Şerê nû yê sedsala 21’an: Bazar bûye çeper

Şerê ku di xeta Îran û DYE-Îsraîlê de mezin dibe, ne tenê leşkerî, encamên aborî jî bi xwe re tîne. Ji bihayê petrolê heta prîmên sîgorteyê, bazarên gerdûnî li gorî rotaya şer şekil digre, pevçûn her ku diçe vediguhere qada qezenca fînansî.

ŞÎLAN SEQIZÎ

Navenda Nûçeyan – Şerê roja me ya îro, êdî ne tenê çeperên ku agir û xak lê serdest e, demek ku aborî bûye qada şer tê jiyîn. Ji 28’ê Sibatê vir ve, di şerê ku di navbera Îran û koalîsyona DYE-Îsraîlê de derketî, biryarên leşkerî û dîplomatîk bi lez û bez veguherî zimanê bazarê. Bihayên petrolê bilind bûne, bazarên borsayê hejiyane, sîgorteya deryayî bihatir bûye û mesafeya di navbera ‘mûçe’ û ‘danûstandinê’ de hema bêje ji holê rabûye. Heta mûçe bi xwe jî bûye amûrek ji bo spekulasyonên fînansî.

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) destnîşan dike ku enerjî, zincîrên dabînkirinê û bazarên darayî, kanalên sereke yên ku bandorên şer hildigirin in. Bankaya Cîhanî diyar dike ku ‘şoka dîrokî’ li bazarên kelûpelan çêbûye û prîma rîska demkurt a petrolê zêde bûye. Di vê navberê de, Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî diyar dike ku şer hem daxwaz kêm kiriye û hem jî ne aramiya di bazara enerjiya cîhanî de kronîk kiriye.

Şer vediguhere mekanîzmayek di asta gerdûnî de

Li vir aliyê herî xeternak ê sedsala 21’an derdikeve holê: Şer êdî tenê maliyetê hilnaberîne, ji bo hinek aktoran, bûye şêweyek rasterast a hebûnê. Ev afirandina nirxên nû ne tenê li ser firotina çekan an dagirkirina axê, di heman demê de afirandina bêaramiyê, bilindkirina prîmên sîgorteyê, çêkirina xelaya çêkirî û vekirina derfetên arbitrajê di bazarên petrol, hilberên enerjiyê, veguhastin de çêdibe.

Li gorî analîza herî dawî ya Banka Cîhanî, şokek petrolê ya ji sedî 10 ku ji hêla faktorên jeopolîtîk ve tê rêvebirin dikare bihayên gaza xwezayî bi qasî ji sedî 7 û bihayên gubreyan  zêdetirî ji sedî 5 zêde bike. Ev bandor herçend dereng be jî bi rêya bihayên xwarin û xizaniyê vedigerin civakan. Bi gotinek din, şer vediguhere mekanîzmayek ji bo ji nû ve dabeşkirina xeteriya li ser asta cîhanî û di kapîtalîzma dereng de. Xeterî di heman demê de tê wateya qada ku qezenc lê tê çêkirin.

Di vê pêvajoyê de Donald Trump ne tenê fîgurek siyasî ye, di heman demê de wek ‘diyarkerê bihayan’ jî tevdigere. Di daxuyaniyên xwe yên hefteyên borî de, rojekê peyamên gefê, roja din nermkirina aloziyê; rojekê rageşiyê, roja din danûstandinê dane. Di 17’ê Nîsanê de, got ku hevdîtinek nû ya aştiyê dibe ku gengaz be, di 5’ê Gulanê de behsa ‘pêşkeftinek mezin’ kir, ragihand ku operasyonên eskortê li Tengava Hurmizê demkî rawestandiye, di 6ê Gulanê de ragihand ku di 24 saetên borî de bi Îranê re ‘hevdîtinên pir baş’ kirine.

Donald Trump diaxive, bazarên borsayê bilind dibin

Ev zincîra daxuyaniyan bes ji bo bihayên petrolê dakevin û bazarên borsayê bilind bibin e. Her çend ev rasterast wekî ‘planek bi zanebûn’ neyê şîrovekirin jî, bi zelalî nîşan dide ku hilberîna sînyalên siyasî, bûye têketinek bingehîn di modelên bihayê de.

Di vir de ger cudahiyek girîng were çêkirin: Dibe ku Trump her gav rasterast bazarê ji bo berjewendiya kesane manîpule neke; lê belê, şêwaza wî ya siyasî li gorî mantiqa çêkirina ne aramiyê dixebite. Bazar ‘nepêşbînîkirina hesabkirî’ bi dest dixe. Veberhêner niha dizanin ku daxuyaniyên Trump dikarin bandorê li ser petrolê, stokên parastinê, dolar, zêr û veguhestinê bikin. Bi vî awayî veberhênerên mezin, fonên spekulasyonê û şirketên sîgorteyê ne tenê rewşa fîzîkî ya şer, di heman demê de ‘zimanê Trump’ jî wekî daneyên darayî analîz dikin. Di vir de siyaset tam vediguhere sînyalan û sînyal vediguhere pereyan.

Ev veguherîn bi zelalî di bazara petrolê de hate dîtin. Di dawiya Nîsanê de, petrola Brent 126 dolarî derbas kir. Lê belê, bi her sînyala agirbestê an jî peymanek sînorkirî re dîsa daket. Di 6’ê Gulanê de, bihayê petrola Brent daket dora 100 dolarî, di heman demê de bihayê petrola WTI daket 94.81 dolarî. Ev ji ber nûçeya ku di danûstandinan de pêşketin çêbûye û operasyonên eskortê li Tengava Hurmizê dikarin ji nû ve dest pê bikin bû.

Ne Tevgera Bazarê; ‘Prîma Şer’ e

Çavkaniyên enerjiyê nîşan didin ku bihayên petrolê ji ber şer bi qasî ji sedî 50 zêde bûne û ji bo vegera hevsengiya berê dibe ku bi mehan bidome. Ev ne tenê tevgera bazarê ya asayî ye; diyardeyek e ku jê re ‘prîmê şer’ tê gotin e. Ango, lêçûna ku bazar ji ber tirsa ji astengiyên potansiyel li ser her bermîlek petrolê zêde dikin.

Ji ber vê çima ev guherîn ewqas sûdmend e? Ji ber di bazarên derivatîf de, ne tenê di aliyê biha de, di heman demê de ji demê jî qezenc tê kirin. Ev xala ku Bankaya Cîhanî jî tekez dike ev e: Şokên jeopolîtîk pêşî bihayên radestkirina demkurt bilind dikin, piştre daxwaza depo û envanterê zêde dikin. Bi vî awayî, aktorên ku dikarin nûçeyan pêşbînî bikin, dikarin rasterast ji şoka bazarê sûdê bigirin.

Gihîştina agahî û leza kar û bar bûye avantajeke mezin a fînansî

Beriya daxuyaniyên siyasî, daneyên derbarê wî bihayê petrol û sotemeniyê de bikeve nêzî 7 milyar dolarî, xumar hate lîstin. Ew nîşan didin ku şer êdî ne tenê leşkerî ye; gihîştina agahî û leza danûstandinê bûye avantajeke mezin a fînansî. Tam li vir modela şerê nû ji şerê klasîk cuda dibe. Berê, piştî destpêkirina pevçûnan, biha bertek nîşan didan; îro, îhtîmala şer û heta senaryoyên aştiyê yên potansiyel, berê tên nirxandin. Ev ew e ku saziyên analîzê jê re dibêjin ‘bazara ku di pêşerojê de biha dike’. Bi gotineke din, bazar niha ne tenê dabînkirin û daxwaza heyî, di heman demê de hilweşandina binesaziyê, îhtîmala girtina Tengava Hurmizê, windahiyên rezervan û krîzên veguhastinê jî biha dikin.

Li gorî Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, rojane di navbera 20 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmizê derbas dibe. Ev mîktar bi qasî ji sedî 25’ê bazirganiya petrola deryayî ya cîhanê pêk tîne. Heta têkçûna herî biçûk jî li vir bihayan ji mantiqa dabînkirina fîzîkî ber bi mantiqa tirsa siyasî ve diguhezîne. Di vê xalê de, duyemîn qada qezencê ya sereke ya şer derdikeve holê: sîgorte û veguhestin. Di demên dawî de, lêçûnên sîgorteya şer bi awayekî berbiçav zêde bûne. Hin polîtîkayên rîskê hatine betalkirin û yên din jî ji nû ve hatine bihakirin. Veguhestina deryayî bûye qadeke nû ya qezencê.

Şer bûye qada nû ya rantê

Her ku xetere li Tengava Hurmizê zêde dibe, prîmên sîgorteyê zêde dibin û ev lêçûn rasterast ji aboriya cîhanî re tê şandin. Dane nîşan didin ku veguhestina berhemên petrolê û rêyên deryayî li Asya û Ewropayê di bin zextek cidî de ne. Her ku hinardekirina berhemên rafînerkirî li Asyayê kêm dibe, bihayên sotemeniyên sivik û giran zêde bûne. Di vê wateyê de, şer ne tenê wêrankirin e, tê wateya parçekirina zincîrên nirxê û veguherîna wan ji bo qadên nû yên rantê ye.

Lê belê ji bo fêmkirina şerê îro divê ne tenê li aboriya petrolê, li ‘aboriya hêviyan’ jî were mêzekirin. IMF tekez dike ku bandorên şer bi rêya enerjiyê, zincîrên dabînkirinê û bazarên darayî belav dibin. Navenda Lêkolînê ya ODI diyar dike ku bazarên darayî bi berdewamî bandorên aborî yên şer ji nû ve dinirxînin. Di navbera krîza enerjiyê, hêviyên enflasyonê û tirsên mezinbûna cîhanî de çerxek bersivê ya domdar çêdibe.

Ji ber vê yekê şer ne tenê îro, di heman demê de pêşerojê jî dîl digre. Rêjeyên faîzê, lêçûnên sermayeyê, hevsengiyên dravdanê û polîtîkayên diravî ji hêla tirsê ve têne şekilkirin. Bi vî rengî, şer êdî valahiyek li derveyî bazarê nîne; bûye yek ji qonaxên bazarê bi xwe.

Ji ber vê yekê têgeha ‘fînansiya alîzekirina şer’girîng dibe. Fînansiya alîzekirin tê wateya hilberîna qezencê ji hilberîna kelûpelan ber bi hilberîna neguhêrbar û piştre jî ber bi hilberîna bendewariyê ve diçe. Petrol êdî ne tenê bi rêya boriyan û benderan tê bihakirin; bi rêya peymanên pêşerojê, vebijarkan, endeksên neguhêrbar û bazarên sîgorteyê tê bihakirin. Bi vî rengî, her nûçeyek şer di heman demê de dibe bûyerek fînansî.

Lêkolînên akademîk nîşan didin ku fînansîzekirina bazara petrolê hesasiyeta bihayan li hember şokên dem kurt zêde dike. Di encamê de, şerên nû ne tenê çavkaniyan wêran dikin, di heman demê de ji bo aktorên ku xwediyê agahdarî, sermaye û binesaziya danûstandinê ne, vegera awarte diafirînin.

Ji ber vê yekê daxuyaniyên Trump girîng in. Li şûna bêdengiya dîplomatîk, ew bi peyamên kurt û nakok bazaran dihejîne. Rojekê behsa ‘hevdîtinên pir baş’ dike, roja din behsa rawestandina operasyonan dike, piştre jî behsa îhtîmala peymanek bilez dike. Bazar van ne wekî retorîka siyasî û daneyên bihayê dixwînin.

Aştî her tim ne dijberiya şer e, carna tenê guherîna awayê hilberîna qezencê ye

Nûçeya lihevkirina sînorkirî ya 5 û 6’ê Gulanê bihayên petrolê kêm kir û bazarê kêmek aram kir. Lê belê, ev aramiya demkurt jî beşek ji çerxek ne aramiyê bû. Ji ber di vê pergalê de, aştî her tim ne dijberiya şer e; carna tenê guhertinek di awayê hilberîna qezencê de ye.

Ev tablo nîşan dide ku Trump şêweyek şerê navendî yê bazarê temsîl dike. Sînorên di navbera biryardana stratejîk, peyamên medyayê û pozîsyona darayî de her ku diçe nezelal dibin. Gef an peyamek aştiyê dikare di heman rojê de bandorê li bihayên petrolê, endeksên bazara borsayê û prîmên sîgorteyê bike. Bi vî awayî, siyasetmedar dibe yek ji aktorên bazarê. Şerên nûjen êdî ne tenê bi guleyan, bi gotinan jî têne meşandin.

Li aliyê din ê vê hevkêşeyê mirovên ji rêzê hene. Zêdebûna bihayên petrolê bi lez vediguhere bilindbûna bihayên veguhestin, xwarin û jiyana rojane. Raporên fermî dibêjin ku şokên wiha dê bandorê li ser gaza xwezayî, gubre, ewlehiya xwarinê û xizaniyê bikin. Ji ber vê yekê, ji bo mirovan, şer ne tenê teqînek li eniyek dûr e; tê wateya teslîmkirina jiyana rojane li ber bihayên guherbar.

Di şerên roja me de fuze û gotin

Niha dikare bi aşkerayî were gotin: Şerên nû di bin bandora mantiqa bazarê û hilberîna neguhêrbariyê de ne. Şer ne tenê amûrek ji bo armancên jeopolîtîk e; di heman demê de çînek sermayeyê bi xwe ye. Ew qadeke ku tê de xumar dikarin werin danîn, arbitraj dikare were çêkirin, sîgorte dikare were firotin û bi milyonan dolar dikarin bi daxuyaniyekê dest biguherin.

Ji ber vê yekê di şerê roja îro de, hem fuze û hem jî peyv girîng in; hem rafinerî û hem jî tweet; hem Tengava Hurmizê û hem jî kêliya ku nûçe tê weşandin. Bihayên bazarê şer dikin û şer ji nû ve şekil dide bazarê. Rûyê herî xeternak ê sedsala 21’an tam di vê zivîrînekê de derdikeve holê.

Di kapîtalîzma krîzê de, neguhêrbarî ji şer nayê veqetandin; neguhêrbarî bi xwe şer e. Her ku avahiya darayî tevlihevtir dibe û agahî bêtir îmtiyaz dibe, qezencên ku ji şokên jeopolîtîk têne çêkirin diherikin aktorên herî nêzîk ên hêz, agahî û lîkvîdîteyê. Di vê pergalê de, ne tenê xwîn tê rijandin, biha jî têne çêkirin. Û ev ewe ku tam sedsala 21’an ji şerê klasîk cuda dike: ne tenê meydaneke şer e, her wiha arenayeke spekulatîf e ku li ser mirinê hatiye avakirin.