Şerê Hindistan û Pakistanê: Herî kêm 43 kes mirin

Li ser xeta sînorê Keşmîrê rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê, veguherî pevçûnê. Di şerên ku qewimîn de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li ser xeta sînorê Keşmîrê rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de veguherî pevçûnên dijwar. Di daxuyaniya ku ji aliyê hikûmeta Hindistanê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku ji roja Çarşemê ve Pakistan welatê wan topbaran dike. Hikûmetê diyar kir ku di êrîşan de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 59 kes jî birîndar bûne. Tenê li gundê Poonsh ê li bakur-rojavayê Keşmîrê, 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Tê îfadekirin ku di encama bomberanên bersiv dayîna herdu welatan de, heta niha herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Pakistanê Şehbaz Şerîf di bangawaziya xwe ya netewî de ji bo “tolhildan” ê axivî. Şehbaz Şerîf diyar kir ku dê ji bo bersivdayînê dereng nemînin.

Di daxuyaniyên ji aliyê Hindistanê  ve hatine dayîn de tê destnîşankirin ku artêşê li hember “êrîşên bê sedem” bersiva ”bi rêje” dane. Aloziyên di navbera her du welatan de di 22’yê Nîsanê de çêbûn. Dema ku Hindistanê li ser axa Pakistanê li dijî komeke çekdar a ku wê berpirsyarê êrîşekê li aliyê xwe didît, êrîşên ezmanî li dar xistin. Di êrîşê de 26 kes hatin kuştin.