'Şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê re’
Bi nakokiyên berdewam ên di navbera Îran û Îsraîlê de û bêdengiya Rûsya û Çînê, dewletên Ereb ber bi pejirandina helwesteke hevbeş ve dibe. Her wiha Iraq şahidiya zêdebûna aloziyên navxweyî dike ku dabeşbûna di nava herdu hikumetên wê de eşkere dibe.
ŞEHLA MUHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê ji 28’ê Sibatê ve berdewam dikin, di heman demê de Tehran bi hinceta hebûna berjewendiyên Amerîkayê, welatên Ereb ên li Kendavê û Iraqê dike hedef. Tevî zêdebûna aloziyê jî ne Rûsya ne Çîn û ne jî dewletên Ereb helwestên biryardar der barê van pêşketinan de nedane.
Di nava aloziyên li herêmê de, qada Iraqê şahidiya qonaxeke nû ya pevçûnê dike, ji ber destwerdanên Amerîka-Îranê ku di mehên borî de bûne sedema bêîstîqrariyê û rê li ber avakirina hikûmetek nû girtine, di nav hişyariyên ku welat ber bi şerê navxweyî ve diçe de, di heman demê de pêşeroja Kurdan di nav hevkêşeyên siyasî yên tevlihev ên li herêmê de nezelal dimîne.
Bi berçavgirtina pêşketinên dawî yên li herêmê û ji bo nîqaşkirin, nirxandin û analîzkirina rolên hêzên çalak û têgihîştina bandora wan li ser rewşa herêmî, ajansa me hevpeyvîna jêrîn bi analîsteke siyasî Nigar Barto re kir.
Bi dîtina helwestên cuda yên di nav Îranê de û êrîşên berdewam ên li ser berjewendiyên Amerîkayê, hûn çawa şerê ku didome dinirxînin? Hûn rola welatên Ereb di ronahiya hedefgirtina wan ji aliyê Îranê ve çawa dibînin?
Ji sala 2015’an vir ve, piştî şerê Iraqê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dan hevpeymaniyeke berfireh a Erebî ava bikin lê ji ber nakokiyên di navbera dewletên Ereb de bi ser neketin, heta ku pirsgirêka nukleerî ya Îranê derket holê û Komara Îslamê wek gefek herêmî nehat hesibandin. Tevî vê yekê, cihê jeopolîtîk û nifûsa Îranê rê li ber van welatan girt ku rasterast bi wê re rûbirû bibin. Îro, bi êrîşa Îsraîlê û hevrêziya eşkere ya bi Washingtonê re, hevkariya di navbera hinek dewletên Ereb û Îsraîlê de bêhtir eşkere bûye.
Wisa xuya dike ku Îran demek dirêj e xwe dispêre retorîka xwe ya îdeolojîk û bandora xwe bi riya hevalbendan, vê nêzîkbûna Ereb-Îsraîlê pêşbînî nedikir. Geşedanên dawî jî di helwestên Îranê de dabeşbûnek navxweyî nîşan didin. Bi taybetî bi bangên armanckirina baregehên Amerîkayê û piştre êrîşên bi dronên bêpîlot ên li ser Dubayê û rexneyên navxweyî.
Berevajî vê, xuya ye ku dewletên Ereb hilbijartine ku bi ferdî bersivê nedin, li benda civîna Konseya Hevkariya Kendavê ne helwesteke yekgirtî diyar bikin, di nava nîşanên xurtkirina hevpeymaniya xwe bi Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê re. Washingtonê amadebûna xwe ragihandiye ku van welatan di hevpeymaniya xwe de bigre, ev tê vê wateyê ku şerê Îranê dixwest li herêmê bi pêş bixe, dibe ku veguhere hevpeymaniyeke herêmî û navneteweyî ya li dijî wê.
Çiqas îhtîmal heye ku ev welat tevlî hevpeymaniya Amerîkayê bibin û gelo ew xwedî şiyana vê yekê ne, yan jî ne amade ne ku tevlî hevpeymaniyek wisa bibin?
Ez bawer dikim ku em pir nêzî kêliya ku dewletên Ereb dê bi hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê re bibin yek dibin. Rast e ku heta niha hevkariya îstîxbarat û ewlehiyê di navbera wan de heye lê ji niha û pê ve dibe ku Erebistana Siûdî balafirên xwe bide hevpeymaniyê, yan jî dibe ku bi awayekî sînordar an berfireh bikeve nava wê. Ger Komara Îslamê beriya civîna Konseya Hevkariya Kendavê êrîşan bike, helwesta wê dê hişktir be. Komara Îslamê difikirî ku misilmanên cîhanê dê alîkariya wê bikin û beriya wê jî bi Pakistanê re axivî lê wê fêm nekir ku Erebistana Siûdî û Pakistanê peymanek aborî heye û Pakistan dê qet peymana xwe ya parastinê bi Erebistana Siûdî re ji ber Komara Îslamî ku niha tu hêzeke parastinê nemaye biqedîne.
Rûsya û Çîn her dem piştgirên Komara Îslamî bûne, ji ber vê yekê çima di vî şerî de helwesteke cidî nîşan nedane ji bo piştgiriyê bidin wê?
Hefteyek beriya şer, Komara Îslamê bawer dikir ku Çîn û Rûsya dê bikevin nava Kendava Ereb da ku alîkariya wê bikin. Ger ev hesabkirineke xelet bûya, şirîkê bazirganî yê herî mezin ê Çînê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û Çîn ji ber vê têkiliyên xwe bi wê re qut nedikir. Heta beriya destpêkirina şer, dema ku cezayên zêde li ser welatên ku bi Îranê re bazirganî dikin hatin sepandin, Çînê nameyek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re şand û daxwaz kir ku bacên gumrikê li ser berhemên wê werin kêmkirin ji sedî 15. Wekî din, Çîn di warê aborî û çêkirina çekan de hêzeke super e lê di warê teknolojiya leşkerî û parastinê de bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re li hev nayê û ji bo wê, herêmên weke Taywan û Pasîfîka Başûr niha ji herêmên weke Îranê girîngtir in.
Rûsyayê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re li ser rêkeftinê hinek danûstandin kirine û ez bawer dikim ku Rûsya hê jî agahiyên ewlehiyê dide Komara Îslamê lê şiyana wê ya mudaxeleya leşkerî tune ye. Niha ew bi Ukraynayê re mijûl e û ne amade ye ku têkiliya xwe ya sînorkirî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ji bo têkiliya xwe bi Îranê re feda bike. Bi gotineke din, heta Çîn û Rûsya jî tercîh dikin ku têkiliyên xwe yên aborî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re biparêzin.
Gelo hêzên navneteweyî dikarin li ser Ukraynayê lihevkirinê bikin û Îran dê di vê yekê de çi rol bilîze?
Bandora aloziya heyî li ser Iraqê çi ye, bi taybetî bi hedefgirtina Hêzên Seferberiya Gel û berdewamiya destwerdanên biyanî û gelo nebûna aramiya siyasî dê bibe sedema pevçûnên navxweyî?
Îro em nîşaneyên berbiçav dibînin. Piştî pêwendiya telefonê ya di navbera Trump û Putin de li ser Ukraynayê, li ser îhtîmala veguhestina uranyuma dewlemendkirî ji aliyê Îranê ve bo welatekî sêyem axaftin hatin kirin. Tevî nebûna hûrgiliyên rast, xuya ye ku Rûsya bi taybetî piştî bûyerên xwînî yên dawî, dest bi devjêberdana piştgiriya xwe ji bo Komara Îslamê kiriye ji ber ku ew êdî wê weke hêzek xwedî rewatiya navxweyî yan herêmî nabîne ku mirov nikare pê bawer be.
Ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê, Iraq ji Sûriye û Lubnanê dijwartir e. Li gorî Îsraîl û Amerîkayê, Sûriye niha xwedî hikûmeteke navendî ye û bi her tiştê ku qewimî, nêzîkî wan bûye. Der barê hikûmeta Lubnanê de, ew di du rojên borî de pir bi Hizbullahê re mijûl bûye, heta wê astê ku parlamentoya Lubnanê dixwaze fermana girtinê li dijî serokê Hizbullahê derxe. Lubnanê bi tevahî xwe ji Hizbullahê dûr xistiye û Îsraîlê jî li ser bombebaranên du rojên borî tu şîroveyek nekiriye ku ev tê vê wateyê Lubnan naxwaze piştgiriyê bide hêzên wekîl.
Li ser pêşketina aborî ya Lubnanê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hevdîtin hatine kirin ku ev yek sozdar e ji ber van şer û pirsgirêkên li Lubnanê pêşketina aborî pir asteng kirine. Doza Iraqê hinekî cuda ye. Ji sala 2005’an ve heta 2015’an, Komara Îslamî li aliyên sînorê Îran-Iraqê kargehên çêkirina bombeyan hebûn ku bi berdewamî hewl dida bi hilberandina komên mîna Hêzên Seferberiya Gel pergala siyasî bêîstîqrar bike. Ez difikirim ku ew hêvî dikin ku hilweşîna Komara Îslamî dê xaleke girîng di îstîqrara Iraqê de çêbike. Bi çûyîna rejîma Komara Îslamî, desthilatdariyên Hêzên Seferberiya Gel dê kêm bibin, budçeya wan dê were qutkirin û kontrola li ser sînorên Îranê dê kêm bibe. Ez difikirim ku beşek ji axaftinên di navbera Donald Trump û serokên Herêma Kurdistanê de li dora vê mijarê zivirî.
Rola Kurdan li vir çi ye, ji ber ku ew ji ber hebûna xwe li çar welatan; Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran, beşek girîng ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêk tînin? Kurd dikarin di van aloziyan de yan jî di çareserkirina wan de çi rol bilîzin?
Kurd dizanin ku bedelên rûbirûbûna bi Amerîkayê re dê giran be û min di deh-panzdeh salên borî de nedîtiye ku ew helwestek li dijî-Amerîkayê bigrin an jî bi awayê Amerîkayê tevbigerin. Di heman demê de, gelek partiyên Kurd hebûna Amerîkayê, bi taybetî li Iraqê, wekî faktorek ji bo pêşîgirtina li êrîşên Tirkiyeyê dibînin. Ji ber vê difikirim ku biryargirtin dê ji bo Kurdan hinekî dijwar be. Ji aliyekî din ve, mixabin li Rojava û li deverên din, wan gelek hevpeymanî çêkirin û van hevpeymanan sûd û berjewendiyên xwest ji bo Kurdan bi dest nexistin, an jî wan ji wan bêpar hiştin û piştî çend salan ev peyman dîsa hat betalkirin. Ji ber vê partiyên Kurd bi baldarî li van mijaran dinêrin.
Çarenûsa Îranê û armancên Trump hê nediyar in, ji ber vê yekê di vê rewşa siyasî de hişyarî baş e. Ez bawer dikim ku partiyên Kurd girîngiya pirsgirêkên dîrokî û nasnameya xwe û di heman demê de hewcedariya wan bi bazarên cîhanî ji bo pêşketin û pêşveçûnê û hewcedariya wan bi girêdana erdnîgarî fêm kirine. Ez difikirim ku Kurdên Kurdistanê dê di Îrana azad û demokratîk de bêhtir sûdê bigrin. Ez bawer dikim ku partiyên Kurd vê yekê fêm kirine lê di çend rojên pêş de dê asta şiyana wan a danûstandinê bi Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê re li ser vê mijarê diyar bibe. Niha wan dest bi nîqaşek li ser federalîzmê ji bo Kurdistanê kirine.