Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Komploya Navnetewî ya li dijî xeta ‘Jin Jiyan Azadî’
“Ez êdî dikarim ji vir mizgîniyê bidim gelê me: Em di têkbirina komployê de biser ketin. Ev bi awayekî sedîsed hatiye fêmkirin. Ev bi saya sekna min a bi sebir a li vir û hewildanên hevpar ên gelê me pêk hat.”
Navenda Nûçeyan – Me tespîtên xwe yên derbarê komploya navnetewî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestkirina wî ya ji bo Tirkiyê re dewam dike, ji bo we berhev kir. Mîmarê paradîgmaya neteweya demokratîk û felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ku bi taybetî ji aliyê jinan ve û bi giştî jî ji aliyê gelên dinyayê ve tê hembezkirin, di vê berhevkirina me de armanca komployê di aliyê dîrokî de datîne holê.
Efendî û giregirên hemû parzemînan destên xwe dan hevdu û bi gotina wan, ez bi komployekê zevt kirim û dema radestî girava Îmraliyê kirim, efsaneyek ku xwe nû dikir hat bîra min. Ew jî ev bû; xwedayê Yewnan Zeûs ji nîvxwedayan Prometeûs bi zinarên çiyayê Kafkasan ve girêda û cegera wî bi teyran da xwarin. Çawa Prometeûs ji bo azadiya mirovatiyê agir ji xwedayan dizî û cegera wî ya bi teyran dan xwarin xwe nû dikir, ev efsane mîna ku di şexsê min de bi cîh were, xwe nû dikir û dibû rastî.
Ger ku em sûc tavilê bikin stuyê rêveberiya Tirkiyê û rola ku pergala dinyayê daye Tirkiyê bi awayê kûr û di çarçoveya dîrokî de nikaribin binirxînin, nabe. Ev dê bê wateya veşartina rasterast an jî nerasterast a hêzên komploger ku dixwazin xwe veşêrin. Min di parêznameya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî hewl da ku aşkera bikim ka ji ber vê sedemê îro em di nav pergalek dinyayî ya çawa de ne. Encama ku derket holê; tenê înfazek jî nîne, darvekirina li çarmîxê ye. Tiştê ku di şexsê min de hat ziman û ne tenê carek dibe ku bi hezaran caran pêk hat jî, ev e.
Her tişt li gorî mirina min lihev danîbûn
Şert û mercên serdemê yên rûniştina doza li Îmraliyê, nîşan da ku ji bo em tavilê pêşî li tundiya ku wê di encama girtina li ser esasê komployê de derkeve holê bigirin, derfet nedin hêviyên bingehîn ên komploger û alîgirên wan û her wiha tiştê rast çi be em wî bikin; pêdivî bi hewldanan -sînordar bin jî- hebû ku bikaribin tevkarî bidin rêya ku diçe atmosferek aştiyê, heye. Parastinên tên kirin, divê di esasa çareseriya aştî û demokratîk de be.
Tu caran divê neyê jibîrkirin ku di van şert û mercan de atmosfera lînckirinê ya siyasî, serwer bû. Ez bawer dikin ku derdorên xwedî aqilê hevpar û berpirsyar ên li Tirkiyê jî, di wan şert û mercan de ji têgihiştina mantiqa pêşketina komployê dûr bûn. An jî ji bo herikîna geşedanên di vê hêlê de, ne amede bûn. Atmosferek ku biryarên bi tendurist bên dayîn tunebû an jî bi sînor bû. Komployê pakêtek ji şovenîzmê re amade kiribû û lîstika Romayê amade kiribû.
Yek ji xiyaneta herî mezin a sedsalê, hîn jî xwe weke dost û alîgirê azadiyê nîşan dida. Lê belê yên xwedî helwesta hêjayî lehengiyê û ya herî mezin bi rengekî bêrehm bihatina tunekirin û jibîrkirin bûn. Meydan wê ji gelek xayin û nokerên bêhejmar ku di kemînê de bûn re bihata vekirin .
Ya rast her tişt li ser mirina min lihev hatibûn danîn. Armanca bingehîn, tunekirina min a bi rengê fîzîkî bû, ev nebû dixwestin ji aliyê wateyê ve min tune bikin. Tevî ku gelekî li ser fikirîm, texmîn nakim ku ji bilî vê yekê armanceke cuda danîbin ber xwe. Komplo ewqas kûr û xumamî bû ku ji bo têkbirina wê, di asta mûcîzeyê de pêwîstî bi gaveke mirovahiyê ya pêşverû hebû. Çarenûseke bêrehm hatibû amadekirin ku di rewşeke wiha de dinya tev bûbû dijber, dost û hevrêyên herî nêz jî, li gorî bawerî û nirxên xwe yên moralê ji bilî 'mirineke bi şeref' ne li benda tiştekî din bûn. Mejiyê sedsalê ev bû.
Berjewendîheziya ji rêzê û polîtîk a rojane ya Rojhilata Navîn û bikaranîna rêbazên emperyalîzmê yên xizmetkar û li gorî berjewendiyên xwe ku rê li ber çareseriyeke bi rûmet digire hebûn. Dema ku li hember vê yekê bertek bê nîşandan jî, bi awayek ku li hember tu kevneşopiyek demokratîk û hiqûqî rêzdarî nîşan nedin, komployek dermirovî ya bi hemû Rojhilat û Rojavayê xwe bikin biryar û pêk bînin ava kirin. Karên li hember vana bên kirin jî, gelek sînordar û zor bûn. Tiştê herî hêsan, amadebûna ji bo mirinê bû. Planê komplohezan, ev tişt hêvî dikirin. Rêya ku derfet nede vê yekê jî, ceribandina jiyana di pergalek tabûtî ya li ser çarmîxê bû. Her tiştî dawiya serdemek û destpêkirina serdemek nû ferz dikir û nîşan dida.
‘Yek ji astên herî gur û encam dide yê Sêyemîn Şerê Dinyayê’
Fêmkirina feraseta felsefî û polîtîk a li pişt komployê, xwedî girîngiyek mezin e. Her tim behsa hebûna bingehek sedsaleyî ya komployê dikim, diçim têm vêya aşkera dikim. Min behsa komployên ku kevirên bingehîn ên her serdemek in, kir. Yên ku komployan lidar xistine, ev yek mîna hûnerek desthilatiyê ya bi awayek hostayî hatiye tekûzkirin dibînin. Ango komplo, amûr û giyana herî bingehîn a hunera desthilatiyê ye. Ev huner ji bo Kurdan sedîsed li ser bingeha komployê dihat meşandin. Komplo bi metodek aşkera bihata pêkanîn, ewê biba sedem ku zarok bêje “dayê binhêre qral tazî ye.”
Pergala sêhrbaz a li pişt xanimoka heftê salî ya ku nûnera Konseya Ewropayê bû, ez anîm Girtîgeha Îmraliyê. Aşkera ye ku heta ez vê pergalê ango modernîteya kapîtalîst analîz nekim, ezê nikaribim çarenûsa xwe rast analîz bikim. Pêvajo ji destpêkê heta dawî ji aliyê Îsraîl-Emrîka-YE û Sovyet Rusyayek belav bûyî ve hatiye avakirin. Rola hikûmetên Sûriye, Yewnanîstan û Tirkiyê ya di komployê de jî nikare ji xizmetên burokratîk ên asta duyemîn wêdetir here.
Serî li metodek nemerdî û qeleşî dan, têkiliya dostaniyê bikar anîn, bi komployek ku mînaka wê nehatiye dîtin, ez avêtim hundirê balafirê û xwe avêtin ser min. Ev şêwazek şerê lehengî nîne. Ev rastî bi xwe jî wek mînakek balkêş nîşan dide ku modernîteya kapîtalîst a ku Emrîka hegemona wê ye, lîberalîzmek çawa ye:
Ji bo min, pergalek ku Emrîka li pişt e û ji aliyê YE’yê ve tê kontrolkirin hatibû îcadkirin. Lihevdanîna pergalê aydê Îngîltereyê bû, pêkanîna wê jî bû para Tirkiyê. Di destê hêzeke desthilatiyê ya ku di hedefa wê de pêkanînên heta qirkirinê jî diçin heye de, amûrek li derveyê komployê û ferasetek ku rê dide vêya, tuneye. Li vir tiştê girîng ew e ku hêzên tevlî komployê bûne rast bên nasîn û pênasekirin.
Dinyaya fermî mîna ku di şexsê min de reqîbê xwe yê herî xeter asê kiribû
Tiştê ku dijminên sedsalê ango Tirk û Yewnanan kir yek, çi bû? Çima di ser min re hevgirtinên evqas bêprensîb an jî yekîtiyên berjewendiyan dihatin avakirin? Her wiha hejmara çepgirên Tirk û Kurd û hevkarên netewî ku ji bo ez bûme hedef kêf kirine, heta tu bêjî zêde bû. Dinyaya fermî mîna ku di şexsê min de reqîbê xwe yê herî xeter asê kiribû. Bê guman, pênaseya yekem û ya herî giştî aşkera dikir ku ev hemû hêz, ji derdorên ku li dû berjewendiyên lîberal ên pêşeng ên modernîteya kapîtalîst çêbûne pêk hatine. Min feraseta faşîst a lîberal û berjewendiyên gelekan tehdît dikir.
Hesabên komployê yên Kibris û Egeyê
Tê dîtin ku komplo bi gelemperî li ser xeta pevçûna Rojhilat-Rojava pêk tê. Min wek xala qelskirinê ya Anatolya û Tirkiyê dihesibînin. Siyaseta Yewnanîstanê, ez her tim wek zaroka jirûderketî û xala tund a Rojava û pozîsyonek ku her tim tenê zirarê dide, dibînim. Berevajî, çawa ku dîtin têkiliya min wê zirarê bide wan, bêyî ku dudil bin, xwe avêtin nav agir. Lê belê, rola wî ya di komploya dawî de bi esasî di şeklê hevkariyê ya xayîn a dostaniyê bikar tîne de ye. Ne ya ku plan dike û pêk tîne ye, hîn zêdetir taşeron e. Pir eşkere ku di pêşerojê de di vê bedêla vê yekê de di mijara Kibris û Egeyê de benda tacîzê ye. Pêşveçûnên piştî vê jî, ev mijar bi awayekî zêde zelal bûye.
Hîmên koordînasyonê li Londrayê hatine avêtin. Li gor hesabên xwe ewê min îzole bikin û Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd bikin bin kontrola xwe. Ev hesabek pir xurt e. Asta min a rêbertiyê ya li ser Kurdan, polîtîkaya Rojava ya kevneşopî dihejîne. Cewhera bûyerê jî ji vê rastiyê tê. Ewropayê ji ber vê sedemê tesfiyekirina min li gor berjewendiyên xwe dîtiye. Ji ber ku polîtîkaya Kurd a ku ev demeke dirêj e birêve dibir, ji ruyê min de pûç dibe. Taybetmendiyek giştîtir a ku li serê li hev dikin, analîzkirina çanda Rojhilat a di şexsê min de ye.
Gavê yekem ê girîng ê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin operasyona li hember min bû
Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekem bi kuştina Welîahtê Avusturya ya ji aliyê neteweperestek Sirb ve dest pê kir, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bi operasyona li dijî min dest pê kir. Senaryoya dagirkirina Îraqê jî ji nêz ve bi teslîmkirina min ve girêdayî ye. Dagirkerî di rastiyê de bi operasyona li dijî min dest pê kir. Heman tişt ji bo dagirkirina Afganîstanê jî derbas dibe. Ya rast, di pêkanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de yek ji gavên sereke jî operasyona li dijî min bû. Ecevît bîlesebeb negotibû 'Min qet fêhm nekir ka çima Ocalan teslîmî me kirin'. Dema em dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, van geşedanên muhtemel jî li berçav digirin. Çekên nukleerî jî di nav de çekên herî pêşketî, wê bên bikaranîn. Dibe ku encam ji ya Ewropaya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pir cûda nebe û hem jî hîn zêdetir girantir bibe. Li gorî van pêşketinên geşedanên deh salên dawî, ewê dehşeta geşedanên muhtemel zêdetir bê fêmkirin.
Ferz dikirin ku ez biçim û dawî li nasnameya kurd a serbixwe û xeta azadiyê bînim
Serokê DYA'yê Clînton ji bo derketina min a ji Sûriyê, bi Serokdewletê Sûriyê Hafiz Esad re du hevdîtinên ji 4 seatan zêdetir pêk anîn; yek li Şamê û ya din li Swîsreyê bûn. Bi giştî zêdetirî 4 saetan dewam kir. Clînton û serkirdeyên Kurdên Îraqî yên ku bi wan re di têkiliyê de bûn, hebûna min a li Sûriyê, ji bo armancên xwe yên stratejîk guncaw nedîtin. Ji ber ku Kurdistan û Kurd gav bi gav ji bin kontrola wan derdiketin. Îsraîl jî ji vê rewşê pir aciz bû. Rêveçûna geşedanên li Kurdistanê û ji destdana kontrolkirin Kurdan ji bo wan rewşeke ku nayê qebûlkirin bû. Di planên wan de, bi taybetî jî derbarê Îraqê de, hiştina Kurdistanê di bin kontrola wan de girîng bû. Ferz dikirin ku ez biçim û dawî li nasnameya Kurd a serbixwe û xeta azadiyê bînim."
Di çarçoveya PDK'ê de jî hewl tê dayîn ku avabûneke bi vî rengî ya "Kurdên spî" bê avakirin. Heman navendê ji bo hebûna xwe (ji bo berjewendiyên hegemonîk ên Rojava, bi taybetî DYA û Îngilîstanê, li Rojhilata Navîn û ji bo ewlekariya Îsraîlê) avakirina du hêzên ku dişibin hev û nakokî di navbera wan de hebin, girîng didîtin; hem di Tirkan hem jî di Kurdan de. Siyaseteke pir bi aqilane bû ku di çarçoveya van her du hêzên ku bi wan re dilsoz in, lê her tim di navbera wan de pirsgirêk hebûn, berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin.
Komplo di şexsê minde ne li hember Kurdan li hember Tirkan jî hatibû kirin
Pêngava PKK’ê vê lîstika ku bi qasî dîrokî bû, rojane bû jî, têk dibir. Derketina derfeta çareserî û aştiyê ya di salên 1993 û 1998’an de, dihat wateya bidawîbûna vê lîstikê. Lewma nehiştin ku çareseriyek bi vî rengî pêk bê. Sûîqest û komployên mezin hatin lidarxistin. Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd ji bin venêranê derxist û di serî de bi Tirkan re her wiha bi civak û dewletên din re lihev anîn. Ev di aliyê berdewama lîstik û berjewendiyên hegamonîk ên van hêzan a li Rojhilata Navîn ve, derbeke stratejîk bû. Em dikarin hincetên van xisûsan bi awayek berfirehtir jî vebêjin. Ev xisûs têra xwe nîşandidin ku komploya 1998’an çima xwedî armancek mezin û stratejîk e.
Sedema ku ez vê mijara dîrokî bibîr dixim, diyarkirina vê rastiyê ye: komploya ku li hember min hat pêkanîn, çavkaniya xwe ji pêwendiya hejandina rola ku ji Komara Tirkiyê re hatiye dayîn, digre. Ev Komara mînîmalîst, di aliyê rol, kêrhatin, naverok û qonaxa li Rojhilata Navîn de, li ser bingeha antî-îslamîka hişk, antî-Kurd û antî-komûnîst hatiye programkirin. Kî ku vê Komarê bihejîne û ji vê xeta wê derxe, ewê wek dijmin bê dîtin û ji tunekirina wê texsîr neke. Kî ku vê bernameyê nebîne ewê bê pelçiqandin. Şikandina berxwedana Kurdan, têkbirina muxalefetê, tevlîbûna li NATO’yê, Gladioya ku bi derbeyan însiyatîfê girtiye destê xwe, darvekirin, sûiqest û provokasyonên li hember tevgera şoreşgerî, li gor vê programê hatine pêkanîn.
Destpêkê gava gihîştim Ewropayê, Îngiltereyê tavilê ez wek kesê ku nayê xwestin (persona non grata) îlan kir, bi vî awayî li gor pêwîstiya programê tevdigeriya. Galtierî yê ku Şêwirmendê Taybet ê Serokê Emrîkayê Clînton bû, aşkera kiribû ku ez bi taybetî li ser fermana Clinton hatime derdestkirin. Qada hewayî ya Ewropayê li balafira ku ez tê de bûm, hat girtin. Îsraîlê ez ji Moskovayê heta Kenyayê bê navber şopandim. Li Îmraliyê rastî gelek pêkanînan hatim. Ev hemû, di çarçoveya vê programê de pêk hatin. Mîzansena darizandina li Îmraliyê, mercên tecrîdê, çavtirsandina bi rêya darvekirinê, şerên derûnî û rewakirina komployê ya ji aliyê DMME’yê ve, her ku çû bi awayek zelaltir nîşan da ku damezrîner û parazvanên rastîn ên Komara Tirkiyê kî ne.
Dixwestin ku dubendiyek mîna Îsraîl-Filîstînê ava bikin
Dixwestin ku dubendiyek mîna Îsraîl-Filîstînê ava bikin. Çawa ku dubendiya Îsraîl-Filîstînê li Rojhilata Navîn ev bi sedan sal in xizmeta hegemonyaya Rojava (Ewropa) kiribe, dubendiya Tirk-Kurd a ku ji wê mezintir bû, dikaribû qet nebe sed salên din jî xizmeta hesabên hegemonîk bike. Jixwe di sedsala 19’an de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîkî û mezhebî li herêmê hatibin pêşxistin û bê çareserî hatibe hiştin, ev jî bi vê armancê hatiye kirin.
Plan ji holê ranebûn di nav demê de hatin belavkirin
Hûn dikarin ji kesên ku ji bo aştiyê gavên herî maqûl jî neavêtine, her tiştî hêvî bikin. Têkbirina komployê hê gelek hewldanan dixwaze. Divê baş bê dîtin ku dixwazin şêwaza rizîkirinê ber bi ku ve bibin. Di serî de, xwekuştinê li min ferz kiribûn. Pêvajoya piştî min, di gelek qadan de hatibû plankirin. Yê Talabanî, tenê yek ji wan e. Planên girêdayî Barzanî jî hene. Her hêzek têkildar û bi biryar, xwedî plansaziyek e. Ev plan ji holê ranebûn, tenê di nav demê de hatin belavkirin. Qet nayê zanîn ku şêwaza çareseriya Tirkiyê çi ye. Lê aşkera ye ku hewl dide rizî bike, li benda alternatîfên di nav dema pêş de li gor wê herî baş in disekine.
Jixwe tê zanîn ku ez bi komployek çawa hatime vir. Komplohez dixwazin bi awayekî kevneşopî liser Anatoliya, Mezopotamya û Tirkiyê hikim bikin. Ji bo ku zêdetir derfet nedim van daxwazên wan, zêdetir derfetan nedim derdorên paşverû û şoven ên ku siyasetê di ser xwîn û şer re dimeşînin, helwesta xwe ya aştî û yekîtiya azad a ku ji bo gelê Tirkiyê baş e, bi biryarî didomînim.
Bingeha polîtîk-ekonomîk, gelek di ser hêza hiqûqê re ye
Dema ku pîvanên hiqûqa pozîtîf li berçav digirim, pir ne bawer im ku mafên min bi cîdiyetek bên nirxandin. Her wiha bingeha polîtîk-ekonomîk a di bin dozê de û rastiya komployê, gelek di ser hêza hiqûqê re ye. Jixwe hiqûq bi xwe jî, ji siyaseta demdirêj û bi pîvan û saziyan ve hatiye girêdan wêdetir ne tiştek e. Darizandina min a di van şert û mercan de, tevî ku komploya bingehîn li hêlekê bê hiştin jî, cezayê herî giran hewce dike. Ji ber ku ew kiryarek radîkal e li dijî sîstemek ku di nav çavbirçîtiya desthilatdarî û qezencê de ye. Ji ber ku civakek ku doza xwe winda kiriye dike ku daxwaza tiştekî bike.
Hêza rastiya komployê gelek di ser hêza hiqûqê re ye
Darizandina min a li Girava Îmraliyê di rastiya xwe de li ser navê netew-dewleta Ewropayê, bi destê Komara Tirkiyê hatiye kirin. Darizandina li Îmraliyê derhiqûqî ye; min bi hevokek anîbû ziman ku darizandinê red dikim. Min gotibû ku ev xapanddinek e. Darizandinek ku bi hêza dewleta Tirk hatiye kirin nîne. Rola elîta desthilatiya Tirk a di vê yekê de, ji teşerontiyê wê de naçe. Bêguman ev roleke ne xweşik û tevlihevkarê ramanê ye. Min wê çaxê jî darizandinê guncaw nedîtibû. Lê min darizandina Îmraliyê erê kir, ji ber ku min xwest peyama aştiyê bidim, aştiyê bipêş bixim, min hemû rîsk dan ber xwe û xeta aştiyê bipêş xist.
Biratiya Kurd û Tirkan û komplo
AKP’ê Îslamiyetê di bin xizmeta netewperestiya Tirk de bikar anî û li gor ti prensîbek olî û ehlaqî tevnegeriya. Pêwîstiya wîjdan û baweriyê bicîh neanî. Lewma bi sed hezaran ciwanên din jî mirin. Dewletê wendayiyên mezin ên madî û manewî dan. Min beriya niha ji bo Recep Tayyip Erdogan pirsa ewê bibe Ozal an bibe Çîller kiribû. Recep Tayyip Erdogan bû Çîller. Çîllerbûyînê çêtir dît. Kurdan tesfiye dike. Hem bi operasyona leşkerî hem jî siyasî her roj Kurdan tesfiye dikin. Têkildarî rewşa min a niha şîroveya min; Kurd di nav pencikên qirkirinê de ne. Li hember Kurdan gladioyek nû kirine dewrê. Em di vê asta ku hatinê de nêzî çareseriyê ne, lê em bi komployek Gladioya NATO’yê re rûbirû ne. Tirkiye li Rojhilata Navîn dê destek bide Emrîkayê, ew ê jî beramberî wê, kelleyê Kurdan bidin wan. Amerîka û Tirkiyê, li ser kelleyê Kurdan li hev kirine.
Tekane aliyê erênî jî ew bû ku rageşiya di navbera koma derbekar-komploger û dijberên wê de ku ji damezrandina Komarê ve di nava dewletê de hebû, piştî ku ez tevlî pêvajoya Îmraliyê bûm, cara yekem li gor berjewendiya kesên ku li dijî koma derbekar-komploger bûn, bipêş ket û biser ket.
Dibe ku pêşketina herî girîng a heştê û pênc salên dawî ev bû. Yekem car hêviyên ji bo avêtina gavên ber bi aştî û demokrasiyê ve, şîn bûn. Sebra min û parêznameyên min ên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk, di vir de rolek mezin lîstibûn. Êdî cîhê Kurdan ê di dîroka Tirkan de baştir dihat famkirin. Her wiha digel hemû hewldanên tesfiyekirinê jî, hatibû famkirin ku Tevgera Azadiyê xwe dispêre bingehek zexm.
Li ser ji nû ve tekûzkirina têkiliyên Tirk û Kurdan, ramanên min ên pir kevn hebûn. Min yekem car behsa jiyana bi hev re nedikir. Lê rastiyek jî hebû ku min bi sebra xwe û parêznameyên xwe argumanên pêbawer û zexm, herî zêde di pêvajoya Îmraliyê de bipêş xist. Diyalogên ku di salên dawî de me bi hinek rayedarên dewletê re bipêş xistin, ji bo dijberên derbe û komployê, bandorek erênîtir li pêşveçûnan kir.
Kurd jî dikarin li hember van tunekirinan hevgirtinan bipêş bixin
Tabloya ji îro û pê de, wiha dibînim. Kurdên li Sûriyê û Îranê dê li ser xeta azadiyê bimînin û zêdetir bipêşkevin. Kurdên li Îraqê jî bi taybetî derdorek, bi Îranê re di nav têkiliyên kûr de ye û bandora Îranê pir zêde ye. Ji ber ku bandora Îranê ya li vir kevn e, nikarin bi tevahî ji Îranê veqetin. Lewma jî xeteriyek heye, Kurdên li wir dibe ku di aliyê polîtîk de bibin du perçe. Divê ev tişt ji niha de bê dîtin. Em heta îro jî neketine bin destê tu kesî, bandora tu kesî. Ji niha û pê de jî em nakevinê. Em heta îro tim serbixwe man. Em tu car neketin bin bandora Emrîkayê, ji îro û pê de jî emê nekevinê. Bila Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye jî vana baş bizanibin. Lê ger ku zêdetir bi ser Kurdan de werin, zêdetir tunekirin, zêdetir tesfiye li Kurdan ferz bikin, dibe ku hevgirtinên din bipêş bikevin. Dibe ku Kurd berê xwe bidin hevgirtinên cudatir. Çawa ku Emrîka bi Tirkiyê re dibe yek û planên tunekirina Kurdan dike, Kurd jî dikarin li hember van tunekirinan, hevgirtinan bipêş bixin.
Min pêvajoya Îmraliyê, wek platformek îdeal a ji bo têkbirina vê lîstikê nirxand
Dixwestin ku di şexsê min de Tevgera Azadiyê biqedînin. Pêkanînên girtîgehê, hemû nêzîkatiyên DMME û YE’yê, bi vê armanca bingehîn ve girêdayî bûn. Dixwestin versiyonek nûjen a hevkariya kevneşopî ya hatiye xesandin û di xizmeta efendiyên xwe de ye, pêk bînin. Bi taybetî jî xebatên demdirêj ên Emrîka û YE’yê li ser vê bingehê bûn. Ji bo hevgirtinên wiha bi destê rêveberiyên elît ên Tirk, vekirî bûn. Bi kurtasî, ev modela xesandinê ku ji hêla hegemonyaya Îngîlîz ve pêşî di tevgera çîna karkeran de, piştre jî di tevgerên rizgariya neteweyî û tevgerên şoreşger-demokratîk de bi serketî hat meşandin, bi rêbaza maf û azadiyên mirovî yên lîberal bi ser ketibû. Rêber û rêxistinên şoreşger tesfiye kiribûn. Di vê serdemê de YE’yê jî wek pêwîstiyek komployê amadekariya ji bo ku PKK’ê bike lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ dikir. Ji bo girtina vê biryarê demeke dirêj sekinî be, sedema wê nerazîbûna çend welatên Ewropayê bû. Her wiha hewldanên plankirî yên Emrîka û Îngîltereyê jî hebûn. Bi Tirkiyê re di nav piştevaniyek gur de bûn. Di encama zextên ku zêde bûn û sozên ku dan YE’yê de, PKK wek terorîst hat îlankirin.
Min pêvajoya Îmraliyê, wek platformek ji bo têkbirina vê lîstikê nirxand. Min bingeha xwe ya teorîk a ji bo vêya pêwîst bû, xurt kir. Min hemû argumanên felsefî û pratîk ên aştiyê û çareseriya siyasî, bipêş xistin. Li ser xweseriya çareseriya siyasî ya demokratîk zêdetir fikirîm. Ev xebatên zor û sebir dixwazin, dikaribûn çerxa bê sûd a komployê bişkênin û alternatîfên çareseriyê bipêş bixin. Di vê mijarê de tenê çareseriyek min hebû, ew jî bixwe bawerbûn bû.
Parêznameya ku min li ser vana bipêş xist, ne xwe dispart helwesta Ortodoks a dogmatîk a klasîk ne jî xwe rizgarkirinê û başkirina mercên xwe. Tiştê ku rê nîşanî parêznameya min da, rêya bi prensîb, rêya aştiyeke birûmet û çareseriya demokratîk a li gor rastiya dîrokî ya gelan û rastiya civakî bû.