Şervana heqîqet û wateyê: Denîz Firat

Rojnameger Binevş Sarya ku rojnameger Denîz Firat ê di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Wargeha Mexmûrê de şehîd bû weke heqîqet bi nav kir û bi gotina, "Em bibin Denîz, em Denîzê bidin jiyandin" bang li rojnamegerên jin kir.

DENÎZ AKARSEL

Navenda Nûçeyan – Di ser şehadeta Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yıldıztan) ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de dema piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê di 7’ê Tebaxa 2014’an de hatibû hedefgirtin, 9 sal derbas bûn. Yek ji xebatkarên çapemeniya azad Denîz Firat ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Mexmûr û Şengalê ji raya giştî re ragihand, tevî temenê xwe yê ciwan bû xwedî jiyaneke dijwar lê bi wate.

Binevş, Sarya û Denîz ên sê xwişkên ku bi heman bîr û baweriyê di heman rêyê de meşiyan, di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Biryardarî û cesareta ku wan li pey xwe hiştiye îro jî ji bo bi mîlyonan jinan dibe ronahî.

Binevş Sarya li ser lêgerînvana heqîqetê, şoreşger, rojnameger, xwişk û rêhevala xwe Denîz Firat axivî. Binevş Sarya di bersiva pirsên me de dibêje ku Denîz dema li heqîqetê digeriya veguherî heqîqetê.

'Heval Denîz di hundirê xwe de cîhanek bi tevahî cûda bû'

*Ger em ji we bixwazin hûn ji xwişk Leyla heyanî rêheval Denîz, qala Denîz Firat bikin, hûnê çi bêjin?

Di serî de Heval Denîz di 9’emîn salvegera şehadeta wê de, Heval Sarya jî di 24’emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî û hesret bibîr tînim. Ne hêsan e ku meriv wan bi hevokek an du hevokan bilêv bike. Heval Sarya û Heval Denîz di sala 1992’an de bi hev re beşdar bûn. Heval Sarya di 8’ê Tebaxa 1999’an de li herêma Metîna, di 8’ê Tebaxa 2014’an de jî heval Denîz dema li êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê dişopand gihîşt şahadetê.

Bi rastî jî teswîra Heval Denîz zehmet e. Teswîra bexçeyê gulan çi qas zor be, ew qas jî vegotina Denîz dijwartir dibe. Heval Denîz di jîyana xwede de kesekî wek navê xwe bû. Çawa ku cîhaneke cuda heye ku hemû zindiyên wê di deryayê de dijîn, di nava heval Denîz de jî cîhaneke wisa hebû. Di dinyaya wê de, awayê wate dayîna hemû zindiyan hebû. Bi heman awayî qîmet dida hevalên xwe. Her çend em xwişk in jî, her çend em ji hêla biyolojîkî ve girêdayî ne jî şansê me nebû ku em bi hev re mezin bibin. Me piştî gelek salan hevdu dît. Ez Heval Deniz dişibînim dara maziyê. Rehên wê yên mîna dara maziyê hebûn. Tu çi qas birî an bişewitînî, ew xwe nû dike û mezin dibe. Heval Denîz kokeke xurt û pir saxlem e ku di dilê min de wek dara biharê cîh girtiye. Di hemû damarên min de perçeyek Denîz heye û ev perçe her tim jiyaye û dê bijî. Ez dikarim bibêjim ku ez Heval Deniz di hestiyên xwe de hîs dikim. Kesek bû ku di her qada ku diçû şopek dihişt.

* Denîz di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 8'ê Tebaxê ya li dijî Mexmûrê de hat hedef girtin. Di heman demê de salvegera komkujiya Şengalê bû. Mîna Şengal li Mexmûrê jî yek ji qadên wiha bû ku bi taybetî hedef hat girtin. Îro di bin xeteriya ambargo, êrîş û dorpêçê de ye. Çima kamp tê hedefgirtin, bi taybetî di êrîşa DAIŞ’ê de çi qewimî?

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê bi piştgiriya dewletên NATO’yê hewl da xwîna Rojhilata Navîn bimije. Wekî ku Rêbertiyê got, şerê cîhanê yê sêyemîn di sala 2003 de dest pê kir. Ev şer li Rojhilata Navîn di bin navê “Îslamê” de li dijî gelên Rojhilata Navîn bi destê DAIŞ’ê hate meşandin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê pêşî li ser gelê Şengalê hat destpêkirin. Gelê Êzidî yê li Şengalê bi 74 fermanan re rû bi rû maye, tevî hemû komkujiyan jî dev ji baweriya xwe berneda û bi baweriya xwe zêdetir xwe girt. Gelê Êzidî hebûn û baweriya xwe parast. Di eslê xwe de, bawerîya pêşî ya kurdan li ser ola êzîdîtiyê hatiye pêşxistin. Lewma êrîşa li dijî gelê Êzidî di heman demê de êrîşa li dijî çand û zimanê tevahiya gelê Kurd e. Di 3’ê Tebaxê de êrîşên li ser Şengalê hatin kirin, di 6’ê Tebaxê de jî li dijî Wargeha Şehîd Rûstem (Kampa Mexmûrê) êrîş pêk hatin. Êrîşên li pey hev ne tesadufî bûn, êrîşeke bi zanebûn plankirî bû.

Weke ku tê zanîn gelek şêniyên Mexmûrê ji ber ku di sala 1994’an de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve gundên wan hatin şewitandin û wêrankirin, neçar man koç bikin. Malbata min jî di destpêka salên 90’î de ji ber zextan berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Ji wir jî hat li wargeha Mexmûrê bi cih bû.

Armanca sereke sirgûnkirina xelkê ji axa Kurdistanê bû

Ev ne cara yekeme ku gelê Mexmûrê bi van êrîşan re rû bi rû dimîne. Ew ji 1994 heta 1998 li gelek kampên cuda man. Ji Geliyê Qiyametê heta Etrûşê, ji Nînovayê heta Neh Dara û ji wir jî heta Mexmûrê têkoşîneke dijwar dan. Di her warî de rastî êrîşên PDK û dewleta Tirk hatin, dewleta Tirk dixwest gelê Mexmûrê tine bike û niha jî dike. Kampa Mexmû di nava sînorên Iraqê de ye. Armanca sereke ya destwerdana li kampên din, sirgûnkirina xelkê ji axa Kurdistanê bû.

Ne rast e ku mirov jiyana li Wargeha Mexmûrê asayî bihesibîne. Ji ber ku gel di nava behra tozê de mabû, ji heftê heta heftê salî bi têkoşîneke dijwar a jiyanê re rû bi rû ma. Lê zêdetirî 30 sal in, van mirovan li ser piyan man û li ber xwe dan. Bi bawerî û dilsoziyeke mezin, deryaya xweliyê veguherandin qada jiyanê. Êrîşa ku di sala 2014’an de pêk hat, êrîşeke bi armanca tinekirina gelê Mexmûrê bû. Dewleta T.C. xwest tişta ku bi salan nekarî bike, bi destê DAIŞ’ê bi dest bixe. Ger Şengal û Mexmûr teslîmî DAIŞ’ê bibûna, dê pêvajoya şer pir cuda bûya. Tevahiya Bashûr Kurdistanê dê bihata dagirkirin û li wir behsa kurdayetiyê nedibû. Lê belê bi pêşengiya gelê Mexmûrê, YJA-STAR û gerîlayên HPG'ê komkujiyeke mezin hate astengkirin. Perwerdeyên ku gel bi salan e distîne hişmendiya parastinê derxistiye holê. Ger ev rêxistin nebûya wê Mexmûr jî mîna Şengalê rastî komkujiyeke mezin bihata.

Ambargoya PDK’ê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ye

Ev 3 sal in ji aliyê PDK'ê ve ambargoyeke giran li ser Mexmûrê tê meşandin. Ev jî berdewamiya êrîşa DAIŞ’ê ye. Ji ber ku nikarin komkujiyên fizîkî bi dest bixin, bi rêbazên cuda hewl didin gel bitirsînin. Dixwazin bi polîtîkayên weke ajantiyê, bi birçîbûn tine bikin. Heval Denîz di demeke wiha de li Mexmûrê bû û bû şahidê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Heval Denîz bi pênûs û kameraya xwe re tevî hemû bê derfetiyan û di nava şerekî dijwar de ne tenê gelê Mexmûrê, bû dengê gelê Şengalê jî. Heval Denîz ji destpêka êrîşê ve li kêleka milîsên Mexmûrê û gerîlayan yek ji rojnamegerên destpêkê bû ku pêvajoyên şer şopand û bû dengê berxwedanê. Piştî ku Heval Denîz gihişt şehadetê, telefona wî gihîşt min. Ji ber ku gelek malbatên Şengalê bi rêya telefona heval Denîz xwe digihînin gerîlayan, min telefonê negirt. Dema malbatan bi min re axivîn, fikirîn ku ez Denîz im. Ji ber ku dengê me wek hev bû. Min ji wan re negot ku Denîz gihîştiye şehadetê. Ji ber ku min nexwest êşeke din li derdê wan zêde bikim. Ji ber vê yekê ez demeke dirêj wek heval Denîz bi wan re axivîm. Di wê pêvajoyê de ez pê hesiyam ku heval Denîz ne tenê bi rêya çapemeniyê alîkariya raya giştî kir, derfeta herî biçûk jî veguherandiye firsendekê û pêşkêşî raya giştî kiriye.

'Denîz jiyanê bi wate dikir û jiyan dikir’

*Denîz lêgera heqîqetê bû, we jî riya wê şopand û hûn jî bûn rojnameger. Denîz li rastiyê çawa geriya? Çapemeniya jinên Kurd îro li ku ye?

Têkoşîna Heval Denîz ji heft saliya xwe heta şehadeta xwe berdewam kir. Di pirtûka Sakîne Cansiz de wiha tê gotin, “Jiyana min her tim şer bû” û jiyana Heval Denîz her tim bi şer û têkoşînê tijî bû. Kêlî bi kêlî jiyan dikir, lewma dem ji bo wê girîng bû. Her wiha ew kêliya di rojnivîska xwe de jî nirxandiye û wiha gotiye: “Eger ez qîmeta wê kêliya ku dijîm nezanim, paşê poşman bim jî, serhildana min, daxwazên min wê ti wateya xwe nede. Ji ber vê yekê ez ê kêliya ku bijîm hêja bikim.” Heval Denîz bi vê rengê jiya. Ew mirovek bû ku wê gavê bi wate dikir û dijiya. Ji bo nebêje ‘xwezî’ di kêliyê de ji rêhevalên xwe re dibû bersiv.

Bi vî rengî tevlî berxwedana Şengal û Mexmûrê bû. Ji bo bibe dengê gel û têkoşerên azadiyê xwe feda kir. Loma jî di gelek kanal, radyo û ajansan de xebitî. Ji ber ku haya wî ji armanca xwe hebû, wê ferq û cudahî nedixist navbera tu qadên xwendinê. Haya wê jê hebû ku ji bo çi, ji bo kê û çawa dixebite. Heval Denîz ne tenê rojnameger bû. Dema ku pêwîst bû mîna şervanekî şer dikir. Mînak hêzên milîsên Mexmûrê li ser vê yekê qal dikin, dema çekê hîn hevalan asê dibe Denîz çûye çekên wan kontrol kiriye û carek din gihandiye asta ku bişxule. Bi qasî ku ji vir jî bê famkirin Heval Denîz him weke rojnameger him jî weke şervan di qada şer de rolekî mezin lîstibû.

Ji çiyayan hez dikir

Heval Denîz di beşekî rojnivîsa xwe de wiha dibêje; “Ne girînge ku ezê çawa şehîd bikevim ya girîng ew e ku ez li van çiyayan çawa dijîm, ez ê çawa bibim gerîlla û min ji van çiyayan çiqas hez kir, çawa beşdar bûm, min çawa bi wate kir, ya girîng ev in.” Ji ber vê Heval Denîz çawa gihîşt şahadetê ezê dirêj dirêj qal nekim. Ez ê li ser vê qal bikim ku çawa jiyanek tijî jiya. Denîz ji çiyayan pir hez dikir. Êvarê dema ku em li ser patîkayan dimeşiyan bi kêfxweşî pêl axê dikir lê nedixwest ajal û nebat zirarê bibînin. Dema ku digihişt li ser lutkeyek bilind a çiyayek dilê wê tijî dibû kêfxweşî. Bi heyranî û hezkirinê li derdora xwe dinihêrî, min jî bi eşq lê dinihêrî. Niha fam dikim ku ya rast jiyana Denîz heqîqet bû, lêgerînek ku ne diwestiya û ranediwestiya bû ya wê. Em bi hev re li ser heman patîkayan meşiyan, me heman hewayê girt, di nav heman têkoşînê de cih girt, em bûn rêhevalên heman riyê û rêhavelên heman fikrê. Ji ber vê li ser şopa Denîz çûyîn ne tiştekî ewqas hêsan e.

Heval Denîz dema ku yekem car ket nav xebatên ragihandinê li radyoyê bernameya  Dengê Gerîla çêkir. Paşê li kovara Tanriça Zîlan di xebatan de cih girt. Ez jî di heman salan di nav xebatê de bû. Min ji dil dixwest ku ez di xebatên ku ew tê de ye cih bigrim. Min dixwest ez bibim wek Denîz lê mixabin min nekarî bibim wek wê, lê ez dikarim soza wê bidim ku wê bidim jiyandin. Carna dema xebatek dimeşînim ji xwe re dibêjim gelo Denîz bûya dê çawa kiriba, dê çawa fikirîba, dê çawa nirxandiba. Denîz li ser şopa Gurbetellî Ersozan meşiya, gelek heval jî li ser şopa Denîz meşiya. Heval Nûjiyan jî yek ji wan rêhevalan bû. Heval Nûjiyan di nivîsekî xwe de dibêje ‘Denîz bû mamosteya min’. Denîz û Nûjiyan demekî bi hev re xebat dan meşandin. Bi derfetên ku Denîzan, Nûjiyanan, Dilşayan û gelek hevalên têkoşînê dimeşînin gelek xebat gihîştin roja me.

Piştî heval Denîz şehîd ket gelek xebat pêş ketin. Li ser ajansên jin ên hatina avakirin Ajansa Jin a Rojhilata Navîn NûJINHA lê zêde bû, Jin Tv hat avakirin û akademiya ragihandinê ya Denîz Firat ava bû. Şopdarên Denîzan, Gurbetelliyan, Dilşayan, Nûjiyanan, Şîlanan ne pênûs ne jî kamerayên wan li erdê nehiştin. Li ser şopa wan xebat dan meşandin. Ji bo me jî ya herî girîng ew e ku em ê çawa wan bidin jiyandin.

‘Pirtûk fikrê heval Halîl Dag bû’

*Hûn niha xebatê pirtûkek dimeşînin ku ber bi dawîbûnê ye. Di nav pirtûkê hûn qala Denîz û malbatê dikin. Gelo hûn dikarin hinek qala pirtûkê bikin? Fikrê nivîsandina pirtûkê çawa bipêş ket?

Pirtûka ku ez niha dinivisînim ne fikrê min bû. Beriya beşdarî nav refên têkoşînê bibim jî min difikirî ku divê ez çîroka 4 xwişkan binivsînim. Lê fikrê pirtûkê fikrê heval Halîl Dag bû. Halîl Dag ne tenê rojnameger bû di heman demê de zimanê çiya û gerîla bû. Heval Halîl bi heval Binevş, Sarya û Denîz re mabû. Derfeta min jî çêbû ku ez wî nas bikim. Bi her 4 xwişkan re mabû. Carna digot, ‘Min nekarî ez her 4 xwişkan di heman wêneyê de bikşînim’. Dema ku heval Sarya şehîd ket got, ‘Ev hevala bedew şehîd ket, niha dê kê bedewiya wê bîne ziman’. Dema heval Binevç şehîd ket ji bo wê jî got, ‘Kenên wê berdela milyonan e’. Ji bo heval Denîz jî digot ‘Gerîlayê biçûk a Faraşînê’.

Projeyek bi vê rengê ya heval Wesfî (Hamza Yavuz) hebû ku li Ewropayê şehîd bû. Beriya ez di xebatên ragihandin3e de cih bigrim min destpêkê ji Denîz re got ku projeya heval Wesfî û Halîl jiyanî bike. Herî dawî dema ku 2014’an min wê dît got ezê pirtûkê binivsînim lê mixabin ew jî şehîd ket. Ev proje ji min re ma. Dil dixwest ku Denîz nivîsandiba ji ber ku ew ê ji min xweştir nivîsandiba. Ji ber ku demên dirêj li gelheval Sarya û Binevş mabû û hê baştir dikaribû pênase bike. Mîrasa ku ew hiştin min girt. Xebatê pirtûkê hê didome. Mijulbûnek mezin dixwaze, min hê xilas nekiriye. Tenê çîroka 4 xwişkan na çîroa penaberiya malbatê, çîroka 4 xwişkan, çîroka birayê min Delîl ê li Zelê şehîd bû, çîrôka xwişka xwe ya biçûk Kurdistan a li Ranyayê ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest da jî dinivsînim. Ya rast çîroka malbatekî Kurd e. Ji ber vê xebatekî berfireh dixwaze. Li ser dişxulim. 

*Ji bo rojnamegerên jin ên şopdarên Denîz in tiştekî ku dixwazî bêjî heye gelo?

Herî dawî dikarim vê bêjim ku divê her kes ji bo hevalên ku li çiyayên Kurdistanê di bin êrişên giran ên dijmin de rûxmê çekên kîmyewî xebatên ragihandinê dimeşînin bibin alîkar. Rêhevalên me ji emrê xwe bêtir di nav berpirsiyartiyek mezin de ne, hewl didin bibin dengê gerîlatê azadiyê. Divê em jî wan hîs bikin û destê xwe bixin bin kevirê. Çawa ku Denîz heya nefesa xwe ya dawiyê şer kir niha jî bi heman awayê rêhevalên wê li qadên parastina medyayê li ber xwe didin. Em bibin dengê gelê ku çand, ziman, hebûna wê hatiye qedexekirin û bibin dengê jinên ku rastî her cûre pêkûtî, îşkenceyê tên. Em bibin Denîz û em Denîzê bidin jiyandin.