li ser jinan tê ferzkirin. Lê porê jinê, xweşikbûna wê ye. Polîsên exlaqê ew di bin navê ku ‘porê wê xuya dike’ de girtin û îşkence lê kirin.”
‘Rêber Apo ‘Jin Jiyan Azadî’ bi me da nasîn’
Fermandar Helwa Feqîr pênaseya hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Rêya ku Rêbertî ji bo jinan vekiriye, rêya têkoşînê ye. Felsefeya rêbertî tevahiya jinên cîhanê di nava xwe de dihewîne. Ger ev serhildan bi awayekî dijwar xwe da der, ev di encama keda 50 salî ya Rêber Apo de ye. Rêber Apo ‘Jin Jiyan Azadî’ bi me da nasîn. Di roja me ya îro de hîn jî li hemberî jinan li her derê destdirêjî tê kirin. Divê jin vê yekê qebûl neke û bê rawestan têbikoşin. Jin wê xwe di xeta azadiya jinê de bibînin. Ev jî bê guman bi nasîna Rêber Apo gengaz e.”
‘Em tu cureyên êrîşan li ser jinan qebûl nakin’
Her wiha şervana YJŞ’ê Medya Zerdeşt jî hestên xwe anîn ziman. Medya Zerdeşt, di şexsê Jîna Emînî de tevahiya jinên ku hatine qetilkirin bibîr anî û wiha got: “Em tu cureyên êrîşan li ser jinan qebûl nakin. Ji bo azadiya xwe em ê herdem bi rihê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna xwe xurttir bikin.”