Şer û jin: Koçberiyên bi zorî li dijî rûmeta mirovatiyê ye
Hevseroka bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt, diyar kir ku herî zêde jin û zarok encamên giran ên koça bi darê zorê ya ji ber şeran dijîn û da zanîn ku ji rêyên koçê heta kampên koçberiyê di her qonaxê de binpêkirinên mafan kûr bûne.
MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN
Wan – Şerê li Rojhilata Navîn belavî erdnîgariyên berfireh bûye û didome. Krîzên civakî yên herî giran ku şer bi xwere daye avakirin, dîsa para jinan e.
Di pêvajoyên koçê de, berpirsyariyên nû li rolên zayenda civakî ku li ser milê jinan e zêde bûne. Ev ‘berprisyartî’ newekheviya zayenda civakî xwedî dike, li gel wê jin rastî her cûre tundiyê tê.
Bi desteka DYE’yê, Îsraîlê êrîşî Îranê kir û bi bersivdayîna Îranê re, şerê gûr bûye di roja xwe ya 38’an de didome. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe. Di vî şerê ku sivîl dimirin de, di serî de jin û li hemû civakê teyîsînên bandorên aborî, civakî û psîkolojîk hem encamên travmatîk ên demkurt hem jî demdirêj bi xwe re tîne.
Yek ji bûyerên civakî ku dibe sedemê şeran, koçên bi zorê, koçkirina ji welatekê ber bi welatek din ve û ji bajarekê ber bi bajarek din ve, ne tenê guherîna cihekê ye. Bûyerek ku di nava vê rewşê de, gelek metirsiyan dihewîne, jin û zarok bê parastin dimîne û zîncîra binpêkirinan bi xwe re tîne ye.
Hevseroka bajarê Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Kurt bandorên koçberiyê yên li ser jinan nirxand.
‘Sedemên bingehîn ên koçberiyê şer in’
Gulşen Kurt da zanîn ku ji ber şeran bi milyonan mirov ketine rêyên koçberiyê û wiha got: “Beşên herî zêde ku ji vê pêvajoyê bandor dibin, jin û zarok in. Sedemên herî bingehîn ên koçberiyan şer û binpêkirin in. Ji ber şerên tê jiyîn û qadên pevçûnan qadên jiyanê tine dibin. Koç ne tercîhek e, ji bo bijîn, bi hêviya jiyanek nû ketina rê ye. Di qada şer de, qadên jiyanê, êrîşên li dijî xakên wan û gelek binpêkirinên mafan bi xwe re tînin.”
Gulşen Kurt anî ziman ku pirsgirêkên aborî, polîtîkayên zextê û krîzên avhewayê di koça bi darê zorê de bibandor in û wiha got: “Mezinbûna zarokan di qadên şer û pevçûnan de, dîtina windakirina mirovên xwe yên nêz, bandorek mezin hem li ser psîkolojîk hem jî li ser pêşeroja wan dike. Piştî koçberbûnê adabte nebûna zarokan ya qada nû ya lê dijîn, di dinyaya wan de dibe sedemê travmayan. Bi taybet di mijara perwerde û ziman de pirsgirêkên cidî dijîn. Paşdemayîna ji perwerdeyê, di xala xwegihandina xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. Ev rewş ji bo zarokan, di xala çandî û mirovî de dibe sedemê krîzan.”
‘Koça bi zorê li dijî rûmeta mirovahiyê ye’
Gulşen Kurt, îşaret bi wê yekê kir ku rêwîtiyên dirêj ên di rêyên koçberiyê de, nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û rêwîtiyên di birçîbûn, bêavî û ji şertên paqijiyê dûr. Koçên bi zorê li dijî rûmeta mirovatî, mafê mirovan e û krîza edaletê ya civakê ye û wiha got: “Piştî koçberiyê li welatên ku hatine, di kampên koçberiyê yên lê dimînin de rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Di van rewşan de jî dîsa jin bedêlên herî giran didin. Kampên koçberan gelek qerebalix in. Ji xwarinê destpê bike gelek pêwîstî û xizmet kêm in. Di her qadên jiyanê de rewşên ku bibin sedemên krîzên civakî.”
‘Bedêlên herî giran jin didin’
Gulşen Kurt anî ziman ku qaçaxçiyên mirovan, rewşên koçên bi zorê vedigerînin firsendan û da zanîn ku li kampên ku lê dimînin di rêyên koçberiyê de rastî destdirêjî û tecawîzan tên û wiha domand: “Li welatn ku hatine, ji ber pirsgirkên aborî yên dijîn, di serî de mafê zarokan ê perwerdeyê tê desteserkirin, pirsgirêkên ziman û çandî dijin, adaptenebûna civakê, bikaranîna zarokan wek karkerên qaçax, di gelek rewşan de barê herî giran li ser milê jin û zarokan in. Gelek jê bi rêyên qaçax dighên sînoran, dema derbas dibin, bûyerên tundiyê yên wek niheqî, destdirêjî, tecawiz ku lê rast tên, mixabin naynin ziman. Bi tirsa werin dersînorkirin, serî li sendîka, saziyên civaka sivîl an jî daîreya koçberiyê nadin. Bi navê neyên dersînorkirin, çi bijîn jî neçar in paşguh bikin. Ev jî di mijara mafên mirovan de di asta krîzan de ye.”
‘Ne şerê gel e, şerê dewletan e’
Gulşen Kurt destnîşan kir ku di şerên ku dewletên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe derxistine de, di serî de jin û zarok gel windahiyên giran dijîn û bedêlên giran didin û wiha got: “Em her tim tînin ziman ku ev şerên ku tên jiyîn, ne şerên gelan, jin û zarokan in. Şer talan, mirin û komkujî ne. Pergala ku li dijî şer bisekine, jiyana demokratîk e. Avakirina jiyanek demokratîk ku hemû gel û bawerî di nava hev de bijîn, panzehîra şerên tên jiyîn e. Ji bo koçberiyên navneteweyî neyên jiyîn, jin û zarok di rêyên koçberiyê de nemirin û rastî krîzên cûda neyên, divê hemû ji vî şerî re bêjin ‘Na’, ji bo avakirina jiyanek kolektîf û demokratîk, rêxistinên girseyî yên demokratîk, hemû gelên dinyayê li dijî vê yekê dengê xwe derxin û ji bo bidawîbûna şeran elzem e. Em hemû ji bo pêşeroja zarokan û jiyana hevpar a jinan li dijî şer bisekinin û ji bo jiyanek bi rûmet em ê têkoşînê bidomînin.”
‘Kurd bi darê zorê hatin koçberkirin’
Gulşen Kurt bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd her tim bi polîtîkayên îmha, asîmîlasyon û ewlehiyê, rastî qadek şer û pevçûnan hatiye û wiha got: “Di wateya civakî, çandî û aborî de, me bedêlên giran dane. Destpêkê zorê dan ser wan ku qadên jiyanê biterikînin. Di salên 1990’an de bi hincetên ewlehiyê gund bi şewitandinê vala kirin, mirovên li wêderê dijiyan ji cih, xak û lawirên xwe bûn. Mirov bi neçarî ketin rêya koçberiyê. Gelê ku li wê derê dijiya, ji zimanê xwe, çanda xwe hate dûrxistin û bi koçberiyên zorî mehkûmî metrepolan hatin kirin. Di serî de zimanê dayîkê, li beramberî gelê ku ji nirxê xwe hatin dûrxistin, polîtîkayên tundî û asîmîlasyonê hatin pêkanîn. Xala ku îro hatine mirovên ku di metrepolan de dijîn û di heman demê de mecbûrî koçberiyê hatiye kirin, rû birûyî krîzên mezin û binpêkirinên mafan in. Di roja meya îro de jî ev pirsgirêk didomin.”
‘Krîzên ku bi koçberiya hundir destpê kirî didome’
Gulşen Kurt anî ziman ku polîtîkayên ewlehiyê li ser Kurdan didome û ji bo gelê ku beriya salan bi zorê hatine koçberkirin vegerin xaka xwe, hê jî hewldanên pêwîst nehatine kirin û bal kişand ser sedemên koçberiya hundir û bandorên wê û got: “Ev pirsgirêkên ku îro tên jiyîn, di serî de bandorê li pêşeroja ciwanan dike. Jin jî ji ber van sedeman maxduryetên cidî dijîn. Koçberî, hê dibe sedemên krîzên kûr. Wan tevî ku bajarek ku bi her aliyê xwe ve dewlemend û xwedî derfet, di serê yek ji bajarên herî xizan de tê. Sedemê wê jî ji ber pirsgirêka Kurd, li Wanê veberhênan nayê kirin. Dema rewş wiha be, derfetên kar jî nayên pêkanîn. Jin beşa ku herî zêde vê xizaniyê kûr dijîn e. Ji ber vê yekê Wan koçberiyê dide derve.”
‘Çareserî aştiyek bi rûmet e’
Gulşen Kurt, bal kişand ku ji Wanê ciwan diçin bajarên din û di înşaetan de dixebitin û gelek ciwan ji ber kêmbûna ewlehiya kar, ji înşatan dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Çavkaniya van pirsgirêkan jî koçên bi zorê yê li gelan tên jiyankirin in û wiha got: “Sedemê wê yê bingehîn jî, pirsgirêka Kurd ku bi salan e li vî welatî nehatî çareserkirine. Di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo pirsgirêka Kurd ji qada şer û pevçûnê derkeve û bi rêya hiqûqî û demokratîk were çareserkirin, gavek dîrokî avêt. Em carek din tînin ziman ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest gelek bi qîmet e, ji bo avakirina jiyanek demokratîk gavek gelek girîng e.
Di heman demê de, li ber sedemên bingehîn ên gelek krîzên ku li welat tê jiyîn alternatîfek e. Di serî de jin, di her qadên jiyanê de heta aştiyek bi rûmet neyê pêkanîn, em ê di têkoşîna xwe de pêşengiyê bidomînin.”