Şervana YPJ’ê ya jinên Êzidî rizgar kir: Divê DAIŞ bê darizandin

Şervana YPJ’ê Toprak Amanos a di pengava Reqayê ya li dijî DAIŞ’ê de 28 jinên Êzidî rizgar kir, di 9’emîn salvegera Qirkirina Şengalê de, li ser hovîtiya ku ew şahidiya wê kir qal kir û xwest çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin.

ROJBÎN DENÎZ

Şengal – Rûxmê ku li ser Fermana 74’an a çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de dan destpêkirin 9 sal derbas bû û bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, hê darizandinek bi tendirûst û berbelav nehat çêkirin. Tenê hîn welat çend çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên wî ne darizandin. Ev nêzîkatî vê yekê dide fikrandin ku hewl tê dayîn şahid, mexdûr û bermahiyên qirkirinê li ber bandora bîrkirinê ya demê were terikandin. 

Lê Êzidiyên ku Fermana 74’an ango qirkirina li Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve jiyane û şervanên YPG û YPJ’ê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di pengavên li dijî DAIŞ’ê de bi sedan jinên Êzidî rizgarkirin bi biryar in ku fermanê û berpirsên wî nedin jibîrkirin. Yek ji wan jî şervana YPJ Toprak Amanos e ku li Reqayê di pengava li dijî DAIŞ’ê de 28 jinên Êzidî rizgar kiriye.

Toprak Amanos a lêgerînên wê yên zarokatiyê wê ber bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve kişandiye bi derbaskirina tirsên xwe dibe yek ji şervanên ku tirsê dixe dilê DAIŞ’ê. Wateya ku ew dide hilbijartinên xwe li Reqayê bi rizgarkirina jinên ku DAIŞ’ê wan kiriye kole hê kûrtir dibe.

Toprak Amanos ku beşdarî pengava Reqayê ya di payîza 2016’an de hat destpêkirin dibe, dibêje ku li Reqayê di şerê bê hempa ya di nav de cih digre yekane armanca wê rizgarkirina jinên Êzidî û tolgirtina fermana 74’an bûye.

Toprak dibêje ku dema ew bi pengava Reqayê beşdarî YPJ’ê bûye, soza xwe ya têkoşîna bê navber ya ji bo jinan jî pêk aniye. Toprak Amanos rewşên dermirovî yên di pêvajoya pengavê de li Reqayê bûye şahida wê qal dike û dibêje “Êdî divê DAIŞ’î bi awayekê ku heq dikin bê darizandin, hesaba fermanê û kiryarên pêkanîne ji wan bê pirsîn.”

‘Rêbertî ji bo Kurdan û gelan gelek tiştan kir’

Toprak Amanos şervanekê jin e ku ji sala 2013’an û vir ve di nava YPJ’ê de cih digire. Toprak Amanos ku bi eslê xwe ji Efrînê ye, di temenekî biçûk de tevî malbata xwe koçî Lubnanê kir. Eleqeya axê ya bi kurdîtî, Efrînê û têkoşîna azadiyê bi çîrokên ku ji dapîra xwe dibihîze pêş dikeve. Toprak, anî ziman ku dapîra wê di çîrokên xwe de herî zêde behsa Apociyan dike û wiha dewam kir: "Helbet min pir hindik çîrokên dapîra xwe girt. Me dapîra xwe zû winda kir. Lê dayika min çîrokên xwe domand. Her tim qala wê dikir. Şoreşgerî û ruhê têkoşîna hevpar a bi jinan re.Bi dîtina aliyê zordestî yê bavê xwe dayika min maf da min, diya min ji min re cîhanek xeyal çêkir. Di vê xewnê de ez ê civaknasiya jinê bixwînim û piştre bi jinan re tevlî têkoşînê bibim. yanî bibe Apoîst.Bavê min ev xewna min neqedand bi derxistina min ji dibistanê.Ji bo vê yekê ez ji bavê xwe pir aciz bûm.Piştre hewl hat dayîn bi min re bizewice. Ez ji bo perwerdehiyê bi xebatên ciwanan hatim Helebê. Dapîra min derbarê Rêbertiyê de çi got tê bîra min, dapîra min Rêbertî dît û got ez ê ji bo Kurdan û gelên din gelek tiştan bikim, dapîra min digot şoreşek bi tevlêbûna gelan çêbûye û ev jî bi saya Rêbertiyê çêbû. Êdî ez bûm leşkera vê şoreşê."

'Min ne tenê dijmin, tirsa di nava xwe de jî têk bir'

Dema Toprak Amanos hestên xwe parve dikir, çavên wê dibişirîn. Çavên wê yên şîn rastdariya têkoşîna wê û azweriya wê ya ji bo azadiyê nîşan dide û bi leşkeriya şoreşê ya ku îlhama jinê dide şanaz bû. Di rastiya sîstemeke ku jiyan û vîna jinan tê desteserkirin de, ji nişka ve Toprak Amanos jî weke hevalên xwe yên din vediguhere şervaneke jin a ku li dijî hêza herî hov a cîhanê bê tirs li ber xwe dide. Toprak di dema şoreş û têkoşînê de çawa bi tirsa xwe re rû bi rû maye û hêz girtiye û wiha got: "Êrişên DAIŞ'ê li dijî Rojava û bakur û başûrê Sûriyeyê gelekî dijwar bû. Êrîşa li ser Kobanê û dagirkirina gelek herêman ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin. Di wê pêvajoyê de ez beşdarî perwerdeyê bûm, her cihek qada şer bû û hevalên min nedixwestin ez bê perwerde beşdar bibim û ev yek ji bo hemû kesên nûhatî jî wisa bû, piştî ku perwerde bi dawî bû ez li paşiyê mam. Ji her tiştî zêdetir ji bo jinan be. Dema ku nûçeyên qirkirina hovane û revandin û kolekirina jinan ji aliyê DAIŞ'ê ve dihat, hêrseke bê kontrol di min de çêbû. Piştî demekê min xwe amade kir ku tevlî şer bibim, lê dîsa jî ji ber min tirsa xwe ya şer derbas nekiribû bi tirs nêz dibûm.

Cara yekem ez çûbûm eniya şer. Li mevziyê xew ve çûbûm. Min xewna xwe de didît ku Rêbertî destê xwe datanî ser milê min û digot ‘Toprak dijmin derdorê girtiye divê tu bombe bavêjî’. Çawa ez bi vê xewnê hişyar bûm min li derdorê dijmin dît û hama bombeya xwe avêt. Bi vê penvagê min hiştibû ku dijmin gav paş de bavêje û di heman demê de min pêşiya gelek şahadetan jî girtibû. Ew roj min ne tenê dijmin, tirsa di dilê xwe de jî têk biribû.”

Dibe şervanekê ku wek agir dikeve dilê dijmin

Piştî şerê wê yê yekem, cesaret û ezmûna şer a Toprak Amanos her ku diçe zêdetir dibe. Di pêngavên li dijî DAIŞ’ê û çeteyên din ên di bin fermandariya dewleta Tirk de li Şehba, Heleb, Minbic, Tişrîn, Tebqa, Keramî û Reqayê û piştre jî li Dêra Zorê cih digre. Dibe şervanekî ku êdî ji şer natirse û wek agir dikeve dilê dijmin.

Toprak Amanos di axaftina xwe de got, "Ne tenê ez, em hemû wisa bûn. Me li Rojava cara duyemîn artêşa jinê ava kir. Bêyî ku ez şehadeteke zû ji bo xwe qebûl bikim, diviyabû bê navber ji bo jinan şer bikim. Şer min ne ditirsand, lê ji vê yekê ditirsiyam ku beriya tola jinan hilînim zû şehîd bikevim.”

Pêngava Reqayê û rizgarkirina jinên Êzidî

Çîroka Toprak bi çîroka jinên Êzidî yên li Reqa ya 'paytexta' DAIŞ'ê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl dihatin girtin digihe hev. Reqa ji bo jinên Êzidî yên ji Şengalê dîl hatin girtin û ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kolekirin, bû navenda qirkirinê. Toprak Amanos herî zêde li Reqayê hîs dike ku ew soza xwe ya têkoşînkirina ji bo jinan pêk tîne.

Toprak Amanos tiştên ku di operasyona Reqayê de dîtiye wiha tîne ziman: "Pengava Reqqayê ji bo min gelekî cuda bû. DAIŞ li wir amadekariyên gelekî cidî kiribûn. Wî bajarek di bin Reqqayê de ava kiribû, Reqaya esasî jî di bin erdê de bû. Ji xeynî vê şerê taybet dikir. Dengê azanê yê li ser Reqayê bilind dibû, carna dengê mûzîkê ji bo em şaş bibin ango di bin pêkutiya derûnî de bin hatibû amadekirin. Navê pêngava me rizgarkirina jinên Êzidî bû. Ji vê yekê veger tunebû. Em gelekî bi biryar bi pêş ve diçûn. Em ketin Reqayê. Ewil em ketin xaniyekî, du qat bû. Me DAIŞ’iyên li hindûr kuşt, dema ku em ketin hindûr me jinên ku hatine zincîrkirin dît. Ev mal weke zindanê bû. Li wê malê 4 jin hebûn. Emrê wan 20-13-14-16 bû. Destpêkê hevalên me yên xort çûn û jin tirsiyan qîr kirin. Paşê dema ku me dîtin rehet bûn. Me ji wan re got ‘Netirsin em YPJ’ê ne ji bo rizgarkirina we em hatin’ û dema me wan pirsî gotin ‘Em Êzidî ne, Şengalî ne’.

‘DAIŞ jinan bi zincîr kiribû’

Yekem jina ku min wê dît 14 salî bû û dûcanî bû. Lingên wê bi zincîrekî mezin bi ranzayê ve hatibû girêdan. Bi tena xwe li wê derê dihat girtin. Li xurfa kêleka wê dîsa jinekê zincîrkirî hebû ku ew jî digor ‘Ez Êzidî me’. Paşê em derketin qata jor a malê. Li wir jî li dû xurfeyên cûda dû jinên Êzidî hebûn ku ew jî hatibûn zincîrkirin. Îşkence li wan kiribûn. Pir tirsiyabûn. Dema ku em hinek axivîn rehet bûn. Dema ku me ji wan re got ‘Şengal hat rizgarkirin’ gotin ‘Na hûn şaş in, ew ket destê DAIŞ’ê’. Yanî bawer nekirin ku Şengal hatiye rizgarkirin. Di şertên şer de hê bêtir axaftina me ne mimkûn bû. Gotin ‘Ev der ku derê ye’ dema ku me got Reqa ye, şaş man ji wan re gotine ‘Ev der Mûsil e’. Bê guman şer hê nû destpê kiribû me wan 4 jinan ji wir derxist.

‘Ji gundê Koço bû’

Dema ku em ber bi navenda Reqayê ve diçûn li hemberî rewşên ku me didît hêrsa me mezintir dibû. Jinên Ereb ên em rastî wan dihatin jî çêbûn. Ew jî digotin ‘Me rizgar bikin, me ji nav vê cehnimê derxin’. Bê guman destpêkê jin û zarok em bazdan alîkariya her kesê ku pêwistiyê wan hebû û me hewl da em wan ji cehnimê rizgar bikin. Em ber bi Reqayê ve diçûn. Paşê DAIŞ ji piştê ve derdora me girt. Wê demê ji kûr ve dengê qêrînên jinan dihat. Me got ‘DAIŞ şerê derûnî dimeşîne em ji nişka ve nekevin nav tevgerê’. Dûbare dûbare dengê qêrînên jinan hat. Li hemberî van qêrînan em nikaribûn bisekinin û em ber bi cihê ku dengê ji wir tê ve çûn. Deng ji malekî dihatin. Ez û hevalekê jin li gel min bû. Dema ku me deriyê malê vekir me jinek zincirkirî ya rûyê wê di nav xwînê de bû dît. Çawa min dît ez paş de çûm. Ez bi wê yekê fikirîm ku ev kemîn e. Demekî em sekinîn û paşê dîsa çûn malê. Dema ku ew jin me dît pir kêfxweş bû û got ‘Min rizgar bikin’. Got ku ew ji gundê Koço yê Şengalê bû. Xwîşka xwe pîrsî û qala wê kir. Got ‘Xwişka min 25 salî bû û wê birin Mûsilê û firotin’. Ew bi xwe jî 16-17 salî bû û wê dabûn DAIŞ’iyekî. Ew mal mîna hucreyê dihat bikar anîn û DAIŞ wê jinê ceza kiribû. Me wê derxist derve û radestî hevalan kir.

'Me 20 jinên zincîrkirî li Stadyûma Reş rizgar kirin'

Piştre me 20 jinên Êzidî ji stadyûma ku niha bi navê Meeleba Reş (Stadyuma Reş) tê naskirin, rizgar kirin. 25 çeteyên DAIŞ'ê nobedê digirtin. Bi wan re şer derket, di encamê de me 25 kes kuştin. Em bi awayekê bi kontrol ketin zindanê. Derî ji hesinê qalind û pace jî bi şeq bûn. Dema em ketin hundir, dîmenek tirsnak li ber me bû. Ew cihekî mezin bû. Hucreyên piçûk hatibû çêkirin. Odeyên îşkenceyê, odeyên lêpirsînê, odeyên ku jinan bazar lê dikirin hebûn. Gelek jin bi zincîrên stûr ên li hemberî dîwaran di hucreyên yek kesî de hatin girtin. Hinek kom bi kom man. Ji ber ku zincîrên ku bi çokên xwe ve girêdabûn, me nekarî wan bişikînin. Ji ber ku mifteyên me tune bûn, me bi guleyan zincîran dişkand û wan xilas dikir. Me bi wê awayê wan dişand herêmên ewletir û ew tenê ji zincîrên deverên ku me şandibûn jê dihat derxistin.

Trajedî û travma

Jineke zerik hebû, rûyê wê glover bû, dema ku me dît, perda êşê li ser rûyê wê çiriya û rûyê wê yê bişirîn eşkere bû. Pêşî ew baweriya xwe bi me anî. Dema me got em ê hatine we rizgar rizgar bikin, wî bawer kir, berê YPJ'ê bihîstibû. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di nava xwe de axivîne bihîstiye ku dê li dijî Reqayê operasyonek pêk were. Ew di axaftinên DAIŞ’iyan de bihîstiye ku gelek jinên Êzidî birine Dêrezorê. Li destê wê zarokek wî hebû. Ji nişka ve hêrs bû û got: "Ev zarok ne ya min e, ya wan e, ez naxwazim wî bigirim." Di wê zîndanê de 5 zarok hebûn û 6 jin jî ducanî bûn. Ew jin bi navînî 13-20 salî bûn. Zarokên Êzidî yên 8 salî jî hebûn. Gelek ji wan zarok bi wan re bûn. Bi hêrs nêzî zarokên di destên wan de dibûn. Digotin 'Ew ji ber tecawiza ku li me hat kirin hatin dinyayê, em wan naxwazin'. Helbet me hewl dida jinan aram bikin. Hema hema hemûyan dizanîn ku ew Êzidî ne û anîne Şengalê. Lê di nav wan de 2 keçên biçûk hebûn, ew digotin ‘em misilman in’. DAIŞ’ê demeke dirêj ew li cihên cuda hiştibûn û bi baweriyê perwerde kiribûn.

'Li ser dîwaran dîroka revandin û mirinê dinivisîn’

Di zîndanê de laş û beşên jinan ên hişkbûyî hebûn. Mîna mala mirinê bû û li her quncikê bêhna mirinê dihat. Payîzê jî nikaribû wê bêhna kûr veşêre. Li ser dîwaran nivîs hebûn. Jinên ku dizanîbûn binivîsin dîroka hatina xwe û tarîxa mirina hinekan jî nivîsandin. Sembolên baweriya bi nemiriyê hatin xêzkirin. Mînak li ser dîwêrekî diyar bû ku ew jin ewqasî hatiye îşkencekirin ku şopa wê hînê maye. Rojek li ser dîwêr û qubeyek tê de hatibû xêzkirin. Tevî her tiştî jî wan jinan dev ji baweriya xwe bernedan û li ber xwe dabûn.

'Yên ku dixwestin li cem me bimînin û li dijî DAIŞ'ê şer bikin hebûn'

Hemûyan cil û bergên reş li xwe kiribûn, tenê jinek cilê spî li xwe kiribûn. Ev jin beriya ku em wê derê bigirin, ji endamekî DAIŞ'ê re hatiye firotin û ji bo wê cilên spî lê kirine. Jina ku dihat firotin cil û bergên spî lê dihat kirin û di hucreya li jora zindanê de dihat sekinandin heta ku DAIŞ’î dihat û ew digirt. Baş e ku em beriya wî DAIŞ’î hatibû. Haya me jê hebû ku bi rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ’ê em berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih tînin. Ew kêlî ji bo vê pir bi wate bûn. Me got ‘em ji YPJ'ê ne’ û me ala xwe nîşan da. Helbet di heman demê de me hemû alên DAIŞ’ê yên ku li wir bûn ji kokê derdixist û li ber çavên wan dişewitand. Vê nêzîkatiyê zêdetir bawerî da wan. Em hembêz dikirin û digotin 'Em t,we ji bîr nakin'. Piştre hinekan xwestin ku li gel me bimînin û gotin, 'Em bi we re li dijî DAIŞ'ê şer bikin û tola xwe hilînin'. Lê di vê çerçoveyê de mirov wan bike nava şer de wê ne aqilane be. Êşkence li wan hatibû kirin, westiyabûn û belkî jî ji zû de hewaya vekirî nedîtibûn. Me got ‘Bihêlin li şûna we em heyfa we û hemû jinan hilînin’ û me ew ji wir şandin.

'Her tilîlî mizgîniya azadiya jina Êzidî bû'

Me tevahiya zindanê kontrol kir. Herêma me bi temamî hat paqijkirin. Destikên me di tevahiya şer de tu carî bêdeng nebûn. Em tax bi tax diçûn. Dengên tilî ji destikên me dihatin. Ev nîşana me bû. Her tilîlî mizgîniya azadkirina jineke Êzidî bû. Ev rewş 6 mehan dom kir, heta ku me Reqa ji her milekî çeteyên DAIŞ'ê paqij kir. Helbet ne tenê jinên Êzidî, jinên Ereb û neteweyên din jî rizgariya wan hebû. Jinan bi hêvî û bextewariyeke mezin em hembêz dikirin, dîsa dest û rûyê me maç dikirin. Çarşefên reş ên ku çeteyên DAIŞ'ê bi zorê li xwe kiribûn derdixistin û dişewitandin. Ewqas jin bi hev re û bextewar dîtin hestek bû ku mirov nikare qal bike.

Di kontrola malan de me 4 jinên din ên Êzidî dîtin. Hemî zewicî bûn û yek ji wan xwedî zarok bû. Dizanibûn ku ew Êzidî ne. Her wiha jinek Ereb bû, wê got ku ew ji Bexdayê ye. Dema em dîtin, jinên Êzidî ber bi me ve bezîn û em hembêz kirin û gotin em Êzidî ne. Wan em baştir nas dikirin. Gelek axaftinên çeteyên DAIŞ’ê bihîstibûn. Digotin ‘Em dizanin ku hûn ji YPJ’ê ne. Me jî bihîst ku dê li Reqayê şer derkeve. Em pir kêfxweş in ku em xilas bûne.’ Helbet em jî wek wan kêfxweş bûn.”

Di pengava Reqayê de 100 jinên Êzidî hatin rizgarkirin

Tîma operasyonê ya Toprak û şervanên jin ên pê re wê ava kiribûn 28 jinên Êzidî rizgar kiribû. Toprak dibêje ew pir bextewar e ku beşdarî pengavekê bi vê rengê bûye ku ji bo jinan gelek bi wate ye. Yek ji xalekî din a wate dida pengava rizgarkirina jinên Êzidî yê li Reqayê ji Şengalê beşdarbûna Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû. Fermandar Zerdeşt û Pîr Çeko yên di êrişên dewleta Tirk de li Şengalê hatin hedefgirtin jî pêşengên Êzidî ne ku yekser di vê pengavê de cihê xwe girtin.

Toprak û bi sedan şervanên jin ji bo rizgarkirina jinên Êzidî bi hêrsekî mezin çûbûn ser Reqayê. DAIŞ piştî Kobanê û Şengalê, li Reqayê bi hêrsa jinan şikestina xwe ya 3’yemîn û mezin jiyan kiribû. Her rizgarkirin hêviyek ava dikir. Di pengava rizgarkirina jinên Êzidî ya Reqayê de 100 jinên Êzidî hatin rizgarkirin.

Divê çete bên darizandin û rastî bên aşkerekirin’

Toprak Amanos herî dawî got ku di 9’emîn salvegera Qirkirina Şengalê a Fermana 74’emîn a Êzidiyan de divê çeteyên DAIŞ'ê ku êşên mezin bi mirovahiyê û jinan dan jiyankirin, bên darizandin. Toprak Amanos got, "Di ser fermanê re 9 sal û di ser operasyona Reqayê re 6 sal derbas bûn. DAIŞ'ê li xaka Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şikestineke mezin dît. Tolhildana fermana 74'an heta radeyekê hat hilanîn, lê nehat bidawîkirin. Divê DAIŞ û hêzên wî ava kirin bê darizandin û heqîqet bi dadwerekî adilane derbasî rûpelên dîrokê bibe. Ji bo vê yekê jî li Rojava darizandina DAIŞ'ê pêvajoyeke girîng e.

Bê guman diviyabû hemû hêzên navnetewî piştgiriyê bide vê. Di encamê de têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bo tevahî mirovahiyê û cîhanê bû. Diviyabû bi vê nêzîkatiyê hatiba nêzbûn. Lê wisa dixuye ku bi dadgehên li ser mafên kesane tên vekirin ser qirkirina ku li ser erdnigarî, bawerî û civakekî hatiye kirin bê girtin. Em ji dirûtiya hêzên hegemon ne xerîb in, lê dibe ku ew ji têkoşîna me ya azadiya jinê xerîb bin. Hemû jinên cîhanê me dinasin. Ev tê wateya ku heta tola tevahî jinên cîhanê bi taybet jî tola jinên Kurd-Êzidî neyê girtin û azadî neyê girtin rawestin nîne.”