Şerê li Îranê di roja 37’an de ye: Mirina sivîlan zêde dibe
Şerê DYE-Îsraîl û Îranê ku ev zêdeyî mehekê ye didome, aramiya herêmê kûr dike û windahiyên sivîl jî zêde dibe. Gefên DYE’yê didomin û sînyalên operasyonek leşkerî ya berfireh hat dayîn.
Navenda Nûçeyan- Şerê DYE-Îsraîl û Îranê ku ev zêdeyî mehekê ye didome, aramiya herêmê kûr dike û windahiyên sivîl jî zêde dibe. Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ji qewlê ku dane Îranê re tenê saet mane, ragihand ku ger lihevkirin pêk neyê, wê bi operasyonek leşkerî ya berfireh welat bike hedef. Li aliyê din pevçûn tenê bi hedefên sînor û leşkerî sînordar nemaye, êrîşên dijî bînesazî û tesîsên petrolê yên li bajarên ku sivîl lê dijîn, bi nûçeyên binçavkirin û îşkenceyan bandorên şer kûrtir dike.
Ji DYE’yê gef
Serokê DYE’yê Donald Trump, bibîr xist ku ji bo gihîştina peymanekê û ji nûve Tengava Hurmizê were vekirin, ji demên ku daye Îranê re saet mane, di rewşek berovajî de, gefa şerek berfirehtir li Îranê xwar.
Donald Trump, hişyarî da ku ger lihevkirin pêk neyê, wê Îran ‘vegere cehenimê’. Donald Trump di daxuyaniya dayî de, ragihand ku balafira şer a F-15 ku li Îranê winda bûye sûbayê pergala çekan (WSO) bi operasyonek taybet rizgar kiriye. Her wiha da zanîn ku di dema operasyona leşkerî de hêzên wan ti zirarek nedîtine.
Êrîşên li dijî Haşdî Şabî
Di daxuyaniya ji aliyê Haşdî Şabî ve hatî dayîn de hate diyarkirin ku Tugaya 45’an de li navçeya Kaîm a Enbarê rastî êrîşan hatiye. Hat diyar kirin ku êrîş di saet 05:10’an de ji aliyê DYE û Îsraîlê ve hatiye pêkanîn, hate diyarkirin ku di encama êrîşê de endamên Haşdî Şabî û hêzên girêdayî Wezareta Parastina Îraqê jî di nav de 6 kes mirine, 4 kes jî birîndar bûne.
Êrîşa li dijî depoya petrolê
Li aliyê din, li dijî depoya petrolê ya li bajrê Basra ya Îraqê ku ji aliyê şirketek biyanî ya petrolê ve tê rêvebirin bi ÎHA’yan bû hedefa êrîşan. Hate diyarkirin ku di depoyê de şewatek mezin derketiye. Hê nayê zanîn bê ka ji ber êrîşan kes miriye an na.
Hejmara kesên mirine zêde dibe
Ji destpêka şer heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdeyî hezar û 600 sivîl hatine kuştin. Hate îfadekirin ku 244 ji vana zarok in. Li gorî rapora ji aliyê ajansa Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ve hatî weşandin, duh li Îranê herî kêm 9 sivîl hatine kuştin. Serokê Saziya Rewşên Awarte ya Îranê, bêyî cûdahiya sivîl û leşekran ragihand ku ji destpêka şer heta niha 261 jin hatine kuştin. Li gorî saziyên fermî yên li Îranê heta niha personelên tenduristiyê, beşa awarte, Heyva Sor û tîmên agirkuj 24 kesan di êrîşan de hatine kuştin. Serokê Saziya Rewşên Awarte ya Îranê da zanîn ku 46 ambulansan zirar dîtine û 322 navendên tedawî û tenduristiyê xisar dîtine.
Li Îranê zext û binçavkirin
HRANA, têkildarî 4 jinên li Îranê di çend rojên dawî de hatin binçavkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jina bi navê Mehsa Stude ku li Şîrazê dijî, ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hatiye binçavkirin û aqûbeta wê hê nayê zanîn. HRANA da zanîn ku hevjînê Mandena Stude û Behzad Beşîrî li gel hev, roja 1’ê Nîsanê ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê bêyî biryarek dadgehê, li Şîrazê hatiye binçavkirin û di serdegirtina mala wê de, dest danîne ser tiştên wê yên elektronîk. Ji Mandena Stude û hevjînê wê ti xeber nayê girtin.
Li Îranê Hosseîn Ghavî/Silawî, di encama îşkenceya ku li navenda binçavkirinê dîtî de, jiyana xwe ji dest da. Rayedarên îstixbaratê, di 2’yê Nîsanê de mirina Hosseîn Ghavî bi telefonê ji malbata wê re gotine. Têkildarî ku Hossein Ghavî çawa jiyana xwe ji dest daye agahî bi malbatê re nehate parvekirin.