‘Şerîfe, di nava çîrokên bêhêvîtiyê de, hêvî û kelecanê dide jiyanê’
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan ya Lakan têkildarî rewşa Şerîfe Mihemedî ragihandin ku di çîroka bêhêvîtî û êşê de Şerîfe Mihemedî bi gavên hişk û dengekî wêrek, hêvî û kelecanê dide jiyanê, xwendin û nivîsandinê fêrî kesên din dike.
Navenda Nûçeyan- Di der barê rewşa girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî biryara cezayê darvekirinê jê re hatiye dayîn, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan ya Lakan li Reşît nameyek parve kir.
Di nameyê de ev tişt hate gotin:
“Di 13’ê Tîrmeha sala 2023’yan de em hatin Girtîgeha Lakan. Kêliya ku em hatin dema ku em li benda rêveberiya girtîgehê bûn, me li pişt maseyê li çalakvana kedê ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn Şerîfe Mihemedî digeriya. Rûyê jîndar û dilovan yê Şerîfe li aliyê din ê camê di salona karantînayê de hate dîtin. Em li bendê bûn ku kaxezên îdarî temam bibin da ku rûyê wê yê vekirî û delal hembêz bikin.
Niha gelek kes Şerîfe Mihemed nas dikin. Cezayê darvekirinê ku jêre hatî dayîn ne tenê Reşit û Îranê, tevahî cîhan hejand. Li ser wê di medyayê de gelek tişt hatin nivîsandin. Lê rûyê Şerîfe, kêlî bi kêlî di vê girtîgehê de dibe bîranîn, ev ceza çiqas şermezariyê tîne bîra her kesî.
‘Şerîfe kelacanê dide jiyanê’
Di nava hemû jinên li girtîgehê de, di nava çîrokên bêhêvîtî û êşê de, Şerîfe bi gavên hişk û dengekî wêrek çîroka êş û bêhêvitiyê vedigêje, hêvî û kelecanê dide jiyanê, xwendin û nivîsandinê fêrî kesên din dike. Ew kesên nûhatî bi rewşê re dide nasîn û bikarên wan ve mijul dibe, bi sebirek nimûneyî li çîrokên wan guhdar dike. Bi dilxwazî berpirsiyariya cil û bergên girtiyan û pêdiviyên bingehîn digire ser milê xwe, hewl dide ku li pişt van dîwaran bi awayê ku baweriya xwe pê tîne jiyanê bijî. Li pişt van dîwaran, mirov hewl dide jiyanê bi awayê ku bawer dike bijî.
‘Gelo dadgerê ku ev ceza daye wê, ji xwe şerm dike?’
Girtiyên ji girtîgehên din bi coş tên serdana wê û her kes bi wî re sohbeteke bêhempa dike, ji zarokê yekta yê li girtîgehê re helbestên zarokan dixwîne û pêşwaziya wê dike. Piştgiriyê dide kesên ku di vê girtîgehê de bêyî ti derfetan, li quncikên xemgîn ên girtîgeheke biçûk bi tenê mane. Ji ji wan re dibe alîkar ku dîsa rabin.
Ne mimkûne ku mirov bawer bike jinek bi kiryar, gotin, awir û bişirînên wiha dikare cezayê darvekirinê lê were birîn. Cezayê dadger karesateke ku ji bo girtî û gardiyanên li aliyê din ê meydanan jî nayê qebûlkirin. Di awir û têkiliyên gardiyan, rayedarên girtîgehê û girtiyên din de nîşana dilovaniyê tune. Tenê dema ku ew ji hevdîtina kurê xwe vedigere jî, hemî awir nîşan dide ku rêzdariyek bi şermek tevlihev heye. Mîna ku hemû ji Şerîfe şerm bikin. Şerm li jiyana ku cezayek wiha daye. Em carnan ji xwe dipirsin, gelo dadgerê ku ev ceza daye wê, ji xwe şerm dike?”