Şêra Osê: Divê jinên Sûriyeyî tifaqa xwe ava bikin
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê diyar kir ku di vê dema nexşeyek nû ji bo Rojhilata Navîn tê xêzkirin de jinên Sûriyeyê xeterên li pêşiya xwe cidî bibînin û tifaqa xwe ava bikin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku wan ji destpêka sala 2026’an ve 307 tawan li parêzgehên Sûriyeyê belge kirine, di encamê de 335 kes hatine kuştin, di nav wan de 264 mêr, 25 zarok û 46 jin in. Lê raporek ku ji aliyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan hatiye weşandin, kuştina 29 hezar û 64 kesan ji ber şerê li Sûriyeyê ji Adara 2011’an ve heta 20’ê Mijdara 2024’an belge kiriye ku ji wan 22 hezar û 92 jin hatine kuştin. Lê di raporê de ji 20’ê Mijdara 2024’an heta Tebaxa 2026’an tu raporek nehatiye amadekirin û kuştin belge nekiriye.
Piştî rûxîndina rejîma Baasê û hatina cîhadîstên HTŞ’ê ser desthilatdariyê, rewşa Sûriyeyê aloztir bû. Beriya ku rejîm hilweşe û bi hilweşandina wêre heya roja me ya îro li Sûriyeyê bûyerên kuştinê kêm nebûne û rojek an jî mehek bêyî kuştina bi dehan mirovan jê derbas nabe.
Tawanên ku di bin siya HTŞ’ê de çêdibin, asta têkçûna ewlehî û zagonî li Sûriyeyê destnîşan dike. Diyar dibe ku mirov bi awayekî rehet û bê sûc dikarin li vê derê werin kuştin.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê ji ajansa me re bi berfirehî qala rewşa Sûriyeyê û hewcedariyên jinan ên îro kir.
Alozî didome…
Şêra Osê diyar kir ku Rojhilata Navîn bûye herêmeke şer û aloziyan. Her wiha destnîşan kir ku navenda aloziyan li Rojhilata Navîn Sûriye ye, bûye navendeke tesfiyekirina hesabên herêmî û navdewletî û bicihanîna berjewendiyan û wiha berdewam kir: “Nexşeyek nû ji Rojhilata Navîn re tê xêzkirin û Sûriye cihek xwe yê girîng û sereke di nav de digre, ev bi hilweşîna rejîma Esed û hatina hikûmeta demkî re ku hemû damar û navendên Sûriyeyê ket bin kontrola wan, gava xwe ya destpêkê avêt. Tevî ku du sal in hikûmeteke demkî Sûriyeyê birêve dibe jî alozî berdewam dikin û çarenûsek bo wê nehatiye dîtin. Di warê aborî de îro ji sedî 90 Sûriyeyî di bin xeta xizanî û hejariyê de dijîn. Her wiha di warê ewlehî de jî rewş gelek xirab e hê jî sivîl tên qetilkirin, revandin û îşkencekirin, me bûyerên li Humis, Heleb, Idlib, Şam û Sweydayê bûn, dîtin. Hê jî li parêzgehên Sûriyeyê şer û pevçûn didomin û em jibîr nekin aloziya siyasî jî pê re didome.”
‘Mêr li malan bûn lê jin li qadan ji bo azadî û wekheviyê diqîriyan’
Şêra Osê behsa hêviyên gel û jinên Sûriyeyê yên ji bo avakirina Sûriyeya rengîn demokratîk û xwedî mafên hemû pêkhateyan kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Meclîsa Gel mînaka herî berbiçav e. Jinên Sûriyeyê xwedî ked û berxwedêr in. Ên ji destpêkê ve tevî zextên rejîma Baasê derketin û li qadan banga azadiyê kirin, di demek ku mêr li malan û jin li qadan bûn daxwaza maf, wekhevî û azadiyê dikirin. Di nîvê sedsala ku rejîma Baasê Sûriyeyê kontrol dikir de, jin bê maf bûn. Zagona Rewşa Kesane mînak bû. Yekîtiya Jinan a li Sûriyeyê berê jinan dida aliyên cuda, berê jinan nedida siyasetê û navendên biryarê, wan tenê bi karê dûritin û kuafurtiyê re mijûl dikir, hêza wan kêm dixist. Ji lewre yên ku destpêkê derketin xwepêşandanan û di girtîgehên rejîmê de jiyana xwe ji dest didan dîsa jin bûn. Dîmenên jinên ku ji Seydnaya derdiketin û zarokên wan ligel wan bûn, rastiya jinan li Sûriyeyê eşkere dikir lewre jinên Sûriyeyê şoreşger bûn, hêviyên wan hebûn ku rojek wê Sûriyeya demokratîk, pirreng li ser bingehên hemwelatîbûna wekhev ava bibe. Lê ev tişt nebû.”
Jinên Sûriyeyî bêhêvîbûn û şikandinê dijîn
Şêra Osê diyar kir k udi pêwendiyên xwe yên bi jinên Sûriyeyê de, bi wan bêhêvîbûn û şikandinek dîtine û sedemên vê yekê wiha bilêv kir: “Ji ber ku di gelek gavên hatin avêtin de jin nebûn. Rêjeya hebûna jinan di Meclîsa Gel de pir kêm bû, dîtina dîmenên meclîsê ku tenê jinek li vir û yek li wir, ji bo me jinên MSD’ê cihê êşê bû. Ji ber ku hêviyên me ne ew bûn. Ya duyem heta niha destûr bi aqilê mêr hatiye nivîsandin, mafên jinan nas nekiriye û bê nêrîna wan hatiye nivîsandin. Destûreke ku mafên jinan nagire bin temînatê û zagonek ku parastina mafên jinan bike, tune ye. Rewşa jinan li Sûriyeyê pir ber bi çav e, ji qetilkirinê heta revandinê êş û bêmafiya wan didome. Divê bersiv ji pirsên di serê me û hemû jinan de hene, werin dayîn ku Beyt El-Exewat ango "Mala Xwişkan" çi ye, kî di nav de ye û ji hêla kê ve tê birêvebirin. Ev bersiv wê berpirs û hikûmeta demkî bi xwe bidin me. Di hikûmeta demkî de tu têgehek bi navê mafên jinan tune ye. Ji ber wê ye ku dengê jinên siyasetmedar ji hundirê Sûriyeyê derneketiye û hikûmet ji dengê van jinan ditirse. Ji lewre rê nadin jin di qada siyasî û destûrî de cih bigrin.”
Bi nêrîna MSD’ê çend gavên ku divê di destûra Sûriyeyê de bên avêtin
Şêra Osê bal kişand ser çend gavên ku divê di destûrê Sûriyeyê de werin avêtin û got: “Pêwîst e jin mafê xwe yê destûrî bigrin bin temînatê. Ev maf divê ne şeklî be li Sûriyeyê were aktîfkirin. Salek e destûr hatiye nivîsandin lê ka zagonên ku hatine aktîfkirin? Tu zagon tune ye. Ji ber ku wekî destûra 2012 û yên berî wê ne. Divê ku nêrînên jinên Sûriyeyê di destûrê de cih bigrin û mafên wan bikevin bin temînatê. Ji ber ku destûr şêweyê hikûmet û dewletê nîşan dide. Girîng e hemwelatîbûna wekhev di çarçoveya destûrî ya Sûriyeyê de were aktîfkirin, da ku destdirêjî li jinan nebe, dayîk ji zarokên xwe bêpar nemînin û hişmendiya ku zarok ê bavê xwe ne, were guhertin. Bi zagonê wê rê li ber hişmendiya bav, bira û hevjînê ku rojane tundiyê li jinan dikin û wan qetil dikin, were girtin.
Ya din jî cihê xemgîniyê ye ku heqdestê jinan ne wekî yê mêr e, ji ber dema em behsa Sûriyeya li ser hemwelatîbûna wekhev ava bibe dikin divê di serî de heqdestê jin û mêran wekhev bin. Ji mafên jinan e di navendên biryardanê, komîteya nivîsandina destûrê de hebin û kotaya wan zêdetirî ji sedî 40-50 be di Meclîsa Gel de, ne ji sedî 4 ku nikare tu zagonan derxe û jinan biparêze. Divê dengê jinên Sûriyeyî bihêztir derkeve. Li ser vî bingehî divê zagonek hebe jin di jiyana siyasî de bihêztir cih bigrin. Ezmûna me wekî jinên MSD’ê di vî alî de jî heye, jinên Sûriyeyê yên ku dikarin vê xebatê birêve bibin jî û jê re pêşengiyê jî bikin hene. Divê hikûmeta demkî van zagonan aktîf bike da ku jin bikaribin rehet bijîn. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî ezmûnek e, hevpeymana wê ya jinan hebû, sîstema hevserokatiyê û kotaya ji sedî 50 di saziyan de heye divê ku ev destkeftî werin parastin. Divê YPJ jî di artêşa Sûriyeyê de cih bigre, ji ber ku îro ji her demê zêdetir jin hewcedarên hêzeke xweparastinê ne.”
Bi gavên zagonî ewlehî û aborî li hemberî qetilkirin û tecawîzê parastina jin û zarokan
Şêra Osê sûc û binpêkirinên li dijî mafên jin û zarokên keç li Sûriyeyê bi bîr xist û wiha xetera ku jin û zarokên keç di nebûna zagonan pê re rûbirû dimînin anî ziman: “Rewşek xeter û bi êş e gava zarokek keç ji aliyê apê xwe ve rastî destdirêjiya zayendî tê, ji aliyê bavê xwe ve tê kuştin. Gelek zarokên nû tên dunyayê li ber deriyê mizgeftan in û zarokên parsekiyê dikin, tên dîtin. Sedema sereke ew e ku heta vê kêliyê aloziya li Sûriyeyê berdewam dike û nebûna zagonên parastina mafên jin û zarokan bûye sedem ku jin û zarokên vî welatî bikevin vê rewşê. Zarok jî li Sûriyeyê bê maf in, tên qetilkirin û rastî tecawizê tên. Ev hemû bûyerên kuştinê li Sûriyeyê didin nîşandan ku têkçûnek ewlehiyê heye û ji bo derxistina zagonan, hikûmet berpirsiyar e. Berê hincet ew bû ku rejîma Esed a hilweşiyayî nikare vê têkçûnê kontrol bike lê îro herêma Sûriyeyê di qonaxeke veguhêz re derbas dibe. Du sal ji çar salên vê qonaxê çû gelo wê di du salên mayî de hêviyên parastina jin û zarokan werin bicihanîn. Nebûna zagonan dibe sedema berdewamiya aloziyan li Sûriyeyê. Ji lewre divê gavên zagonî, ewlehî û aborî werin avêtin da ku em bikaribin li hemberî qetilkirin û tecawizkirinê parastina mafên jin û zarokan bikin.”
Jinên Sûriyeyî û pêdiviyên wan
Şêra Osê di dawî de ji bo jinên Sûriyeyê wiha got: “Jinên Sûriyeyê bi xeterek mezin de ne. Ji ber ku mafên wan ên siyasî, rêveberî û zagonî tune ne. Daxwaza me ew e ku jinên Sûriyeyê li hev kom bibin li ser maseyek bicivin û dozên xwe bi awayekî cidî nîqaş bikin. Jinên Sûriyeyê dikarin vê gavê bavêjin û ji bo avakirina Sûriyeya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev xebatê bikin û xwe birêxistin bikin. Em îro hewcedarên çêkirina tifaqên jinan in li Sûriyeyê. Ji lewre divê jinên Sûriyeyê yên li derveyî welat berê xwe bidin Sûriyeyê û ji bo vê tifaqê kar bikin. Divê îro em weke jinên Sûriyeyê li hev kom bibin û stratejiya xwe binivîsînin. Destpêkê divê em ji bo temînat û bidestxistina mafên xwe yên zagonî û destûrî bixebitin. Niha dengê jinên Sûriyeyê hêdî hêdî tê birîn. Ji bo jiyana siyasî û bidestxistina mafên xwe em dengê xwe bilind bikin, hebûna xwe ferz bikin. Ji ber ku li Sûriyeyê hebûna jinan jî êdî winda dibe û em ji dest didin. Ji lewre daxwaza me ji jinên Sûriyeyê ew e ku em dest bi tifaqên jinan bikin, da ku xebat ji bo Sûriyeya li ser bingeha mafên jin û zarokan, wekhevî, dadwerî û bidestxistina mafên hemû neteweyan, were kirin. Ev dem dema me ye ku em bi hev re kar bikin.”