Şerê Îsraîl û Îranê di roja 7’an de ye
Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de bi êrîşên herdu aliyan didome. Sê fuzeyên ku ji Îranê avêtin Îsraîlê li nexweşxaneyek ketin û bûn sedema xisarek mezin.

Navenda Nûçeyan – Piştî operasyona Îsraîlê ya 13 Hezîranê bi navê “Şêrê bilindbûyî” li dijî saziyên nukleer ên Îranê dest pê kir, pevçûnên di navbera Îran Îsraîlê di roja 7’an de domiyan.
Li gorî nûçeya Wall Street Journal serokê DYA’yê Donald Trump, lembeya kesk ji êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê re vêxist. Trump li Odeya Rewşê bi şêwirmendên xwe re hevdîtin kir, îdia kir ku ji bo bibînin ka Tehranê dest ji bernameya xwe ya nuklere berdaye yan na, fermana dawî nedaye.
Li gorî nûçeya Bloomberg jî DYA dibe ku vê dawiya hefteyê êrîşe Îranê bike
Îranê cara yekem fuzeyên balistik avêt Îsraîlê
Li aliyê din, Îranê li tevahiya welat bi hinceta “ewlehiyê” înternetê birî.
Îsraîlê saziya hilberîna fuzeyên a Îranê eşkre kir. Îranê jî cara yekem fuzeya balistik Sîccil avêt Îsraîlê. Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê, diyar kir ku fuzeya Sîccîl giran, menzîla wê dûr û du merheleyên wê hene.
Muhafizên Şoreşa Îranê diyar kiribû ku di dema êrîşa duh bi şev a li dijî Îsraîlê de cara duyem fuzeyên hîpersonîk Fettah hatine bikaranîn. Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê jî Îranê heta niha nêzî 400 balîstîk fuze û 1000 dron avêtine Îsraîlê.
Arteşa Îsraîlê: Me fermandarê Hizbullahê yê Lubnanê kuşt
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku fermandarê Hizbullahê yê Lubnanê yê li herêma Lîtanî Yassîn Abdel Moneim Ezzedîne, bi operasyonek hatiye kuştin. Ji aliyê Hizbullahê ve heta niha der barê sûîqesdê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li Îsraîlê li nexweşxaneyek hat xistin
Li gorî nûçeya ajansa dewletê ya Îranê IRNA'yê, hedefên sereke yên êrîşên ku Îranê vê sibehê kirine, Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) biryargeha îstîxbarat û fermandeyê û saziya îstîxbarata artêşê ya li nêzî Nexweşxaneya Soroka bûye.
Sê fuzeyên Îranê yên avêtin Îsraîlê rasterast li Nexweşxaneya Soroka kirin û bûn sedam xisarên mezin.
Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand k udi êrîşên dawî yên Îranê de heft xal bûne hedef. Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê servîsên rizgarkirinê yên Îsraîlê, di êrîşên bi fuze yên Îranê de herî kêm 32 kes birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de 24 kes mirine û herî kêm 500 kes jî birîndar bûne.
Koma Aktivîstên Mafen Mirovan a navenda wê Washington e da xuyakirin ku li tevahiya Îranê di dema êrîşan de 263 sivîl û 154 peywirdarên ewlekariyê mirine.