Şerê Îranê sîstema xwarinê ya cîhanî tehdît dike
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyarî da û got: “Şerê li Îranê bandorê li pergalên çandinî-xwarinê yên li çar aliyê cîhanê dike.”
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyarî da ku şerê li Îran û Rojhilata Navîn dikare bandorên cidî li ser pergalên enerjî û çandinî-xwarinê yên cîhanî bike.
Li gorî FAO’yê, bandora yekem a şer dê di hilberîna çandiniyê de bê dîtin. FAO bang li civaka navneteweyî kir ku gavên berbiçav ji bo çareserkirina krîzê bavêje. FAO pêşniyar kir ku rêyên bazirganiyê yên alternatîf werin pêşxistin da ku hewcedariya bi Tengava Hurmuzê kêm bibe. FAO her wiha diyar kir ku divê alîkariya xwarinê ya lezgîn, piştgiriya darayî û subvansiyonên hedefgirtî ji bo welatên ku girêdayî hinardeyê ne û dahata wan kêm e, bên peydakirin. Rêxistinê tekez kir ku pêwîst e piştgiriya darayî ji bo cotkaran were zêdekirin da ku bikaribin hilberînê bidomînin.