Şervana YPJ’ê: Armanca operasyonê parastina jin û zarokan e

Hê di bîra Barîna Dêrazorê de ye çawa çeteyên DAIŞ’ê jinan serjê dikirin û dihiştin zarok wan recm bikin. Loma bi hêrsa li hemberî DAIŞ’ê di sala 2021’ê de beşdarî YPJ’ê dibe û niha di Operasyona Ewlehiya Domdar de cih digre.

Hesekê - Barîn Dêrazor a ku di zaroktiya xwe de bû şahida gelek sûcên dijmirovî yên DAIŞ’ê li ser jinan, di ciwantiya xwe de jî biryara tevlibûna nava refên YPJ’ê, da ku bibe şervaneke jinan biparêze.

Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji hêla şervanên YPJ/YPG û QSD’ê ve duh hatiye destpêkirin, didome. Barîn Dêrazor a piştî gundê wan ji hêla şervanên YPJ/QSD’ê ve rizgar dibe, beşdarî Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê dibe. Barîna ku di operasyonê de cih digre, bi çend hûrguliyan ji me re behsa zarokatiya xwe ya di nava hebûna DAIŞ’ê de kir û armanca xwe ya beşdarbûna vê operasyonê anî ziman.

Di 7 saliya xwe de bûye şahida bûyerên bi xwîn hov û tirsnak

Barîn Dêrazor me bir zaroktiya xwe ya di nava terora DAIŞ’ê de û wiha behsa bûyerên di 7 saliya xwe de bûye şahid kir: "Di dema DAIŞ’ê de, temenê min nêzî 7 salî bû, min zilma DAIŞ’ê û bi çi awayî îşkence li gel dikirin bi çavên xwe dît. Tê bîra min, DAIŞ’ê heta ku li ber çavên girseyên gel nebûya kesek nedikuşt û serê wan jênedikir, diviyabû her kes amade bûya ji zarokên biçûk hetanî pîr û kalên temenê wan mezin. Heta zarokên biçûk neçarî dîtina bûyerên wiha bi xwîn û hov dikirin, tirsek didan avakirin da ku zarok li ser vê hişmendiyê mezin bibin."

'Jinan li ber çavên min recim dikirin'

Barîn Dêrazor da zanîn ku wê bi çavên xwe hovîtiya DAIŞ’ê a li ser jinan dîtiye û jê bihêrs bûye, li ser vê yekê jî Barîn wiha dibêje: "Min li ber çavên xwe dît, di vê sedsalê de çawa jin tê recim kirin, heta ku tiştekî normal jî kiribûna wan efû nakin. Eger çarçefa reş li xwe nekiribin û rûyê xwe negirtibin dihat recimkirin. Çeteyan dihiştin ku zarok keviran kom bikin û li ber çavên hemû kesan jinan recim bikin. Ew roj baş tên bîra min, her bi bîranîna wan rojan ez hêrsa di dilê xwe de vediguherînim hêza ku ez li ser piyan bisekinim, bibim jineke bihêz û bikaribim ji hemû pêvajoyan re bibim bersiv."

'Nirx û nêzikatiyên DAIŞ’ê ji jinan re 'koledarî' bû'

Barîn Dêrazor bi peyvekê rewşa jinan, nirxê ku DAIŞ’ê dida jinan û bi çi awayî nêzî wan dibûn vegot: "Jin li cem DAIŞ’ê kole bûn û diviyabû di bin siya wan de kole bimînin ji lewre ew jin di bin çarçefa reş de dihatin fetisandin ger piçek jî bedena wan xuya bikira, jin dihatin biçavkirin û wan dibirin bi dehan caran celid dikirin û îşkence li wan dikirin. Li cem jinan tirseke ne normal çêbû, malbata min jî heman tiştî jiya ger li gorî zagonên wan neçûna îşkence û celid li wan jî dikirin. Lê piştî ku gundên me ji hêla YPJ/QSD’ê ve hatin rizgarkirin, em dikaribûn vê pêvajoyê derbas bikin."

'Bi tirs di nava kolanan de dimeşiyan'

Barîn Dêrazor bal kişand ser jinên ku bi tirs di nava kolanan de dimeşiyan ji nişkêve çeteyan dihat û wan li xwe helal dikir û dikirin hevjînên xwe, Barîn wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema ku çete li kolanan digeriyan, eger jinek xweşik bidîtina bi gotina 'Elah û Ekber' sê caran û destê wan li ser serê wê, ew li xwe helal dikirin û dikirin hevjîna xwe û wiha dibirin."

'Em ji windarkirina dayik û bavên xwe ditrisiyan'

Barîn Dêrazor pirsên ku di wê wextê de di nav wê hovîtiya her kêlî pê re bi awayekî fizîkî û rûhî rûbirû diman, di mejiyê wê de digeriyan ji me re wiha bi bîr xist û got: "Çima ev çete hatin me tirsandin û hiştin em vê hovîtiyê bijîn, em kirin koleyên xwe, em ditirsin ku derkevin derve û tirsa me li ser me zêde bû. Em ji bo dayik û bavên xwe gelek ditirsiyan. Em heta çend sal berê wiha jiyan lê min nizanibû YPJ an jî herêmeke din ji derveyî herêma ku em lê jiyane heye. Lê piştî em hatin rizgarkirin jî, me wê çaxê fêm kir ku partiyeke azadîxwaz heye û heval hene."

'Ji bo wan dayikên zarokên wan dihatin qetilkirin û nikaribûn dengê xwe bikin li vir im’

Barîn Dêrazor sedem û armanca beşdarbûna hêzên YPJ’ê wiha bilêv kir: "Destpêkê ez xwe ji şopên DAIŞ’ê xilas bikim, piştre ez bikaribim jinên rastî îşkenceya çeteyan hatine xilas bikim û bikaribin careke din li ser piyan bimînin, ev yek ji armancên min a beşdarbûna hêzên YPJ’ê bû. Bi taybetî ya ku hişt ez beşdar bibim ew bûyerên ku min di zaroktiya xwe de dît û jiyaye, çawa jin dayik û zarok êşê dikşînin û dibin qurbanî. Bi taybetî ji bo wan dayikên ku çeteyan zarokên wan qetil dikirin û nikaribûn dengê xwe jî bikin an jî bigrîn. Ji lewre armanca min jî hevgirtina jinan li hember zilm û zordariya DAIŞ’ê ye."

'Armanc ji Ewlehiya Domdar parastina jin û zarokan e'

Barîn Dêrazor armancên xwe yên beşdarbûna Operasyona Ewlehiya Domdar wiha anî ziman: "Armanca me ya operasyonê kontrolkirina gundan û destreserkirina çek û cebilxaneyên ku şaneyên DAIŞ’ê li dijî gel û jinan û hêzên ewlekariyê bi kar tînin e. Rast e DAIŞ li Baxozê têk çû lê belê heta niha şaneyên wan di nava gund û kampê de zindî ne, ji lewre armanc miçiqandina kaniya terora wan e. Armanc parastina jin û zarokan ji xeteriya çeteyan û parastina war û strageha sivîlan e."

Barîn Dêrazor bang li jinan kir ku bi hêzên operasyonê re alîkar bin da ku wan ji tirsa çeteyan û şaneyên wan xilas bikin.