Şêrê Sûdanê bandorên xirab li ser derûniya zarokan çêdike
Ji ber serê li Sûdanê, bi taybetî herêmên pevçûn li wan hene divê ku ji bo dibistanên Sûdanê yên li paytext Xartûmê şêwirmendên derûnî werin şandin. Zarokên ji şer ziraran dîtine bi vê yekê dê werin rehabîlîtekirin.

AYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Ji Nîsana 2023’yan ve heta niha piştî ku li Sûdanê pevçûnan dest pê kir, bi taybetî li herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de zarok rastî gelek kirinên xirab hatin. Vê rewşê bi zarokan re tirs û xofê çêkir. Van dîmenên sere derûnî ji mezinan zêdetir bandorê li ser zarokan kirin loma jî hem ji aliyê derûnî ve hem jî civakî jî zarok bi awayekî xirab bi bandor bûne.
Zarokên malbatên koçber, li kolanên bajarên nû tên ba hev. Gotinên ku van zarokan dibêjin, nîşan didin ku şer bandorên çawa çêkiriye. Zarok behsa top, gule û şeran dikin; pêlîstokên weke çekan ku amûrên şer in bi xwe re digerînin û her dem bi hev re şer dikin. Di dema şeran de gotinên “dê kî qezenc bike” nîşan didin ku lîstikvaniya şer dikin.
Li ser derûnî û jiyana civakî ya zarokan bendorên şer xwe didin der
Derûnînas Asîla Muhammed Osman, diyar dike ku gelek bandorên şer hene û zirarê didin hemû beşên civakê lê bi taybetî zêdetir zirarê didin zarokan. Asîla Muammed wiha dibêje: “Zarokên li herêmên pevçûnan dijîn, ji ber ku her dem dengê top û çekan dibihîsin, tirs û fikaran dijîn. Ji ber ku xizmên xwe winda kirine û dîmenên xofdar dîtine, travma derbas kirine.”
UNICEF’ê berê hişyarî dabû ku hemû zarokên li Sûdanê bi xetera tunebûnê re rûbirû ne. Saziyê diyar kiribû ku zarokên Sûdanî di nava krîza herî xirab a mirovî ya cîhanê de mane, bi şer, koçberî û birçîbûnê re têdikoşin. Her wiha bal hatibû kişandin ku li Sûdanê ji 16 milyonî zêdetir zarokên ku pêdiviya wan bi alîkariyê hene dijîn û ji ber şer 17 milyon zarok du sal in nikarin biçin dibistanan.
Li ser zimanê zarokên Sûdanî şer heye
Li gorî derûnînas Asîla Muhammed Osman travmaya derûnî ya ku zarok dijîn, yek ji zirarên şer ên herî mezin e û wiha didomîne: “Ji ber ku ji cihê xwe tên derxistin, nikarin li cihên ku diçin ahengiyek çêbikin, dikevin depresyonê. Di destpêka şer de, zarok di nava tirs û xofê de bûn lê bi demê re her ku ‘hînî’ rewşê bûn, têkiliyên zarokan guherîn û êrîşkar bûn. Êdî zarok berê xwe didin pêlîstokên şer. Ji aliyê perwerdeyê ve jî zarokan zirarên mezin dîtin. Êdî ders bala wan nakişînin, gelek zarok xeyal dikin ku bibin leşker an jî şervan. Zimanê wan jî êdî zimanê şer e.”
Asîla Osman, bal kişand ku di merheleya zarokatiyê de kesayet teşe digre û hişyarî da ku berdewamiya vê pêvajoyê dê di kesayeta zarokan de xirabiyên mayînde bihêle û got: “Lewre travmayên di dema zarokatiyê de, heta mezinbûnê didomin û dibin bingeha pirsgirêkên derûnî û civakî.”
Li Sudanê mekanîzmayên parastina zarokan neman
Seroka Yekîneya Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jin û Zarokan re Seliîma Îshak, diyar dike ku şer li ser zarokan bandorên mezin çêdike û got: “Şer zarokan neçarî mercên derasayî dike. Mekanîzmayên bingehîn ên weke perwerdeyê namînin. Bi taybetî koçberî, zarokan dixe xeterê. Ev xeter ne tenê travmaya derûnî yan jî mirin e; zarok bi xetera bazirganiya mirovan re rûbirû ne.”
‘Ji bo çeteyên bazirganiya mirovan şer demên herî guncaw in’
Seliîma Îshak, bal kişand ku divê dibistan bibin perçeyek ji mekanîzmaya parastina zarokan, piştgiriya derûnî li wan were dayîn û ji bo başbûna zarokan alîkariyê bidin û wiha bi dawî kir: “Tiştên ku pêdiviya zarokan bi wan heye pir hêsan in lê tevî vê pêdivî bi mudaxeleyên cidî jî heye. Niha zarok jî di nav de li dijî beşên cuda em hewl didin projeyek mezin a ji bo pêşxistina xizmetên derûnî bixin meriyetê.”